Gotûbêj:Pîrosa

Şiroveya dawî: berî 2 salan ji aliyê 185.255.46.196 ve di mijara enûma elîs de

enes

GUNDÊ PÎROSA/PÎROZA. گوندێ پیرۆسا/ پیرۆزا.

BİSMÎLLAHİRREHMANİRREHÎM

PŞGOTİN Gelî xuşk û birayêt xwandeva û rewşenbîr, niho bi anehî û destûra Xudayê Jorî, em dê çendekê li ser ‘eslê babûkalêt xwe anku li ser gundê Pîrosa axivîn û deyne qelemî. Xudayê Jorî di Qur’ana Pîroz da ferman diket û dibêjît:

‏ (يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوباً وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِندَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ خَبِيرٌ {13}) (الحجرات). ‏

(Ey gelî mirovêt hûn li ser rûyê vê dinyayê dijîn! Bê şik Me hûn hemî ji malekê; ji zelam û ji jinkekê (anku ji Adem û Hawwayê silav li ser wa bin) yêt xuliqandîn û dayn, û Me hûn yêt kirîne milet, qewm, qebîle û ûcaxêt cuda cuda; da ku hûn êkûdu qebûl biken û binyasin, (bê zulm û te‘dayî û biêmnahî li gelêk dirêjiyê bidene jîn û jiyara xwe û da hûn ji hemî lave li heq û huqûqêt êkûdu dihişyar bin). Bê şik yê ji hewe hemya yî çêtir û baş li nik Ellahu Te‘ala hema her ew ew e; yê ku ji hewe hemya yî mutteqî û dîndartir. Bê şik Ellahu Te‘ala, yî zana ye û yî agehdar e bi hemî tişta). (Sûreta: Hucurat, 49). Herdîsa Xudayê Jorî dibêjît:

)ادْعُوهُمْ لِآبَائِهِمْ هُوَ أَقْسَطُ عِنْدَ اللَّهِ ۚ فَإِنْ لَمْ تَعْلَمُوا آبَاءَهُمْ فَإِخْوَانُكُمْ فِي الدِّينِ (

(Hûn herkesekê bigehîne bab û kalêt wa anku bi navê babêt wa yêt rast gazî wa biken, eha her ev e, bo hewe li nik Ellahu Te‘ala durustir e. Belê heke hûn nezanin ka babêt wa kîne (û jikûne), hîngê ew birayêt hewe yêt dînîn e û piştevan û dostêt hewe ne). (Sûreta: Ehzab 5). Xweştiviyê Xudayê Jorî: Pêxemberê me Muhemmed (selat û selam li ser bin) ew jî şîret û nesîheta li ummetê diket û dibêjît: (Te’elemu min ensabîkum ma tesîlune bîhî erhamekum). Elbanî dibêjît ev hedîse ya rast û duruste. Anku (Ey gelî busulmana hûn navêt babkalk û ejdadêt xwe yêt mam û xalêt xwe, yêt kes û karêt xwe baş bizanin da ku hûn bişên heqê mirovahiniyê; (sîlê rehmê) bicih bînin û eda biken, da hûn sera êkûdu biden û xêr û xêrata piştî mirna wa bo wa biden û behsê wa bibaşî û qencî biken, herdîsa da hûn bizanin ka hûn ji kûne û ji kûve hatîne, û di ‘esil û neseba xwe da digehne kê? Vêca niho heke Xudayê Jorî hezbiket em dê li ber ronahiya vê ayeta Qur’ana Pîroz û vê hedîsa Pêxemberî, ewêt ku me me’na wa gotîn çendekê li ser tarîxa babûkalêt xwe rawestîn û aşkira keyin ka em ji kûne û ji kûve hatîne û digehne kê? Berî ku ez dest pê bikem, ez dê me’na du kelîma rohn û aşkira kem, çunku gelek kes ji miletê me xelet têdigehin, bi rastî û durustî di me’na va herdu gotin û kelîma nagehin û çu jê nuzanin anku gotin û kelîma:-Kirmanc û re’îyet. Ev e heta gelek cara te dît hinde cahêlêt nezan, gote hindeka: Hûn ne ’eşîrin, hûn kirmanc û re’îyetin! Û dibêjin em ‘eşîrin; em digehine filan kesê û em ji filan binemalê ne, anku em di ‘eslîne, em di ser hewe ra ne, hûn ji me dikêmtirin, û ew bi wê hindê xwe radigirin û mezin jî diken…! Heta gelek cara ev hizr û bîrêt qirêjî; ev gotinêt bê ‘esas û binîşe yêt bîne sebebê dilman û fitnêt gelek giran, û qewimîn û rûdanêt kirêt di nav miletê me da…!!! Divêt bizanîn me’na kelîma kirmanc: Anku kurd; kirmanc navê hemî miletê kurde li dinyayê. Eve herwekî şêx Ehmedê Xanî (Rehma Xudê Jorî lê bît) berî (350) sala pitire ev rastiye bo me ya daye qelemî û rohn kirî: Ez mame di hikmeta Xudê da < Kurmanc > di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!.

Yan jî demê ew di Nûbihara xwe da dibêjît: Ji paş hemd û selewatan Ev çend kelîmene ji luxatan Vêk êxistin Ehmedê Xanî Navê Nûbehara Biçûkan lê danî Ne ji bo sahib rewacan Belkî ji bo biçûkên < Kurmancan > Heta gelek ‘alim û zanayêt me dibêjin me’na kelîma kirmanc: Anku ewe ji berê da xelk û ‘alemê ev miletê me yê < kurd > bo xwe yê kiriye hedef û armanc; herekê ji rexê xwe ve yê pêdadayî û heta evroke jî hêj yê pêdadiden, nuza bo çî û ji ber çî ye…?!! Welhasil em dişên bêjîn bi kurtî me’na kelîma Kurmanc anku kurdêt xudan mulk û war û xwecihiyêt qedîm û kevin. Re’iyet jî: kelîmeyeka ‘erebiye, anku ew qewim û miletêt berê mîr û bega mezinahî û rêberiya wa kirî; ewêt ku mutî’ û guhdar bo mîr û begêt xwe. Ev e herwekî re’iyeta mîrê Hekarê… Divêt em xelet tênegehîn kelîma kirmanc navê hemî kurda ye û hemî kurd jî birastî û durustî milet û re’iyeta serok, mezin û rêberêt xwe ne. Kurd hemî rastbabêt êkin; qet kesek û çu babik di ser êkûdu ra nînin û nabin; çunku ‘esl û resena hemî kurda êke, nexasime piştî ku kurd busulman bîn hemî di teraziya dînê Îslamê da wekî êkin; bê ferq û cudahî, belê hema dîndarî û teqwatî bitinê têne, heta çu şêxatî û axatî jî di dînê îslamê da nîne. Xudayê jorî dibêjît:

) : يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا يَسْخَرْ قَومٌ مِّن قَوْمٍ عَسَى أَن يَكُونُوا خَيْرًا مِّنْهُمْ وَلَا نِسَاء مِّن نِّسَاء عَسَى أَن يَكُنَّ خَيْرًا مِّنْهُنَّ وَلَا تَلْمِزُوا أَنفُسَكُمْ وَلَا تَنَابَزُوا بِالْأَلْقَابِ بِئْسَ الاِسْمُ الْفُسُوقُ بَعْدَ الْإِيمَانِ وَمَن لَّمْ يَتُبْ فَأُوْلَئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ(

(Ey gelî yêt hewe îman û bawerî înadî! Bila çu qewim û zelam bo xwe yarî û tirana bi çu qewim û zelama neken; nê dibît ewêt ku ew yarî û tirana pê diken ew ji wa diçêtir bin. Herdîsa bila çu jinik jî bo xwe yarî û tirana bi çu jinka neken; nê dibît ewêt ku ew yarî û tirana pê diken ew ji wa diçêtir bin. Hûn êkûdu şermizar neken û leka bo êkûdu çêneken û hûn bi neqilnavêt kirêt (û temsar û çivêl) gazî êkûdu neken. Belê piştî îman û baweryê fasiqî navekî gelekî xirab û kirêt e (ku mirov bînîte ser xwe)! Heçyê ji wê hindê tobe neket, eha hema her ew in; yêt zalim û zordar). (Sûreta: 49 Hucurat). Ji meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) . Ji Ebû Hureyreyî (Xudê jê razî bît) ya hatiye riwayet kirin ku Pêxemberê Xudê (selat û selamêt Xudê li ser bin) yê gotî: …Gelî ‘ebdêt Xudê! Hûn hemî bi biratî pêkve bibne ‘ebdêt Xudê (yêt qenc û çak) herwekî ku Xudê emr pê li hewe kirî. Busulman birayê busulmaniye; busulman zulmê li birayê xwe yê busulman naket, busulman çu cara birayê xwe yê busulman rezîl û şermizar naket. Didûvra Pêxemberî îşaret kire singê xwe û got: Teqwatî eve ye, teqwatî eve ye di vêrê da. Bo mirovê busulman hema ev gunehe bitinê bese ku heke ew heqaretê li birayê xwe yê busulman biket (bişkênît û bêsiyanet biket). Her busulmanekî xûna wî, namûsa wî û malê wî li ser hemî busulmana (mirova) ya herame. Bêguman Xudê Te’ala berêxwe nadete bejinûbala hewe, şikl û sîmayê hewe, belê Ew hema berêxwe didete dilêt hewe, kirin, kar û ‘emelêt hewe. Muslimî ev hedîse ya rîwayet kirî. Herdîsa Xudayê jorî dibêjît:

ويقول الرسول صلى الله عليه وسلم: «إِنَّ رَبَّكُمْ وَاحِدٌ، وَأَبَاكُمْ وَاحِدٌ، وَنَبِيَّكُم وَاحِدٌ، لا فَضْلَ لِعَرَبِيٍّ عَلَى عْجَمِيٍّ، وَلا لِعَجَمِيٍّ عَلَى عَرَبِيٍّ، وَلا لأَحْمَرَ عَلَى أَسْوَدَ، وَلا لأَسْوَدَ عَلَى أَحْمَرَ، إِلا بِالتَّقْوَى».

Pêxemberê Xudayê Jorî (selat û selam li ser bin) dibêjît: Hûn baş bizanin Xudayê hewe hemya êke, babê hewe hemya êke (Adem silav li ser bin) , Pêxemberê hewe hemya êke, yê Ereb di ser wî ra nîne yê ku ne yî Ereb, yê sor di ser yê reş ra nîne, Bê şik yê ji hewe hemya yî çêtir û baştir li nik Ellahu Te‘ala hema her ew ew e; yê ku ji hewe hemya yî mutteqî û dîndartir.

إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ إِخْوَةٌ

(Bê şik îmandar (busulman) hemî birayêt êkin (anku yêt îmanê ne). (Sûreta: Hucurat, 10.

Ji meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz). Divêt baş têbigehîn û bizanîn dînê Îslamê yê hatî da ku ‘ebda ji ‘ebdîniya ‘ebda rizgar û azad biket, bi timamî bikete ‘ebdêt Xudayê Jorî ji hemî lave. Hindî ez berê xwe didemê qet çu nabînim anku kesekê ji berê da û heta nihe jî çu li ser ‘eslê babûkalêt me û nexasme li ser gundê Pîrosa nenivîsî ye! Vêca ji ber vê hindê ez mecbûr bim; ku hema ez bitinê milê xwe bideme ber vî barê hinde yî giran.

                                                                     Mela

Muhemmed Hakkarî

GUNDÊ PÎROSA/PÎROZA. پیرۆسا/ پیرۆزا گوندێ

Eve çend sale ez yê ji hirve û hove pisyar dikem û berê xwe dideme kitêb û kovara, li ser ‘eslê babûkalêt xwe û gundê Pîrosa lêkolîn û vekolînê dikem; zanîn û agehiya dinivîsim û komdikem. Vêca eve niho li ser va esas û binîşa em dê çendekê li ser mêjo û binekara babkalkêt xwe anku li ser Pîrhesiniya û gundê Pîrosa û ‘esl û resena wa axivin û bi qelemî deyne ber behs û lêkolînê, û dê li dûv çîn ka ew ji kûne û ji kûve hatîne û di ‘eslê xwe da digehine kê? Hejî gotinêye bêjîn: Gundê Pîrosa yan jî Pîroza dikevîte herêma parêzgeha bajêrê Hekarê / Çolemêrgê ) چوله مرگ ( ser bi qeza Beytuşşebabê veبيت الشباب) )anku Elkî li bakurî welatî, belê li va sala qeza Elkî ya daye ser parêzgeha Şernexê. Navê Beytuşşebap ji du gotinêt ‘erebî pêk hatî : بيت û شباب anku mala xort û lawa. Anegura hindek riwayeta Beytüşşebap ji navê “Bethşeba” ji navê deyka Sûleyman pêxemberî anku kabaniya Dawut pêxemberî silavêt Xudayê Jorî li ser wabin yê peydabî û hatî aramî ye. Ev navê Beytuşşebap hîngê wa cuhiya ewêt li wêrê dijiyan yê danadiye ser Elkî. Aşkiraye ev qebîla dibêjinê Pîrosî yan Pîrozî, evêt ku nihe li ser gundê Pîrosa, ewê ku bi tirkî dibêjinê (Bölücek) di jîn, ev ûcax û qebîle di ‘eslê xwe da digehine qebîla Pîrhesiniya anku ‘eşîreta Biradosta ewêt ku li başûrî welatî. Divêt bizanîn navê durust yê xwecihiyêt vî gundê Pîrosa yan Pîroza: Ne Pîrosî û ne jî Pîrozî ne, navê wa yê durust Pîrhesna ye (پیرهه سنايه)çunku navê kalkakê wa şêx ‘Elîpîrhesna ye (Rehma Xudê lê bît) û ya dî jî çunku ev qebîle di ‘eslê xwe da digehîte Pîrhesiniyêt herêma Sîdekan (سيدكان) li başurê welatî. Fere li vêderê em pîçekê li ser me’na vî navî jî anku navê Pîrhesna rawestîn, Ev nave ji du gotina pêk têt: Pîr û hesin, eve li çax û demê berê da kurda digote mezin û zanayê ola Zerdeştî pîr, belê heta nihe jî miletê me dibêjine zanayêt ola êzidiya pîr. Pîr li nik êzîdîya dereceyeke di ser dereca şêxatî û mûrîdiyê da (پیر، شيخ ومريد) anku dereca zanayêt ola êzidiya ya ji hemiya mezintir pîre. Belê ji bilî eva me gotî, gotna (pîr) di nav ezmanê me yê kurdî jî da li demê tête gotin bi me’na rîhsipî û aqildar tête gotin. Heta mezina ji berê da yê gotî: (Bêy gotina pîrekî neçe dîwana mîrekî), û gotina: Hesin jî nave li demê tête gotin, ji husna ‘erebi ya hatî ye’nî ciwan û taze. Dibît ku Pîrhesinî(پیرهه سني) di ‘eslê xwe yê kevn da bigehne êzidiya. Heta ev hinde gelek cara me ji rîhspî û dan’emrêt xwe jî ya bihîstî anku wa jî digot: Pîrhesinî di ‘eslê xwe yê kevn da digehine êzidîya, eve heta Hesinê Hewêrî hersal kuda zozana ji hemî gundêt rexûdoranêt Pîrosiya distand qet çû cara wî ji Pîrhesiniya nestandiye. Heta heke em baş guhê xwe bideynê em dê zanîn ku lehce û devoka êzidî û Pîrhesiniya gelek ya bi serêkve ye û wekî êk taxivin. Nê hej berê da me ji bab û babîrêt xwe, ji mezin û pîremêrêt xwe yê bihîstî û zanî: Ku eve berî şeşsed (600) sala pitire babkalkêt me bi mişextî yê ji başûrê welatî ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û hatîn li vê herêma parêzgeha Hekarê li qeza Beytuşşebabê li ser gundê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn. ‘Eşîreta Biradosta ‘Eşîreta Biradosta di kevîte başûrê welatî li sêgoşeya tuxûbê îranê ,‘iraqê û tirkiy. Hej berê da beg û axayêt eşîreta Biradosta li gundê Micîser(مجيسر) ewê ku birex bajerokê Sîdekan ve (سيدكان) diman, eve herwekî malbat û binemala Mehmud begê xelîfe ku nihe kurê wî Kerîmxan li şûna wî axayê ‘eşîreta (Biradosta) anku Pîrhesiniya ye, dibêjine vê ‘eşîra Pîrhesiniya (Revenduk) jî. Bine mala şêx Reşîdê Lolanî ew jî di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne pismamêt Mehmud Begê xelîfe ne. Bahra pitir ji mezin û rîhsipiyêt qebîla Pîrhesiniya ji gundê Topizava (توَبزاوە) yêt rabîn. Bo nimûne ji seyda û rîhspiyêt Pîrhesiniya ewêt ku nihe disax: Seyda Mela ‘Ebdilqadirê Pîrhesinî û Seyda Hemîd efendî ji Pîrhesiniyêt Sîdeka kevnin. Hejî gotinêye bêjin mala şêxêt Nehriyê hej berê da şêxatî ya li va gundêt Pîrhesina ya kirî û diken jî. Bo nimûne evêt jêrî navêt çend gundeka ne ji gundêt Pîrhesniya ewêt ku dikevine navça Sîdeka û Xwakurkê ji herêma ‘Eşîreta Biradosta li başûrê welatî: Bajêrkê Sîdeka bixwe – Sîdeka kevin – Arê – Almûşa serî – Almûşa xwarê – Basekaniya serî – Basekaniya xwarê – Benê – Biwelê – Bîrite – Bêciwana – Bîrkme – Bîroşme –bîjan – bêsût – bêsêwê - Bêwasiya serî - Bêwasiya xwarê – Berçîxe – Pîrbeyanan – Tawke – Topizava – Curca – Çunese – Çuret – Çemelwa – Talîn –Xezne – Dasinî – Dostana – Dêrê – Derya – Sorderaw - Rûsor – Ziyaret – Jûjûle – Jêliya – Salariya – Sîpyara – Soriya – Şêwan – Şilîkan – Kanî mela – Kaniye reş – Qelîtan – Ketîne – Kejek – Kewert – gulîjke – Lewkan – Lulan – Male mela – Mawetaweya serî – Mawetaweya xwarê–Micîser- Musilok –Memedya – Holê – Harone – Hewêlan – Heyat – Hêrden – bahrapir ji va gundêt Pîrhesiniya di valane anku yêt xirabîn û dikavilin. Ev çend gunde jî gundêt şêxzadeyêt Pîrhesiniya ne: (ديري ) Dêrê (ئالموشا سه ري) Almûşa serî Almûşa xwarê ( ئالمووشا خواري). Dibêjin melikêt ‘iraqê di zemanê xwe da çunkî ew jî seyyid bin wa ev deh (10) gunde ji va gundêt Pîrhesiniya yêt dayîne bine mala Seyyîd tahayê mezin yê Nehriyê, ew gund jî evêt jêrîne: (ژووژیله ) Jûjûle (بنى) Benê (بيروَشمه) Bîroşme (بيجوانا) Bêciwana ديري) )Dêrê ( (بیرتهBîrite (گولیژگه) Gulîjkeهيردەن)) Hêrden . (بي سيوي) Bêsêwê ( بوَلي) Biwelê Bahra pitir ji va gunda di valane; kavil û xirabe yêt mayîn. Piştî serhildana Simkoyê Şikakî li rojhilata welatî şeltixî û têkçûyî hinde mal ji ‘eşîreta şikaka yêt mihacir bîn û yêt hatîn li ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya yêt cihwar bîn. Heta dibêjin li va sala mala Barzan jî diviya hinde malbatêt ‘ereb bine ser hindeka ji va gundêt Pîrhesiniya belê mezinêt ‘eşîreta Biradosta rê nedaye wa û ev hinde qebûl nekiriye.

‘EŞÎRETA BİRADOSTA Jİ VA QEBÎLE Û BABKÊT JÊRÎ PÊKTÊT:

1-BEGZADE: Di ‘eslê xwe da Pîrhesinîne, beg, axa û şêxêt ‘eşîreta Biradosta her yê ji wa rabîn, anku ji va herçar gundêt Pîrhesiniya: Lolan ( لولان), Micîser (مجيسر), Bîrikme (بيركمه ) û Qelîtan (قليتان). Heta xelîfêt şêx Reşîdê Lolanî jî yêt ji rêve yê ji nav va gunda rabîn.

2-PÎRHESİNÎ: Ew ji xwe cihiyêt wê herêmê ji hemiya di kevintirin, ew li qeza Sîdekan û li rex û doranêt Sîdekan di akincî û xwecihin. 3-XWAKURKÎ: Xwe cihiyêt herîma xwakurkê ne, ev herêma Xwakurkê dikevîte sêgoşeya asê ya tuxûbê îranê ‘îraqê û tirkî, bi rex qeza Şemzîna ve. 4- RAWANDOK: Dikevine herêma Deşthêretê (دشت هيرت), li vê navçê ew bi jîn û jiyareka koçerî dirêjiyê didene jîn û jiyara xwe. ‘Esil û bineta ra vê ‘eşîreta Biradosta eva ku li başûrê welatî dijîn, hema ji kevin da ew xwecihî û akinciyêt wêrê ne, nihe bahra pitir ji wa yê li bajerokê Sîdekan (سيدكان) ewê ku ser bi qeza Diyana ve girêdayî parêzgeha Heblêrê yêt akincî û xwecih bîn. Belê çeq û tayêt vê ‘eşîreta Biradosta li gelek herêm û welatêt dî jî yêt belav bîn; eve li îranê ,‘îraqê , tirkiye û li ezirbêcanê jî gelek qebîle û babkêt dî jî ji vê ‘eşîreta Biradosta yêt heyîn. Eve berî şeşsed (600) sala pitire Şêx Hesinê Pîrhesinî li gel sê kurêt xwe: Elî, Muhemmed ‘û ‘Emerî ewê neqilnav digotê (Serkur) yê ji nav herêma ‘eşîreta Biradosta ji devera Sîdekan (سيدكان) yêt rabîn û mişext bîn. Çend saleka ew yêt mayîne li nav ‘eşîreta Zêbariya, heta Şêx Hesinê Pîrhesinî li wêderê yê mirî (Rehma Xudayê Jorî lê bît). Piştî mirna Şêx Hesinê Pîrhesinî, ‘kurê wî yê mezin: Elî li şûna babê xwe (Şêx Hesinê Pîrhesinî) bi navê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî navdar dibît çunku ew gelekî dîndar û zana bû. Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî (Rehma Xudê li wa bît) çend sala li wêderê diborînin, belê ew neçar dibin ji wêrê jî bardiken têne behdînan li Zaxo cihwar dibin. Heta dibêjin taxê Kêstekê ji bajêrê Zaxo wa hersê bira anku: Şêx ‘Elî, Mihemmed û ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur) yê avakirî. Paşê ew jî wekî koçeratî û li gel koçeratî çend sala biharê bi ‘êlatê xwe ve ji germiyana diçûne zozana û serê paîzê dadgerhane germiyana ve. Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) mirovekî gelekî aqildar û zana bû, carekê li demê ew bi ‘êlatê xwe ve hatîn da ku biçne zozana wekî hercar çavê wî bi gundê Stêroyê File (anku bi gundê Pîrosa) dikevît, ew baş berê xwe didetê ku ew gundekî gelekî berfireh û hindî bêjî yî xweşe, eve dimînîte li bîra wî. Piştî ew li zozana bine cih dibin, carekê ew li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî ewê neqilnav digotê (Serkur) radibin diçine bajêrê Colemêrgê nik mîrê Hekarê, xwe baş bi mîrî didene niyasîn û ji serî heta binî ya hatiye serê wa hemiyê bo mîrî dibêjin, piştî mîrî bixêrhatinî li wa kirî, gote wa kerem biken ka daxwaza hewe çî ye û hewe çî divêt? Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) gotê: Mîrê min, em hezdikeyîn tu ji kerema xwe rê bideye me ku em bi destûra te biçîne ser gundê Stêroyê File (anku gundê Pîrosa) li ser gundî li gel wî akincî û xwecihbibîn, keyfa mîrî gelek bi wa têt û bo hindê destûra wa didet. Ew hersê bira bi fermana mîrê Hakarê yê hîngê ku eve hema berî şeşsed (600) sala pitire li ser vî gundê dibêjinê Pîrosa yan jî Pîroza yêt akincî û xwecih bîn. Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî li gel herdu birayêt xwe: Mihemmed û ‘Emerî (Rehma Xudê li wa bît) ewê neqilnav digotê (Serkur) pêkve çend saleka dimine li ser gundê Pîrosa. Paşê herdu birayêt Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî: şêx Muhemmed û ‘Emer ewê ku neqilnav digotê (Serkur) radibin malêt xwe ji gundê Pîrosa bardiken diçine başûrê welatî, şêx Muhemmed li gundê Kêste(كيسته) cihwar û akincî dibît. ‘Emerê birayê wî ewê neqilnav digotê (Serkur) ew radibît mala xwe ji Kêste(كيسته) bardiket dibete herêma Zaxo, nêzîkî Zaxo li gundê Boselê(بوصه لي) akincî û xwecih dibît. Heta gora vî ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur) li nav goristana gundê Boselê ya diyar û berçave. Hejî gotinêye bêjîn: Seydayê navdar Salih Yusifî (Rehma Xudê lê bît) ji dûndeha vî ‘Emerî ye ewê ku neqilnav digotê (Serkur), ev ‘Emere birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, ewê ku gora wî dinav goristana gundê Pîrosa da. Nihe li gundê Boselê ji kinête û dûndeha vî ‘Emerê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ewê neqilnav digotê (Serkur) qebîle û ucaxeka geleka boş ya hey, heta gelek mirovêt maqûl û navdar yê ji wa rabîn, dibêjine vê qebîla wa qebîle û ucaxa Serkura. Ev ucaxe di gundê Boselê da ji hemû ucaxêt dî boştire, ji vê ucaxê malbata mela Tehayî (Rehma Xudê lê bît) ji hemiya li pêştirin. Malbatêt vê ucaxê bahrapitr yê li gundê Bosel û Bagulatkê, çen malek jî yêt çûyne: Ewropa û Emrîka.

Piştî çûna herdu birayêt şêx ‘Eliyê Pîrhesinî anku şêx Mihemmed û ‘Emerî ewê ku neqilnav digotê (Serkur), Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî û bi kurêt xwe ve li gel Stêroyê File û ‘eyalê wî pêkve dimine li ser gundê Pîrosa.

Dibêjin Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) hespekî gelekî law û berketî hebû, ma bo çî ev hespe şevekê nakevîte nav ziyanêt Stêroyê File, Stêro pêdiheshît radibît diçît berekî tavêjîte hespî pê wî dişkêt, şêx ‘eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) xûna pê hespê xwe ji Stêroyê File dixwazît, welhasil ew û Stêroyê File li ser vê hindê pêk hatin ku hindî sîha gûzê Girêgûzka li sipêdê û êvariya digrît ji gundê (Pîrosa) hemî xirameta pê hespê şêx ‘eliyê Pîrhesinî Stêroyê File didete şêx ‘eliyê Pîrhesinî. Li dûmahîkê Stêroyê File necar dibît, radibît mala xwe û ‘eyalê xwe ji wê derê bardiket diçîte başûrî welatî li wêrê xwecih dibît, gundê Pîrosa yan jî Pîroza hemî bitimamî bo Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî û ‘eyalê wî di mînît.

GORİSTANA ŞÊX ‘ELÎ YÊ PÎRHESİNÎ Din nav gundê Pîrosa da li taxê Berkevrê minasib û goristana vî şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ya hey geleka mezine û gelek darûbarêt kevnar yêt nav da heyîn û hej berê da ev goristane bi navê minasibê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) ya navdare di nav xelkê wê herêmê da, belê sed’eyif û mixabinî gora wî bi xwe di nîveka vê goristana wî da li bin qurmê hirmîkekî nêzîkî wî gûzê mezin ya bin ax bî! Belê Hisênê Guharê jî (Rehma Xudê lê bît) gelek cara digot: gora şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) li gel du gorêt dî yê li rex wê hirmîkê dinîveka goristana wî da heta kêliyêt gorêt hersêka jî roxe bin. Heta ewe ji hîngê ev goristana gundê Pîrosa bi navê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ya hatiye navkirin û ya navdare. Ne dûr heta va sala jî baş bîra me têt li çax û demê bab û kalêt me ‘edetê wa ew bû: Li demê xwecih û akinciyêt gundê Pirosa diçûne wargehêt nêzîkî gundî wekî warê Bêxlapê û warê Stêhroyî û zozanêt jori pişta Deryêzîrî; zom û havîngeha li danê her çend mehêt havînê wa bar û barxanêt xwe yêt giran anku ew tişt û miştêt navmalê ewêt ku wan çu şol pê ney; ji zimhêr, nivîn, aman, çekûçola û amûreta wan ew hemi dibirine nav goristana Şêx ‘Elî Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît), heta her malbatekê li nav hewş û şûrha minasibê Şêx ‘Elî Pîrhesina da cih û sitêrkekî wa yê xweser û aşkira hebû, her sal wa xurûmirêt xwe û qacuqorêt xwe didanane serêk baş dipeçinîn û dinixamtin, hingê ma ki bi heft ruha bû ku ew bişêt bi dor ve biçît nexêr qet hedê kesekê nebû ji ber xatira Şêx ‘Elî Pîrhesina! Ew tişt wesa parasti û bi silametî li wêrê diman, hinde cara heta çend sala jî ew li wêderê we diman û heta hindek jî li wêderê ji bêxudani dirizin. Heta va sala jî gelek lulî, qed û parçêt tifengêt kevin û ‘intîke, devêt şîr û xencera, parçêt amûreta û asina, gelek amanêt sifrî; bigre ji mencel û menceloka, axlewîk, tirar, sênî û sênîka ewêt ku ‘ecêb ji sin’et/pîşê kevin û berê, gelek tişt û miştêt dî jî di nav hewş û şurha minasibê Şêx ‘Elî Pîrhesina da (Rehma Xudê lê bît) hebin. Hindek ji wa tiştêt me gotîn heta eve beri çend sala jî li wêderê mabin û dihatine dîtin. Belê sed’eyîf û mixabinî nihe çu tişt ji wa li wêderê nemayîne, hindeka ew tişt hemî yêt ramalîn û birîn!… Nêzîkî goristana şêx ‘Eliyê Pîrhesinî Mizgefta wî jî ya hey, ev Mizgefte wî bixwe jirêve ya avakirî, ev Mizgefta wî li zemanê bapîrêt me da ya berze bû anku di bin axê da bû, heta hîngê cihê wê xûrêza pezê gundiya bû. Belê di hîngê da wa ji mela Ye’qubê Bateyî (Rehma Xudê lê bît) guhlêbû bû; ku cihê wê xûrîzê Mizgefte! Hesenê Ûnisê mala Xêveyî xalê babê min (Rehma Xudê lê bît) carekê gote min: Zivistanekê em çûne başûrî welatî liber îdarê li bajêrê Duhokê, hîngê şevekê du sê cara min di xewna xwe da dît, êk dihat: Cihê wê xûrîzê nîşa min dida û digote min evdere Mizgefte avabike. Ew xewin hema her ma li bîra min, heta ku li demê biharê em hatîne Pîrosa, ez rabim li gel çend zelameka me ew cih vekola berê xwe dideynê ku dîwarêt Mizgefteka duqat derketin. Em gundî hemî pêkve rabîn me li sala 1960 li ser kavilê wê mizgefta xwe ya kevin mizgefteka law avakir heta hostayê me jî Osmanê hûrê bû. Carekê mela Mehmûdê Bilêlî (Rehma Xudê lê bît) gote min li demê gundiya ew xûrîz vedkola ez jî li wêrê bim, heta hinde berper û kevlêt kitêba di kulekeka wê da derketin zelama ew dane destê min, min berê xwe dayê ku ew berperêt kitêbêt Nehwu û Serfine, xweş dihatine xwandin, mela Mihemedê Salihê Ciwanê jî (Rehma Xudê lê bît) ew jî li wêderê li dev me bû, min ew berper û kevlêt kitêba dane wî, heta min gotê: Ha bigre eve yadîgara bab û kala bo te.

DÛNDEH Û ZÛRİYETA ŞÊX ‘ELİYÊ PÎRHESİNÎ:

Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) gele sala rêberiya gundê xwe Pîrosa û ya wa gundêt rex û doranêt gundê Pîrosa ya kirî û heta gele sala hukmdarî jî ya li wa kirî. Pîrhesinî hindî hind di dîndar, xêrwaz û mirovşirîn bin, nexasima ser xatira bapîrkalkê wa: şêx ‘Eliyê Pîrhesinî xelkê rex û doranêt wa digote gundê wa gundê: Pîroziya, heta hîngê gava biyaniya ew li rêk û rêbara didîtin digot: Înşaallah em dê gehîne mirada xwe çunku eve di pîrozin; dîtina wa ‘elametê xêr û bereketê ye înşaallah. Belê hinde cahêl û nezanêt zikreş navê vî gundê Pîrhesiniya ji çavnebarî û hesûdiya xwe yê guhorî anku dibêjinê gundê: Pîrosa!. Pîrhesinî hemî hej berê da heta evroke gelek bi navê bapîrkalkê xwe anku bi navê: şêx ‘Eliyê Pîrhesinî didilşad û ser bilindin. Dûndeh û zûriyeta şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) ji va çar kurêt wî ya hatî û li dinyayê yêt belavbîn anku ji: -Malxwê -Tajdo (Tacudddîn) -Rendo - Xemuşîna, neqilnav digotê: Şîno Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî babê Malxwê ye, Malxwê babê …Mehmûde, Mehmûd babê ‘Elî Naza û Salihê Rîhsipî û wî Ehmedî ye ewê neqil nav digotê sofî.

