Gotûbêj:Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst

Merheba, ez dixwazim em nîqashekê li ser navên mehên Kurdî bikin. Ji ber ku li vir navê mehê weke berfanbar hatiye bikaranîn. Li gor min divê lihevkirinek li ser navên mehan hebe, ango ez pê nexwesh im ku navên cihê bêyî ku lihevkirinek hebe werin bikaranîn. Ez alîgirê navên mehên Kurmancî me ku di çarçoveya pêvajoyeke dîrokî de pêshketine û îro jî ji aliyê pirraniya Kurmancan tên bikaranîn. An na hûn rewsha navên mehan bi Soranî dibînin, ji berdêla navên Kurdî ew dîsember û hwd bikartînin. Hêvî dikim ev nîqash berdar be!

Pêshniyara min ew navên mehan e ku ROJ TV bikartîne:

1 çile, 2 sibat, 3 adar, 4 nîsan, 5 Gulan 6 hezîran, 7 tîrmeh, 8 tebax, 9 îlon (carinan êlûn), 10 cotmeh, 11 mijdar, 12 kanûnEv peyama bêîmze ya Silêman (gotûbêjbeşdarî) e.

Rast e, lihevhatinek pêwîst e. Zimanzan û ronakbîrên me li hev nayên. Her yek ji wan bi devokên gundên xwe diaxivin u dixwazin her û her wiha be. Lihevhatin lê çawa? Ez jî Kurmanc im, lê li herêma nabêjin Kanun, dibêjin "çileya pêşîn" û ji meha yekemîn re jî "çileya paşîn". Herwekî ji bo nîsanê ji hin caran nîsan, hin caran jî "gulana pêşîn" tê bikaranîn. Heger em her yek, bêjin devoka herêma me ya baştirîn e, wê çawa lihevhatin bibe? Em bixwazin nexwazin zaraveyê Soranî ji Kurmancî bipêşketiye. Herçendî di Soranî de karektera zimanê Kurdî (ango maskûlen, femînen) xirab bûbe jî. Soran canê xwe didin lê dev ji elfabeya Erebî bernadin. Ronakbîrên jorîn ango yên Bakur canê xwe didin lê nabin yek û nahêlin zimanê Kurdî bibe standard. Jibîr nekin, ronakbîr û rêxistinên me bi deh salan şerê tîpa "i" û "î" kirin. Bi ya min generasyon lazim in. Bi ya min em îro nikarin biserkevin. Em ê hemî bi devokên xwe binivîsînin, ta ku îradeyeka siyasî ava bibe. Ta ku saziyên me yên ziman hebin.

Ez wekî kesekî ti hêviyê ji hikumeta Başûr jî nakim. Lewra min jiyan, nirx û tevgera wan baş naskiriye. Ew ji bo zimanê Kurdî hîç tişteka bi xêr nakin. Waye li Başûr Kurmancî ji perwerdeyê radikin. Bi kurtî ez riyeke, alternatîveke bikêr di şertên îroyîn de nabînim. Bablekan

Ev al û mertale ne yên Rûsya ne. Di gelek ensîklopediyan de di bin kategoriya dewleta berê de YKSS tê rêzkirin. Rûsya û YKSS ne heman tişt in. Mervanî, Erdelan, Mîtanî hwd ne Komara Mehabadê yan Herêma Otonom a Kudistanê ne. Erê ev gotar diviyabû bihatiba nûkirin. Min digot, ez ê rojekê binivîsînim, lê min nekarî. YKSS dewlet, sazûmanî û welateke dîrokî ye. Îro tixûbên wê jî êdî nînin û hatine guhertin. Îro gorî qanûnan li Rûsya YKSS bi hemî sîmbol hwd ên xwe qedexe ye. Di qada navneteweyî de herwiha DDR, YKSS; Yûgoslavya.. nînin. A baş wekî ya xelkê kirine ye. Gotarek li ser YKSS, yek li Rûsya.. Serkeftin. --Bablekan 12:02, 28 reşemî 2008 (UTC)

Niha jî ne werg e?. Rûsya û YKSS cihê hatine nivisîne û ala û mertal jî cihê ne. Ew mertal û ala jî di hemû wikipedia yan de bo YKSS tê bikaranîne.--Cyrus the virus 18:43, 28 reşemî 2008 (UTC)
Erê al-arme wisa ne bo YKSS. Lê we li binê wan "Ala Rûsyayê", "Arma Rûsyayê" nivîsîne. Şaşî ji we derketiye:) --Bablekan 19:27, 28 reşemî 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst".