Gotûbêj:Qeregêçî
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Qeregêçî ye. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev îdiayek e tirkan bû û ji tirkan bêhtir, kurdan pê bawer kirin. Qeregêçî peyveke tirkî ye? Qere tirkî be, yewnan jî tirk in, împeratoriya romayê jî ya tirkan e. Lewra ev bêjeyeke grekî, ji wê jî kevintir îndogermanî ye. Qer û qerqaş jî rengên tirkan in qey. Osmanî qeydên xwe de cih nadin tîp, deng û binavkirinên gelan, êl û beran dema dinivîsînin, navên orjînal jî bi awayê xwe didin. Navê gundekî xinzor e. Osmaniyan gotine hinzir. Xinzor bi ermenî di wateya sêvan de ye. Xinzir jî bi erebî beraz e. Sêv li kû beraz li kû. Îcar vê gundê ji malpera xwe de wiha nivîsiye "navê gundê me yê berê xinzîr e. Em navê gundê xwe yê berê dixwazin". De were safî bike. Yalcin Kucuk û Mahir Kaynakan ketin nava me, mejiyê me çelqandin. Heger êlên tirkan bûbin kurd, wê demê divê em ne lê tirk bindestê me bûne. Zimanê serdestan asîmîle dike, ne yê bindestan. Gelên serdest asîmîle dikin. Afrîkayî îro bi fransî diaxivin. Afrîkayî bûne xristiyan. Me çerxa cîhanê jî çepobero kir. Heger em li hevdengiya peyvan bigerin, bi Xwedê bi dehan peyvên kurdî û viyetnamî jî hevdeng in. --Bablekan (nîqaş) 09:20, 7 adar 2012 (UTC)