1- MALA MALXWÊ: Malxwê kurê mezin yê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, ev herpênç babik û binemalêt jêrî evê dibêjinê mala Malxwê ji dûndeha wîne: -Mala Keleş -Mala Xêveyî -Mala Nezoyî -Mala Teyîb -Mala Tahir

a. MALA KELEŞ: Mala Keleş, Mala Xêveyî û mala Teyîb (li gel herdu birayêt xwe) anku mala nezoyî û mala Tahir li ‘Elî Naza birayê Salihê rîhsipî digehine êk, Salihê Rîhsipî babê Îsma’île, Îsma’îl babê Silêmane, Silêman babê Keleşe. Keleşê kevin (Rehma Xudê lê bît) du (2) kur û pênc (5) kiç hebin: Îsif û Salih, Qaz, Gerdo, Xezo , ‘Eyşa û Amîna. ‘Eyşa (‘Eyşo): Dabû Binyamê Elkî. Ehmet, ‘Elî, ‘Emer, Mihemed û Pur yê bidûv ketîn, eve xarzayet mala Keleşê kevnin. Amîna: Dabû Dolmezê Jirkî li gundê Bîşî, kurêt wê (Şêxmûs,Xurşîd, Mistefa û ‘Elî…) xarzayet mala Keleş in. Qaz : Dabû Müsayê Hisênê Bilelî, kurêt wê (Selman, Hecî û Müsa…) xarzayet mala Keleş in. Gerdo: Dabû Îsifê Muquriya, kurêt wê (Mela Mistefa û ‘Elî ) xarzayêt mala Keleş in. Xezo: Dabû ‘Eliyê ‘Ezoyî, ‘eyalê ‘Ezoyî (Rehma Xudê lê bît) xarzayet mala Keleş in. Îsifê kurê Keleşê kevn sê kiç bitinê yê bidûv ketîn: Gozel, Zeyneb û Kitan bin. Îsif mirovekî rêber û mêrîn bû (Rehma Xudê lê bît). Salihî kurê Keleşê kevin pênc kur yê bidûv ketîn: Keleş, Mihemed, Silêman, Îsif û Ehmed. Mala Kurêt Feyselê Keleş (Rehma Xudê li wa bît) ya li Edena. Feysel mirovekî xwandeva û zana bû û gelekî rêber û cuwamêr bû. Kurêt Mihemed: Salih mala wî ya li Colemêgê û mala birayêt wî: Se’îd û Xelîlî ya li Elkî. Kurêt Silêman: Kimal, Îsma’îl û Şe’ban malêt wa yê li Edena. Mala Îsifî ya kurêt wî yê li Silopiya û ya ‘Emerê kurê wî ya li Edena. Kurêt Ehmed mala wa ya li Geverê. Hejî gotinêye bêjîn: Salihê Rîhsipî (Rehma Xudê lê bît) li dem û çaxê xwe da gelek sala mezinatî û rêberiya Pîrosetiyê hemiya ya kirî, di hîngê da gava di got: Pîrosetî anku re’iyeta mîrê Hekarê: Pîrosa, Bate, Hemka, Melêsê, Zevya, Elkî, Bilbês û Gelejêr, ev gunde hemî gundêt Pîrosetiyê dihatine hejmartîn û hisab kirin. Piştî Salihê Rîhsipî kurê wî Keleşê kevn (Rehma Xudê lê bît) jî mezinatî û rêberiya Pîrosetiyê hemiya ya kirî, Keleş gelekî maqûl û mêrîn bû heta vî Keleşî gelek sala bideh û erdane ya ji kuçeratî wergirtî û sitandî. Hîngê wî zemanî li demê danê sivistanê xilasdi bû refêt suwarêt ‘ecema bi ser gundêt herêma hekarê da dihatin wa gelek gund û zome talan dikirin. Carekê Keleşê Pirosî (Rehma Xudê lê bît) li Berçela li warê mîra av girte ser mêrgê; rêka wa û ji herçar rexa ve pêwerhatîn ew hemî qirkirin û heta stiraneka dirêj bi vê hindê ya hatiye gotin û dibêjît: Berçela warê mîra Berçela berî birî Keleşê dinav da dixorî…. Heta ‘ecema ji Korezêla û mêrgasîra talan yêt birîne nav ‘ecema îranê. Dibêjin li şerê geliyê Mamxura demê Axayêsor ji Şernexî hacîbeyra hemî pêkve înadîne ser geliyê Mamxura da ku talan û xirab biken, hîngê çû ertuşî di hawara wa ne çûn, hema Keleşê Pîrosî bitinê bi sed mêrêt çekdar pitir ve çûne serê Mezrayî, Keleşî gote mirovêt xwe ,hûn hemî pêkve herêk ji hewe pakîteyeka fîşeka li serêk pavên; da ku sehmame biser ya wa hemiya bikevît û da ew bizanin ku eve em hatîn. Mihemed axayê bota got eve kîne? Hindeka gotê eve Keleşê Pirosiye, wî got eve dê gelek dîwan û cıvata da bota hêlîte bê xweyî alayê sulhê bilindbiken em dêsulhê keyîn . Hîngê heta Keleşê Pirosî (anku Keleşê kevin) bi Pîrosetiyê ve, bi dahol zirna û hereboşiyeka gelek mezin ve di hawara wa neçûyîn Axayêsor û hacîbeyra gelê Mamxura berneda. Heta nihe jî li geliyê Mamxura çeperêt Pîrosetiyê; nexasima çeperê girxaçê yê Keleşê kevn (Rehma Xudê lê bît) hêjî diyar û berçave li wêrê. Piştî Keleşê kevn kurê wî Îsifî jî (Rehma Xudê li wa bît) mezinahî ya li Pîrosiya kirî. Li sala 1915ê li demê fermana fila rabî, Îsifê Keleşê kevin li gel mirovêt xwe (Pirosetiyê) pêkve radibin diçine ser gundêt fila li şerê Geliyê Tiyarê, Îsifê Keleşê kevin li gel çend mirovêt xwe wekî: ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel, Simaîlê Xalidê mala Merwan, ‘Ebdoyê mala Hesê Xaziya, Gula mala Keleş û çendekêt dî li wî şerê yêt hatîne kuştin, heta gorêt wa hemya yê li devêk di nav goristana gundê Derava Seyîda da. Hîngê di wî şerî da ‘Ebdullahê mala Xêveyî û Hisênê Guharê bîrîndar dibin. Hisênê Guharê ji destê xwe birîndar dibît û (bapîrê min jî) anku ‘Ebdullahê mala Xêveyî di gundê fila Deravê da li ber deryê qesra melik Çikoyî bi dûrbînê berê xwe dida wa çiyayêt rex û doranêt gundî, fila ji wa çeperêt hindavî gundî tifengek berdabê çavekî dûrbînê di gel çavekî wî û bi rexekî difna wî ve pêkve bi timamî rakir bin.

b- MALA XÊVEYÎ: Mala Xêveyî mala Malxwê ne, Mala Xêveyî ji va hersê binemala pêktêt: Mala ‘Ebdullahê mala Xêveyî, Mala Hesenê Unisê mala Xêveyî û Mala Mûsayê Ehmo yê mala Xêveyî

I-MALA ‘EBDULLAHÊ MALA XÊVEYÎ: … ‘Elî Naza birayê Salihê Rîhsipî ye ‘Elî Naza babê Haciye, Hacî babê Ûnise, Ûnis babê Îbrahîmî ye. Rîhspî û mezinêt mala Xêveyî dibêjin: Ev Îbrahîme êkane û nexriyê deyk û babêt xwe bû, li demê Xudê Te’ala ew dayî xuşkêt wî got eve xêvehiyê me ye. Ji ber hindê ev navê Xêveyî yê ketiye ser vê binemalê, berî vî Îbrahîmî navê mala Xêveyî mala Malxuyê bû, çunku ew jî ji babkalêt xwe da digehine Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî yê mezin. Mala Xêveyî, Mala Keleş, Mala Nezoyî, Mala Teyîb û Mala Tahir eve hemî mala Malxuyê ne pismamêt êkin li ‘Elî Nazayê birayê Salihê Rîhsipî digehine êk, çunku ev herpênç binemale digehine Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî yê mezin. Vî Îbrahîmî ewê neqilnav digotê (Xêve) sê kur û du kiç hebin: Tahir, Hesen, Miho, Gerdo, Xemrî. Tahirî: ‘Ebdullah û kiçek yê bidûv ketîn, kiç bibûçûkatî ya mirî. ‘Ebdullah babê: Ehmed, Tahir, Îbrahim, Se’îd, Esma û Fatmayê ye (Rehma Xudê li wa bît). Kurêt Ehmed: Mela Mihemed û kurêt wî malêt wa yê li Silopiya. Mala birayê wî: Salihî ya li Edena, ya ‘Elî û Remezanî jî yê li Geverê û ya Keser ya li Sitembolê. Tahir babê: Mihyedîn, Dîndar û Qasimî ye. Kurêt Tahir: Mihyedînî mala wî ya li Zaxo û mala birayê wî: Dîndarî ya li Cizîrê. Kurê Îbrahimî: Mirad mala wî ya li Silopiya. Kurêt Se’îdî: ‘Ebdullah û birayêt wî mala wa ya li Edena. Esma dabu ‘Îsma’îlê kurê Îbrahîmê mala ‘Îsakê ewê ku digehîte qebîla Bilêliya. Esma deyka Îbrahîm, Hecî, Hesen, Îsif, Remezan, Qadir, Weysî û Xelîlî ye. Fatma jî ya daye Sadiqê kurê Heciyê Sadiq. Fatma deyka: ‘Ebdusselam, Sefer û mes’udî ye. Îbrahîmî ewê neqilnav digotê (xêve) kiçêt xwe: Gerdo û Xemrî: -Gerdo dabû Sofî ‘Ebdurehmanê kurê Xalidê Elkî. Binyamê, Xalid, Feteh, Fatma û Xanim yê bidûv Sofî ‘Ebdurehmanî ketîn. Binemala Binyamê anku dûndeha Sofî ‘Ebdurehmanî li Elkî ewêt ku dibêjinê: Mala Mêhrab xwarzayêt mala Xêveyî ne. -Xemrî dabû Mistoyî ewê ku digehîte babkê Muqurya li Melêsê, zûriyeta Mistoyî xwarzayêt mala Xêveyî ne. Ev herduke anku: Gerdo û Xemrî metêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne. Tahirê babê ‘Ebdullahê mala Xêveyî zavayê bilbêsiya ne; kabaniya wî Helîma kiça Miradê Bilbêsî ye ewê ku di gehîte wê binemala dibêjinê: Mala Mûskê ji mala Mustoyî. Hejî gotiniye bêjîn evî Miradê Bilbêsî sê kiç hebin: Helîma, Duhokî û Henîf. 1- Helîma ji rêve dabû ‘Ebdullahê mamê Weysî, ewê ku digotê ‘Ebdullahê Xifşê, paşê piştî mirna wî Tahirê babê ‘Ebdullahê mala Xêveyî ew Helîma ya li xwe mehir kirî. Heta ‘Ebdullahê Xifşê berî Tahir çar kiç ji vê Helîmayê hebin: Sariya, Zeho, Ferman û Xem. Ev herçar kiçêt ‘Ebdullahê Xifşê nevisiyêt Tahirê babê ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne, anku xuşkêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne ji dayê da. -Sariya dabû Weysiyê babê Şukrî. -Zehra (Zeho) dabû ‘Îsayê babê Cibrailî. -Ferman jî dabû Têcoyî babê Hisênê Têcoyê Muqurya. -Xem dabû Şahînê babê Şehbazê bilêlî ewê digehîte mala Şêxê. ‘Eyalê va herçara anku ‘Eyalê Weysî, ‘eyalê ‘Îsayî, ‘eyalê Têcoyî û ‘eyalê Şahînê bilêlî kurmetêt ‘eyalê ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne ji dayê da. 2- Duhokî dabû Mihemedê babê Hisênê babê: Mihemed û Ferhanî ewêt ku malêt wa li Zaxo. ‘Eyalê Hisênê Duhokiyê ji dayê da xwarzayêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne . 3-Henîf dabû Şêxoyî ewê digehîte mala mûskê, mala Mûskê babkeke ji mala Mistoyê Bilbêsî. Eyşo, Hacer û Helîma kiçêt Henîfa kabaniya Şêxoyî ne. Şêxoyî çû kur bidûv neketîne. Şêxo birazayê Mirade. ‘Eyşo dabû ‘Ebdullahê ‘Ebdoyê mala Heydoyê Bilbêsî, ‘Ebdullah babê: Mirad û Musa ye. Hacer dabû Osmanê Amînayê, Hacer deyka Mihemmede û Helîma jî dabû Haciyê Cehwerê mala Heydoyê Bilbêsî. Zûryeta ‘Eyşoyê, Hacer û Helîmayê û zûryeta ‘Ebdullahê mala Xêveyî pisxaletêt êkin. Duhokî û Henîf xaletêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne. Dibêjine dûndeha va hersê kiçêt Miradê Bilbêsê, anku dûndeha Helîmayê, Duhokîyê û Henîfê dûndeha: (Mirad). Mala ‘Ebdullahê Tahirê mala Xêveyî, mala Hesenê Unisê mala Xêveyî û mala Mûsayê Ehmoyî mala Xêveyî pismamêt êk yêt îllehin; çunku hemî li Îbrahîmî ewê ku neqilnav digotê (xêve) digehne êk.

