Şerm e!!

1-Min heya niha di derheqa xwe de tiştên ewha nenivîsandiye. Ku hemû kesên min nas dikin baş dizanin ez ji tiştên ewha her reviyame. Ka nîşanê min bidin, ji xeynî mecbûriyetê min kîngê di derheqa xwe de tiştek nivîsandiye? Xeynî carekê min tu hevpeyvîn nepejirandiye. Ez her di goşeya xwe de mam û ez ê piştî vê jî ewha tevbigerim.

2-Ji ruyê hinek hevalan de ez ketim vê belayê... Ez ne mereqdarê tiştê ewha me û ji tiştê ewha ji berê de hez nakim. Wey bavo! Min çi zanîbû hûn ê ewha rexneyên bêtar li min bigirin. Wey bi tobe be!..

3-Ez birayê Mahmûd Lewendî me. Hûn ji wî bipirsin ew ê di derheqa min de we agahdar bike. Ku ew baş dizane ez merivekî çawa me.

4-Min ji xwe hez bikira we yê her roj min di televîzyon, rojname û kovarên Kurdî û di yên Tirkan de bidîta. Ku herkes dizane ez van tiştên ku dibêjim dikarim bikim.

4-We heta niha navê min bihîstibû? We ez di medyayê de dîtim? Tobe heram be!

5-Ez mirovekî diljar im. Di goşeya xwe de, di bin qapaxa xwe de me. Lê belê heger xetayeke min, kêmasiyeke min hebe ma meriv bi vî awayî bi ser min de tê? Madem min xeta kiriye we jî sererast bikira!.. Ma hûn çima ewha bi ser min de tên malneketno!

Mustafa Gazî


Ev rûpela gotûbêjê ye ji bo bikarhênerên nediyarkirî ku hîn hesabekî xwe çênekirine an jî bi kar nayînin. Ji ber vê yekê divê em wan bi navnîşana IPyê ya hejmarî nîşan bikin. Navnîşaneke IPyê dikare ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn. Heger tu bikarhênerekî nediyarkirî bî û bawer dikî ku nirxandinên bê peywend di derheqê te de hatine kirin xêra xwe ji xwe re hesabekî veke an jî têkeve da ku tu xwe ji tevlîheviyên bi bikarhênerên din re biparêzî.