II- MALA HESENÊ UNİSÊ MALA XÊVEYÎ: Dibêjin: Xudê Te’ala çend sala çu ‘eyal neda Ûnisê kurê Hacî, vêca li demê Xudê ev (Îbrahîme) dayê wa got: Eve xêvehî ye, anku eve yê ji rêve ye, ji ber hindê ev nave yê ketiye ser mala Xêve yî, belê ew malamalxwêne. Îbrahîm ewê neqilnav digotê (xêve) babê Hesene. Hesen babê Ûnis û Ehmoyî û Amînayê ye (Rehma Xudê li wa bît). Amîna dabû Ehmedê Helê bilêlî ewê ku digehîte mala ‘Elyê Peroyê, Amînayê hema Fatma bitinê ya bidûv ketî. Ûnisî du jin yêt înadîn: Selîma û Amîna, ji Selîmayê Hesen, Pîroz û ‘Eyşo yêt bi dûvketîn Selîma ya ji mala tajda bû dutmama Heyderê miho ye û ji Amîna yê jî: ’Emer û Bedrî yê bi dûvketîn (Rehma Xudê li wa hemiya bît). Amina kiça Sima‘îlê babê Nebiyê Fatê ye wê jirê ve wê şûb ‘Ebdullahê babê Cum’eyî kir bû paşê piştî ew mirî wê Amina yê şûb Seyda kir bû anku dabû babê ‘Ehmedê babê ‘Ebabekirê Fatê piştî ew jî mirî wê Amîna yê yê şûb Unisê babê Hesen kirî, Ehmedê babê ‘Ebabekirê Fatê , Bedrî û Umer biramakêt êkin. Safiya û Amîna xwşikêt Eliyê babê Hisên helebî ne. Mala xêveyî û mala Hisênê helebî xal û xwarzayêt êkin. Hesenê Ûnis: Ûnis û Mihemed Salih Qudret û Besna yê bidûv ketîn. Kurêt Hesenê Ûnis: Ûnis û Mihemed Salihî malêt wa yê li Edena. Qudret ya daye ‘Eliyê mala Şêxê bilêlî. Qudret deyka Şêxmûse. Besna jî ya daye Mihemedê kurê Ya’qûbê mala ‘Îsakê Bilêlî. Besna deyka Mihemed Letîf, ‘Etem, Nizar, Serdar û Cemali ye. ’Umerê Ûnis : Mihemed ‘Elî, Amîna, ‘eyîd û Mihemed Se’îd (Rehma Xudê lê bît) yê bidûv ketîn. Mala ’Emerê Ûnis û nevyêt wî anku Kurêt Mihemed Se’îdî: ’Emer û Mihemed Se’îd yê li Duhokê û mala Mihemed ‘Elî û kurêt wî: Mirad, Dilovan, Bêwar… ya li gundê Kura. Amîna dabû Îbrahîmê mamxurî û ‘eyîd jî dabû ‘Ezîzê Mizûrî (Rehma Xudê li wa bît). Pîroz dabû ‘Ebdullahê mala Xêveyî (bapîrê min yê babê), ‘Eyşo (A’îşa) dabû Mûsayî (bapîrê min yê dayê). Bedrî jî dabû Hacoyê Marûnisî li Duhokê. Bedrî deyka: Tahir, Emîn, Selîm, Hesen û Hîsênî ye. ji Selîmayê Cum’e Hesen, Pîroz û ‘Eyşo xuşik û birayêt ji dayê dane û ji Amînayê jî: ’Umer û Bedrî xuşik û birayêt ji bab û day dane (Rehma Xudê li wa bît). Fatma kiça Ehmedê Helê ewê ku digehîte mala şêxê kabaniya Silêmanê birayê mela Mehmûdê bilêlî kiça Amîna Hesenê kevne anku neviya wî Îbrahîmî ye ewê digotê xêve , Fatmayê çû kur bidûv neketîne hema sê kiç yê bidûv ketîn: Feyroz, Hedla û Merûşa. Feyroz ya daye hecî Miruyê mala şêxê, Hedla ya daye Cum’eyê birazayê mela Mehmûd û Merûşa jî ya daye Xalidê birayê hecî Tahirê mala gevê. ‘Eyalê va hersêka anku ‘eyalê Feyroz, Hedla û Merûşayê xwarzayêt mala xêveyî ne.

III-MALA MÛSAYÊ EHMOYÊ MALA XÊVEYÎ: Îbrahîm ewê neqilnav digotê (xêve) babê Hesene. Hesen babê Ûnise, Ûnis babê Hesen û Ehmo ye, Ehmo babê Mûsa ye (Rehma Xudê li wa bît). Navê deyka Mûsayî Xeme, Xem xûşka Salihê mala Kêstêye. Musayî: Yasîn û Mihemed, Helima, Sînem û Hawa yê bidûv ketîn (Rehma Xudê li wa bît). Helima dabû Ehmedê kurê ‘Ebdullahê mala Xêveyî. Helima (Rehma Xudê lê bît) deyka mela Mihemed, Salih,’Elî, Çûrê û Amînayê ye. Sînem dabû Silêmanê birayê Keleş. Sînem deyka: Kimal, Îsma’îl û Şe’banî ye (Rehma Xudê lê bît). Hawa dabû Xurşîdê birayê Reşîdê Pîrozê, piştî mirna wî birayê wî Ehmê ya li xwe mehirkirî. Kurêt Yasîn: Hisên û ‘Elî û kurêt Mihemedî: Mehdî û Ehmed malêt wa yê li Cizîrê.

ıv- KURÊ ÎBRAHÎMÎ YÊ DÎ EWÊ KU DİGOTÊ ;(XÊVE): Anku Mihemed ewê neqilnav di gotê (Miho) ew li dûmahêka emrê xwe ji herdu çavêt xwe yî kure bû û wî Qur’an jiber bû li iraqê ew yê mirî (Rehma Xudê lêbît) , wî du jin înadibin: Safiya û Fetîha. Amîna kabaniya Unisê babê Hesen kiça Simaîlê babê Nebyê Fatê ye Safiya û Amîna ji babê da xwşkêt Elî yê babê Hisênê helebî ne. Ewî Mihoyî pênc kiç yê bidûv ketîn: Sun û Asya ji Safiya yê, Miryem, Fatma û Bazxa jî ji Fetîha yê. Miryem- dabû ‘Umerê Hesê babê: Hecî Musayê mala Hesê. Ev binemala Musayê mala Hesê xwarzayêt mala Xêveyî ne. Piştî mirna ‘Umerê Hesê, babê: Hecî Musayê Miryemê şûb Cewherê Hemka kirbû ewê ku digehîte mala mela ‘Eliyê Hemka evbinemale anku; mala hecî Mihemmedî û hecî Salihî yêt çûyîn li gundê Aşûtê li nav Qeşûriya yêt xwecihbîn.’Eyalê Muhemedê Hemka ewê ku digehîte mala mela ‘Eliyê Hemka xwarzayêt mala Xêveyî ne. Sun- dabû Hesenê Ûnisê mala Xêveyî. Fatma- dabû mela Elî yê babê Mihemed Se’îd, birayê mela Mehmûdê Bilêlî, ’eyalê mela Eliyê babê Mihemed Se’îd li gundê Makîta xwarzayêt mala Xêveyî ne. Bazxa- dabû ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel. ‘Eyalê ‘Ebdullahê babê Qadirê mala Avdel xwarzayêt mala Xêveyî ne. Asya- jî dabû Îbrahîmî (Îboyê) Bilêlî ewê ku digehîte mala Şêxê. ‘Eyalê Îboyê mala Şêxê jî xwarzayêt mala Xêveyî ne. Ev herpênçe anku: Sun, Asya Miryem, Fatma û Bazxa kiçmamêt îlleh yêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî ne.

c- MALA NEZOYÎ: …Nezo babê Hesene, Hesen babê Salihe, Salihî çar kur yê bidûv ketîn: ‘Elî, ‘Emer, Hebîb û Avdel. Kurêt ‘Elî: Mihemed Emîn mala wî ya li Wanê, Malêt birayêt wî: Hesen, Salih û Hisênî (Rehma Xudê li wa bît) yê li Colemêrgê. Kurêt ‘Emer: Ehmed, ‘Arif û Bedel malêt wa yê li Colemêrgê. Mala Avdel û kurêt wî ya li Colemêrgê, mala kurê wî: Selimî ya li ‘enqerê. Mala Remezanê kurê Hebîbê Nezoyî ya li Duhokê. Teyîb, Nezo û Tahir birayêt êkin.

ç- MALA TEYÎB: …Teyîbî du kur hebin: Ehmê û Heso, Ehmê sê kur û sê kiç hebin: Hecî, Nebî, Musa, Mirarî, Hemaîl û Sitî. Hecî (Rehma Xudê lêbît) mirovekî merd bû. Sofî Musa (Rehma Xudê lêbît) mirovekî teqwa û yî dîndar bû. Sitî: Dabû mela Şe’banê Kêsteyî. Kurêt mela Şe’ban: Cebar, Nesredîn û Se’îd xwarzayêt mala Teyîb in. Mirarî dabû: Heyderê Mihoyê mala Tajda. Hemaîl jî dabû: Mihemedê Salihê Keleş. Hecî sê kur yê bidûv ketîn: Hecî Nayîf, Nezmî û Lezgîn (Rehma Xudê lê bît). Mala Hecî Nayîf ya li Cizîrê û birayê wî Nezmî ya li Silopiya. Kurêt Nebî: Reşîd, Ehmê malêt wa yê li Pîrosa û mala birayê wa: Sedîqî ya li Cizîrê. Kurêt Musayî: Fikret mala wî ya li Silopiya û mala birayê wî: ‘Ebabekirî ya li Cizîrê. Hesoyî kurek bitinê hebu: Digotê Hisênê Gulê. Kurêt Hisênê Gulê: Hesen û Mihemed Emîn malêt wa yê li Şirnexê. Cibo babê: Mihemede, Mihemed babê: ‘İsa ye, ‘İsa babê Cîbraîlî ye, mala Cîbraîlî ya li Elkî û ya kurê wî ya li Şernexê. Cîbraîl di gehîte Mala Teyîb.

d. MALA TAHİR: …Tahirî sê kur û kiçek hebin: ‘Ebûzêd, Şahîn, Mihemed û Por. Kurêt ‘Ebûzêd: Mihemed, Tahir û Şahînî malêt wa yê li Geverê. Por ya daye mela Hesenê Hemka. Şahînî sê kiç bitinê yê bidûv ketîn: Ruhan, Zeyneb û Gula deyka Feyselî (Rehma Xudê lê bît). Mihemedê birayê ‘Ebûzêd û Şahîh bê dûndeh yêt mirî.

e-MALA WEYSİYÊ REŞÎD: Silêmanê kurê Îsma’îlî du bira hebin: Avdel û ‘Ebdullah, Avdelî du kiç hebin: Fatma û Mîran. ‘Ebdullahî kurekî bitinê hebû navê wî ‘Ebdullah bû, ‘Ebdullahî du kur hebin: ‘Elî û ‘Ebdullah, ‘Elî kiçek bitinê hebû navê wê Zelo bû, ‘Ebdullah babê Reşîde, Reşîd babê Weysî ye. Weysî babê Şukrî ye. Mala Şukrî û kurêt wî ya li Geverê. Mala Weysî di gehîte Mala Keleş. Hejî gotinê ye bêjîn: Hêj heta vê gavî jî sê cih û dûrîngehêt mala Keleş, mala Xêveyî, mala Teyîb, mala nezoyî û mala Tahir anku Hersê guhorêt Baskêserî û guhorêt Berderyûka mîratê bab û kalane yêt navêk da mayîn li xwe lêkvenekirîne û Merşeqa, belê zevî bitinê têne ew ya hemî Pîrhesiniya ye.

2- MALA RENDA: a-MALA SALİHÊ BEYBÛNÊ: Rendo kurê Şêx ‘Elîpîrhesna ye, Rendo babê … Şêxo ye, Şêxo babê Cangîre, Cangîr babê Salihe, Salih babê Findoye. Findoyî du kur hebin: Salih û Mistê, Mistê babê ‘Emere. Kurêt ‘Emer: Şahîn,’Elî û Hecî malêt wa yê li Silopiya. Salihî du kur hebin: Mihemed û ‘Ebdurehman, ‘Ebdurehman babê ‘Ewniye, Mihemed jî babê Tehsîn wa ye. Malêt kur û neviyêt Mihemed û ‘Ebdurehmanî yê li Duhokê. Mala Mihê Gulanê û mala Salihê Beybûnê anku mala Mistê li Cangîr û ‘Usman digehine êk. Heta gora vî Şêxoyê babê Cangîrî ya li wê tengaviya di ser gundê Bate da dinav şûrhekê da ya diyar û berçave. Bateyî dibêjin: Eve gora wî Şêx ‘Elî ye ewê birayê Pîr Xecîcê û ew ne ji gundê Bate ne. b. MALA MİHÊ GULANÊ: Cangîrê kurê Şêxoyî û ‘Usman (ewê digotê paşayê şivana) pismamêt êkin, ‘Usman babê ‘Ebdurehmane, ‘Ebdurehman babê Xalide, Xalid babê Mîrxane, Mîrxan babê ‘Ebdurehmane, ‘Ebdurehman babê Mihê û Heciye, Mihê babê Şekir û Ehmede. Şekrê Mihê (Rehma Xudê lêbît) rîhspî û mezinekî merd bû, gelekî xêr xwaz û ciwamêr bû. Li demê ‘Ebdurehmanê babê Mihê dimirît Keleşê kevin piştî mirna wî Gulanê li xwe mehir diket, hîngê Mihê yî biçûk bû Keleşê kevin ew yê di mala xwe da xudankirî, heta Mihê û Îsifê kurê Keleşê kevin biramakêt êkin. Kurêt Şekir: Mela Mihemed mala wî ya li Cizîrê, malêt birayêt wî: Hecî ‘Ebdurehmanî û Îskanî û kurêt hecî Xelîlî û Herbî (Rehma Xudê li wa bît) yê li Silopiya. Ehmedî çu dûndeha nêr bidûv neketiye. Ne’met, Xalid û Se’diyê babê: Mîrxan (Rema Xudê lê bît) birayêt êkin; kurêt Hecîne, Hecî kurê ‘Ebdurhman ne. ‘Ebdurhman babê Mihê û Heciye. Ne’met (Rehma Xudê lêbît) mirovekî maldar û merd bû. Mala Se’diyê kurê Mîrxan û birayêt wî ya li başûrî welatî. Mala kurê Xalid: Samî ya li Wanê. Kurêt Ne’met: Cehwer û ‘Egîd malêt wa yê li Silopiya û mala Hecer ya li Elkî. Hejî gotinêye bêjîn: Li Sêvkê cihek yê heyî dibêjinê çala mala Renda û li Bîşî li dûv botê doleka hey dibêjinê dola mala Renda, li berfeqiya li bersingê komtikî jî doleka hey dibêjne wê jî dola mala Renda.

3- MALA TAJDA: a-MALA SALİHÊ XİDRÊ: … Ehmed babê ‘Umere, ‘Umer babê ‘Elî ‘Utmana ye, ‘Elî ‘Utmana babê ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê Xidrêye, Xidrê babê Salihe. Kurêt Salih: Hecî Ehmed, Mihemed û ‘Emer malêt wa yê li Colemêrgê, mala Hecî ya li Şemzîna. Mala Sebrî ya li Mêrsînê.

b. MALA CUM’EYÎ: … Avdel babê ‘Ebdullahî ye, ‘Ebdullah babê Cum’e ye. Kurêt Cum’eyî: ‘Ebdulkerîm mala kurê wî Cemal ya li Pîrosa ya Mecîd ya li Silopiya û ya Mihemed ya li Kawaşê. Mala Mihemed Se’îd ya li Silopiya û mala Nûrî ya li Pîrosa. (Selîma ji mala Heyder bû, jirêve ‘Ebdullahê babê Cum’eyî mehirkir bû, paşê piştî mirna wî Ûnisê babê Hesen ew ya li xwe mehirkirî). Ji Selîmayê Cum’e, Hesen, Pîroz û ‘Eyşo xuşk û birayêt êkin. Mala Cum’eyî û mala Salihê Xidrê digehine êk. ‘Ebulkerîm, Helîma û Xezêm yêt wê Miryemê ne ewa ‘eslê xwe digehîte ‘eşîra Şerefa.

c. MALA HEYDERÊ MİHOYÎ: …‘Usman babê ‘Eliye, ‘Elî babê Heydere, Heyder babê Mihemede, Mihemed babê Heydere. Heyder (Rema Xudê lê bît) mirovekî teqwa û dîndar bû. Kurêt Heyder: Selim û birayêt wî malêt wa yê li Silopiya, mala Ferxî ya li Pîrosa û mala kurêt Mihemed ya li Cizîrê. Mala ‘Eliyê Qentarê û mala Heyderê Mihoyî li ‘Eliyê kurê ‘Usman digehne êk. ‘Eliyê Qentarê kurê ‘Ebdurehmane, ‘Ebdurehman pismamê Mihoyê Heydere. Mala kurê ‘Eliyê Qentarê: Yêlmazî ya li Wanê. Mala Heyder û mala Xêveyî ji deyka Mihoyê babê Heyder ve dibine xal û xwarzayêt êk.

ç- MALA GENCOYÎ: … Hecî ‘Elî kurê genco ye, mala wî li Duhokê bû, dibêjine mala wa (mala ‘Eloroxa). Çu ‘eyalê nêrîn bidûv Hecî ‘Elî neketiye, hema kiçek bitinê ya bidûvketi navê wê Fatma ye ya daye Hesenê Muzûrî. Fatma dabû Hesenê Etrûşiyê Muzûrî li Duhokê. Mala Gencoyî û mala Hisênê Guharê digehine êk.

d- MALA HİSÊNÊ GUHARÊ: … Pîro babê Hisêne, Hisên babê Qadire, Qadir babê Hisênê Guharê ye. Hisên babê Qadire, Qadir babê Mistefaye. kurêt Mistefayî: Emîn û Qadir malêt wa yê li Mêrsînê, mala bazî ya li Wanê û mala Îslam Hisên yê li Silopiya.

4- MALA XEMUŞÎNA: a. MALA SALİHÊ XEMUŞÎNA: Ev binemale yê li gundê Sûrmanê li rex bajêrê Colemêgê. … Xemuşîna, neqilnav digotê: Şîno Belê navê wî Hemo bû. Hemo babê Salihe, Salih babê Miho ye, Miho babê Salihe, Salih babê Resule, Resul babê Mihemede, Mihemed babê Îbrahîm û Îsifi ye, Îsif babê: Xenî, Mihemed, Şe’ban û Şukriye, malêt wa yê li Colemêgê.

b. MALA ‘ELÎZEBA: … ‘Elîzeba babê dirbaze, dirbaz babê Salihe, Salih babê Hemoye, Hemo babê Findoye, Findo babê: ’Eliye, ‘Elî babê: Findoy, Hemoy û Şekire. Mala kurêt Findoyî:’Elî, Şefîq û Ferîq yê li Cizîrê. Kurêt Hemoyî: Salih, Risqî û Derwêş malêt wa yê li Pîrosa û malêt Rehmî û Kerîm yê li Cizîrê, mala Fehmîyê birayê wa ya li Silopiya.

c. MALA HEMORUHANA: Musayê babê Hamid kurê Osmane, Osman kurê hemoruhana ye û Mihemedê babê Şeref kurê Teha ye, Musayê babê Hamid û Mihemedê babê Şeref pismamêt êkin. Kurêt Hamîd: Remezan û Şehwan malêt wa yê li Mêrsînê. Kurêt Şeref: Wahid û Azad malêt wa yê li Cizîrê, mala Mihemedê birayê wa ya li Elkî. Şeref kurê Gulê ye, Gul ya Elkî ye, digehîte mala Meglan. Mala Salihê Xemuşîna, mala ‘Elîzeba û mala Hemoruhana pismamêt êkin.

ç- MALA HECÎ ‘ELİYÊ XEMUŞÎNA: Ev binemala Xemuşîna yê li başûrî welatî li Duhokê. … Hecî ‘Elî kurê Dirboye, Dirbo kurê Mehmûde. Jİ vê binemala Xemuşîna çend malek yê li Giriya seraserî û çend malek jî yê li başûrî welatî li gundê Dêragijnik.

Mala Sofî: Ehmed ewê neqil nav digotê sofî kurê Mehmûde, Mehmûd kurê Malxwê ye, Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesina ye, ew ji gundê Pîrosa yê rabî mala xwe ya birye gundê Kêste(كيسته) li devera Berwariya, ewa ser bi qeza Amêdiyê ve, li dev şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ew li wêderê yê xwecih bî.. Li gundê Kêste ew binemala dibêjinê mala Sofî, ew digehne Sofî Mehmûdî, Sofî Mehmûd kurê Malxwye, Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî, (Rehma Xudê lê bît) , dibêjin Sofî Mehmûd mirovekî gelekî dîndar û maqûl bû, heta dibêjin wî gelek sala mezinatî û rêberiya xelkê gundê Kêste û wa gundêt rex û doranêt Kêste jî ya kirî. Li gundê Kêste ji dûndeha vî Ehmedî ewê neqil nav digotê sofî, ucaxek ya heyî dibêjnê: Ucaxa malbata Hacî. Ev ucaxe ji va hersê (3) babka pêktên: a. Babkê mala Sofî ku nûke piraniya wa yê li welatê Hollenda û Keneda. b. Babkê Feqî Mehmûd, ew yê li vahersê welata anku Emerika, Keneda û Ferensa. c. Babkê mala silêman û Muhemmed ew jî yê li başûrê welatî û welatê Keneda. Evêt dî jî yê li Duhok, Zaxo û gundê Kêste mayîn. Mala Hisênê Sincoyî, mala Nebî û mala Hisên Helebî bapîrkalkêt wan ji gundê Kêste ji başûrî welatî yêt hatîne gundê Pîrosa li nav mirovêt xwe yêt xwecih û akincî bîn. Ev herçar binemalêt me gotîn anku: Mala Hisênê Sincoyî, mala Nebî, mala Hisên Helebî û ucaxa malbata Hacî ewêt ku li gundê Kêste hemî Pismamêt êkin. Li gundê Pîrosa ji dûndeha Ehmedî ewê neqil nav digotê sofî , ewê kurê Mehmûd, Mehmûd kurê Malxwê, Malxwê kurê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî (Rehma Xudê lê bît) ev herçar binemale yêt heyîn:

a. MALA HİSÊNÊ SİNCOYÎ: … Nebî babê mela Se’diye, mela Se’dî babê Îsma’île, Îsma’îl babê Hisêne, Hisên babê Sincoye, Sinco babê Hisêne, Hisên babê: Hecî Se’îd, Me’ruf, ‘Etem, Hecî û Hesene . Hisênê Sincoyî (Rehma Xudê lê bît) mirovekî dîndar û teqwa bû. Mala kurêt Hesen ya li Cizîrê, Mala Hecî Se’îd û Hecî yê li Silopiya. Mala Me’ruf ya li Mêrsînê û mala ‘Etem ya li Wanê.

b. MALA NEBÎ:

… Nebî babê mela Se’diye, mela Se’dî babê mela Îsma’île, mela Îsma’îl babê Nebiye, Nebî babê: Mihemed ‘Elî, Hemîd û Îsife. Kurêt Mihemed ‘Elî: Necmeddîn û Nesreddîn malêt wa yê li Silopi ya. Kurêt Hemîdî: Hemze, Sima’îl û Remezan malêt wa yê li Silopiya. Mala Îsifî ya li Stenmbolê û ya kurê wî Fazilî ya li Edena.

c. MALA HİSÊN (HELEBÎ): … Leşker babê Mistefaye, Mistefa babê Ehmede, Ehmed babê ‘Eliye, ‘Elî babê Hisêne, Hisên babê: Ehmed, Mihemed, ‘Elî û Hesene. Sofî Hisên (Rehma Xudê lêbît) mirovekî gelek yî teqwa û yî dîndar bû. Safiya û Amîna kabaniya Unisê babê Hesen ji babê da xwşkêt Eliyê babê Hisênê helebî ne. Mala Ehmed û Mihemedî ya li Mêrsînê û ya ’Elî ya li Edena.

UCAXA MALMELA Ji gundê Kêste (كيسته) kurekî şêx Muhemmedî: ‘Elî bi malve diçîte ser gundê Hirorê (هروري) ew jî li wêrê xwecih dibît, heta gor û gumbeta vî şêx ‘Eliyê kurê şêx Muhemmedê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî di nav gundê Hirorê da hêj heta nihe jî ya diyar û berçave. Li gundê Hirorê ewê ku dikevîte devera berwariya, ucaxeka heyî navê wê ucaxa malmelaye, ev ucaxa ji du babika pêktên. a. Babkê binemala Şêx Muhemedê Hirorî. Gelek mal ji vî babkî yêt çûyne: Almaniya û İngiltere û çend malek jî yêt çûyne Duhokê û hinde binemal jî yêt mayne li ser gundê Hirorê. b. Babkê binemala hecî Muhemed ‘Elî, gelek mal ji vî babkî yêt çûyne: Swêd, Almaniya û Holenda û hinde welatên dî jî û hindek jî yêt çûyne: Duhokê, Zaxo û yêt dî jî yêt mayne li ser gundê Hirorê. Ev malbata ucaxa malmela li gundê Hirorê hej berê da ji aliyê ‘İlim û zanînê da dinavdar bin anku gelek ‘alim û zana yê ji wa rabîn. Hejî gotinê ye bêjîn: Şêx Muhemmed ‘Eliyê kurê şêx ‘Eliyê Hirorê(هروري) ‘alim û zanayekî gelekî mezin û yî navdar bû, û mela Sedîq jî digehîte Şêx Muhemmed ‘Eliyê Hirorî.

MALA AVDEL: Bine mala heciyê sadiq û bine mala avdel babîrkalkêt wa ji nav Pîrosîyêt gundê Boselê(بوصه لي) yêt hatîne nav Goyan, salwextekî li gundê Bêjohê yêt mayîn, paşê ew ji wêrê yêt rabîn û hatîne nav mirovêt xwe, li ser gundê Pîrosa yêt mayîn û akincî bîn.

MALA HECİYÊ SADİQ …Salih babê ‘Emere ‘Emer babê Tîtane, Tîtan babê Geve ye, Geve babê Hisên û wî Mihemediye ewê neqilnav digotê (Hemedînk), Hisên zavayê Ehmoyê mala Xêvey bû kurek bitinê yê bidûv ketî navê wî ‘Emer bû, ev ‘Emere bê dûndeh yê mirî û çûyî û Mihemedî jî Sadiq bitinê yê bidûv ketî (Rehma Xudê li wa bît ). Sadiq babê Hecî ye, Hecî babê: Mela Hesen, Cindî, Sadiq, Mihemed, Ehmed Hisên û Salihe. Zêrîn kiça Sadiqe, anku xûşka Heciyê kurê Sadiqe. Heciyê Sadiq (Rehma Xudê lê bît) mirovekî gelekî dîndar û yî merd bû. Zêrîn dabu Salihê kurê Ne’muyê Avdelzêra. Salihî çu dûndeha nêrîn bidûv neketiye, wî hema kiçek bitinê ji Zêrînê hebû navê wê: Hûr bû dabû Se’diyê babê Mîrxanî (Rehma Xudê lêbît). Kurêt mela Hesen (Rema Xudê lê bît): Mela ‘Ebdulwahid mala wî ya li Silopiya û mala birayê wî: ‘Ebdulhekîmî ya li Elkî. Kurêt Cindî: Fuad û Tariq malêt wa yê li Şernexê û mala Hecî û ya fewzî yê li Elkî û mala ‘Emerî ya li Silopiya. Kurêt Sadiq: ‘Ebduslam mala wî ya li Cizîrê û mala Sefer û ya Mes’ud jî yê li Silopiya. Mala Mihemedê babê: Cebarî (Rehma Xudê lê bît) û ya kurê wî Muslimî yê li Elkî, mala kurêt wî yêt dî, ya ‘Ebasî û ya Eyubî yê li Silopiya. Mala Ehmed û kurê wî: Keremî yê li Elkî û ya Îslamî ya li Silopiya. Mala Salih û kurê wî û mala kurê Hisên: Mizgînî yê li Elkî. Dibêjin ev (Hemedînke) anku ev Mihemede mirovekî gelekî bisteh û zîrek (dînemêr) bû ji berhindê yê gotiyê (Hemedînk). Sadiqê babê Hecî û keleşê kevin biramakêt êkin, navê deyka wa Guhar bû. ‘Emerê kurê Hisênê birayê Mihemedê kevin xwarzayê Musayê Ehmoyê Mala Xêve ye.

MALA AVDELZÊRA Mala Avdelzêra piştî hatîne ser gundê Pîrosa Avdelzêra hindek ji milkê bine mala Mihê Gulanê û Beytoyê Muqurya bo xwe yêt kirîn û hetta aşê aşka û bersûlav jî Avdelzêra kirî bin, dibêjin Avdelzêra mirovekî gelekî têgehiştî û zana bû Rehma Xudê lê bît). Dibêjin: Mala Avdelzêra û Mala Heciyê Sadiq li ‘Emerê babê Tîtan digehne êk: ‘Emer babê Bîro ye, Bîro babê Avdelî ye. Avdelzêra çar kur yê bidûv ketîn: Ne’mo, ’Ezo, ‘Ebdullah û Miho. Dibêjin:Ne’moyê Avdelzêra (Rehma Xudê lê bît) mirovekî gelekî aqildar bû. Ne’moyî çar kabanî hebin: Hûr, Fetîha, Aso Aso ya Bilêlî bû û Helîma Helîma ya ji Xaziy bû, Hûrê du kur hebin Salih û Îbrahîm. Hûr û Fetîha herdu ji mala Malxwê bin, Fetîha deyka Îsifî ye. Ne’moyî pênc kur yê bidûv ketîn: Îbrahîm, Îsif, Hebib, Hesen û Salih. Kurêt Îbrahîmî: Cemîl û kurêt Tahirî (Rehma Xudê lê bît) malêt wa yê li Şernexê. Kurêt Mûsayî: Ne’manî mala wî ya li Şernexê û mala birayê wî Nizarî ya li Duhokê. Kurêt Îsifî: ‘Emer û Şeref malêt wa, anku mala Şeref û birazayêt wî Sebrî,Salih,mehemed,Ehmed,îsif û wedad yê li Şernexê. Mala Mihemedê kurê Hebib ya li Ceyhanê. Kurêt Hesenî: Remezan û birayêt wî malêt wa yê li Melêsê taxê Aşêçavşîn. Salihî çu dûndeha nêrîn bidûv neketiye, wî hema kiçek bitinê ji Zêrînê hebû navê wê: Hûr bû dabû Se’diyê babê Mîrxanê rehmetî Zêrîn xûşka Heciyê kurê Sadiq bû. ’Ezo babê ‘Eliye, ‘Elî babê ‘Ezîzî ye. ‘Ezîz (Rehma Xudê lê bît) mirovekî maqûl û merd bû. Xezo kabaniya ‘Elê ‘Ezoyî ji Malamalxûwê bû. Kurêt ‘Ezîzî : Celat û birayêt wî malêt wa yê li Melêsê taxê Aşêçavşîn. ‘Ebdullah babê Qadire. Kurêt Qadir: ‘Ebdullah mala wî ya li Şernexê, malêt birayêt wî: Avdel, Mihemed û Ehmed yê li Silopiya. Miho babê Fetehe. Kurêt Fetehî: Hisên û Emîn malêt wa yê li Pîrosa, mala birayê wa: Mihemed Selimî ya li Geverê.

MALA MELAYÎ: Babkê mala melayî bapîrkalkê wa yê ji başûrî welatî ji nav gundêt deşta Dubanê yêt hatîne bakurî welatî nav herêma Botîn çend sala yêt mayne li Dêrgulê, paşê bapîrkalkê wa yê ji Dêrgulê rabîn û hatîn li ser gundê Pîrosa ew jî yêt mayîn û cihwarbîn. Mala melayî sê bira bin: Hemed, Qado û ‘Emer. Mala Hemed li gundê Pîrosa yêt xwech bîn, dibêjinî mala mela Hemeavdela anku (mala melayî), dibêjin ev mela Hemede mirovekî gelekî dîndar û hindî bêjî yî xêrxwaz bû. Mala melayî ji va binemalêt jêrî pêk têt:

a-MALA BAROYÎ

Hemomelek, babê Hemoavdelaye, Hemoavdel babê Hemoye, Hemo babê mela Hemede, mela Hemed babê Hemede, Hemed babê Se’doye, Se’do babê Baraniye, Baranî babê: Mela Hesen, Ehmed, ‘Îbrahîm, Hisên, ‘Umer, Heyder û Se’dulahî, Û Ehmed ye. Baranî mirovekî maldar û merd bû. Baranî, Hecî û Kelo birayêt êkin, Hecî babê Hekîm û ‘Ebabekre û Kelo babê Mihemed û ‘Elî ye.

b-MALA HEMO BİHARA: Anku mala Şerîfê Qadoyî ewêt ku berê mala wa li Aşka: Qado babê Hesene, Hesen babê: Şerîf, Welî û Îbrahîmî ye. Mala Şerîf û kurêt wî: Kerem, Qadir, Sebrî, Azad û Îsifî yê li Wanê, mala Ehmed û Mihemed yê li Kawaşê. Mala Feyselê kurê Îbrahîmî ya li Wanê û ya birayêt wî: Ehmed û Salihî ya li Edena. Mala Welî û kurêt wî ya li Dêzê Ev bine male digehîte mala Melayî.

c.MALA SALİHÊ MÎHÊ: Hemed babê Sofiye, Sofî babê Mihê ye, Mihê babê Salihe, Salih babê: ‘Arif û mela Mihemede (Rehma Xudê lêbît). Mala ‘Arif û mala kurê mela Mihemed: Mela Qasim yê li Cizîrê. Sofî û Se’doyê babê Baranî birayêt êkin.

ç-MALA XAZÎKÊ: Findo birazayê Se’doyê kurê Hemede, Findo babê Xaziye, Xazî babê: Binyamê, Ehmed û Silêmane. Malêt kurêt Binyamê, Ehmed û Silêmane yê li Edena. Ev herdu binemale anku: Mala Salihê Mihê û mala Xazîkê digehine mala Baroyî.

d-MALA SOFÎ: Hindek yê li Colemêrgê li gundê Kehakilîla, ew jî digehine mala Melayî. e-MALA SALİHÊ MÎHÊ: Hejî gotiniye bêjîn: Dûndeha ‘Emer ewêt ku di bêjinê Mala Umerkê ji va herçar binemalêt jêrî pêk têt:

f-MALA ÎSİVÊ ‘EBDUYÊ (MALA TEHLÊ): Seydo babê Tehlo ye, Tehlo babê ‘Ebdo ye, ‘Ebdo babê Îsife. Kurêt Îsifî: ‘Ebdullah mala kurê wî: ‘Adil û birayêt wî yê li Edena. Mala Mistefayê babê: Hacî û Îsifî (Rehma Xudê lê bît) û ya kurê wî Xelîlî ya li Cizîrê.

g-MALA BİRONASİRA: Yê li Çolemêrgê û başûrî welatî: Li Zaxo û li gundê Sipindarokê.

h-MALA HACÎ: Yêt çûyine Kespiyanişê nav Jîrkiya û li çemê ‘Ezoyî yêt xwe cih bîn. ı-MALA QADOYÊ SEFOYÎ: Ji gundê Pîrosa yêt çûne ser gundê Hemka û li wêrê yêt mayîn û xwecih bîn.

i-MALA BİNYAMÊ: Ev binemala Binyamê yê li gundê Hedrîşê cihwar û akincî bîn. j-MALA HESOYÎ: Yê li Silopiya, Mêrsînê û Dörtyolê. Mala Îsivê ‘Ebduyê (mala Tehlê), mala Bironasira, mala Hacî, mala Qadoyê Sefoyî, mala Binyamê û mala Hesoyî eve hemî pismamêt êkin.

BABKÊ XAZİYA: Ev binemalêt babkê Xaziya hemî ji bab û kala da digehine êk anku bab û kalêt wa bira û pismamêt êkin. Ev binemale di gehne Mizûriya ji kevn da ew yê ji başûrî welatî ji Gundê Çemankê nêzîkî Duhokê yêt hatîne ser gondê Pirosa yêt mayîn û xwe cih bîn. Hejî gotiniye bêjîn. Mizûrî anku Çemankî di ‘eslê xwe da digehne Barzaniya. Du bira binavê: Xelîl û Gewro yêt hatîn li gundê Pîrosa yêt xwecih bîn, Xelîl li taxê Meyşê û Gewro jî li taxê Aşka yêt xwecih bîn. Heta dibêjin Qaqaniyêt va Xaziya yêt gundê Çemankê di mala Hesê da li gundê Pîrosa li demê xaniyê wî sotî yêt hatîne sotin! Gelecara Simê digot Hecî Meloyî anku mezinê Mizûriya her digot: Hinde mirovêt me ji gundê me anku ji Cemankê yêt çûyne herêma Hekariyê li gundê Pîrosa yêt xwecih bîn. Heta ji ber vê mirovahiniyê zivistanekê ‘Ebdullahê babê hecî Mûsayê Xaziya û Baroyê Se’doyê mala melayî pêkve pezê xwe yê birye ser kozê li rex û doranêt gundê Cemankê. Babkê Xaziya ji va çend binemala pêktêt:

a. MALA HECÎ MUSAYÊ HESÊ: Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdoye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simêye, ‘Emer babê: Hecî Musaye. Kurêt hecî Musayî: Casim mala kurê wî û ya kurêt birayê wî: ’Elî û ya birazayêt wa: Samî, Feysel û Xazî yê li Edena û mala birayê wa: ‘Emerî ya li Silopiya. Mala kurêt hecî Musayî yêt dî anku: Mihemed Selîm û birayêt wî: Ferxî û Şêrwanî yê li Duhokê.

b.MALA SİMÊ HESÊ: Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdo ye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simê ye, Simê babê Hesene, Hesen babê: Salih yê li Edena, Emîn yê li Elkî, Kimal yê li Silopiya. Simê mamê Musayê babê Casim wa ye.

c.MALA HEBÎBÊ SİLOYÎ HESÊ: Mihemed babê Hesê ye, Hesê babê ‘Ebdo ye, ‘Ebdo û Silo birayêt êkin, Silo babê Hebîbe. Kûrêt Hebîb: Silêman mala wî ya li Silopiya, ya birayê wî: Cibraîlî ya li Geverê û ya birayê wa yê dî anku: Hebûbî ya li Dörtyolê. Silo birayê ‘Ebdoye, ‘Ebdo babê ‘Emer û Simê ye. ç-MALA USKÊ: Meso babê Uskê ye, Uskê babê Xemoye, Xemo babê: ‘Elî û Osmane. Kurêt ‘Elî: Hisên kurêt wî yê li Silopiya û Hesen malêt wa yê li Cizîrê. Malêt birayêt wa: Reşîd û ’Emerî yê li Edena. Kurêt Osman: Muhsin û ‘Ebdullah mala wa ya li Silopiya. Ehmedê Zeloyê kurê Salihe, Salih kurê Îsife. Mala Ehmedê Zeloyê babê: Mela Tahir û ya birayêt wî: Se’îd û Mihemedî yê li Colemêgê. Mala Uskê û mala Ehmedê Zeloyê li Uskê dibine pismamêt êk. Ev herçar binemale anku: Mala Hecî Musayê Hesê, Mala Simê Hesê, Mala, Hebûbê Siloyî Hesê û Mala Uskê pismamêt êkin dûndeha Xelîl in.

d. MALA ŞABÊ:

Şabê babê ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê Haciye (ewê digotê Haciyê Elfiyê). Hacî babê Ehmede. kurêt Ehmed: Nasir mala wî ya li Silopiya. Mala Emînê birayê wî ya li Misêbînê û ya Remezan ya li Wanê. Musa babê Mihemed û ‘ezîziye. Mala Mihemed û ‘ezîzî ya li Silopiya. ‘Ebdullah babê Hacî û Mûsayê babê Mihemedê Ruhanê (Rehma Xudê lê bît) birayêt êkin.

e. MALA KÊSTÊ: Hacî babê Salihe, Salih babê Hisêne. Kurêt Hisên: ‘Elî, Salih û Reşîd. Mala ‘Elî ya li Kawaşê, mala Salih ya li silopiya mala Reşîd ya li Aşka.

f-BİNEMALA BİLAL: Bilal kurê ’Ebabekire, mala birayê Bilal Ehmedî, mala kurêt Bilal: Eyub,’Ebabekir ‘Emer û Keremî û mala birazayê Bilal: Nezîrî yê li Başkala. Mala kurêt mela Mihemedê Xaziya: Mehdî û birayêt wî yê li Colemêrgê û mala birayê mela Mihemedê: Mela Sedîq ewê bi navê (Dilbirîn) dihate niyasîn; ewê şa’êrê mela Mistefayê Barzanî (Rehma Xudê lê bît) û mala mela ‘Ebûzêd kur û birazayêt wî yê li Zaxo xwecih bîn. Ev binemale anku mela Mihemedê Xaziya û birayêt wî digehine vê binemala Kêstê, ew jî ji babkê Xaziya ne. Hindek ji va Xaziya yêt çûyne Xavesorê nav Birûkiya li wêrê yêt mayîn û xwecih bîn. Heta di zemana da hindek ji va Xaziyêt li gundê Pîrosa yêt çûne seredana wa mirovêt xwe ewêt ku li wêrê anku li nav Birûkiya. Cend binemalêt Xaziya yê li Mêrsînê jî heyîn. Ev herçar binemale anku: Mala mela Mihemed, Mala Şabê, Mala Kêstê û mala Bilal pismamêt êkin dûndeha Gewroyî ne.

BABKÊ MUQURYA: Ev binemalêt babkê Muqurya hemî ji bab û kala da digehine êk anku bab û kalêt wa bira û pismamê êkin. Ev babkê Muqurya eve berî çarsedsala pitire (400) yê ji nav ‘eşîra Heseniyan ji herêma Wanê ji Uzalpê şeş mal pêkve yêt hatîn, ew di ‘eslê xwe da şikakin digehne Mukriya anku binemala Xanê lepzêrîn.

a. MALA MERWAN ANKU MALA PEROKÊ:

Ev bine male yêt hatîn li gundê Pîrosa xwecihbîn. Merwan babê Sima’ile, Sima’il babê Xalide, Xalid babê Mihêye. Kurêt Mihê: Salih, Xalid, Musa, Hecî, ‘Eslan û ‘Îsa. Mala Salih û kurêt wî yê li Edena, mala birayê wa Hesenî ya li Elkî. Mala Xalid ya li pîrosa, ya kurê wî Cemîlî ya li Silopiya. Mala Musayî ya li Edena û mala kurêt wî: Ya Hikmetî ya li Başkala û mala Xelîl ya li Silopiya. Mala ‘Eslan ya li Pirosa Mala kurê Hecî: Celal ya li Başkala. Mala kurêt ‘Îsayî: Sadiq, Sedîq, Şemsedîn, Îsa û Behrî yê li Edena. Sima’îl babê Ehmedê Xoxêye. Kurêt Ehmedê Xoxê: ‘Ebdilsitar û birayêt wî mala wa ya li Edena. Sima’îlê babê Ehmedê Xoxê û Xalid birayêt êkin. Xalid babê ‘Eliye, ‘Elî babê: Hecî Selîme. Mala hecî Selîmî ya li Edena. ‘Ebdullah babê Têcoye, Têco babê Hisêne. Kurêt Hisên: Mihemed se’îd û birayêt wî malêt wa yê li Edena. ‘Ebdulahê babê Têcoyî û Xalid birayêt êkin. Mala Reşoyî: Reşo babê ‘Eliye. Kurêt ‘Elî malêt wa yê li gundê Çemêdêzê. Mala Ehmedê Xoxê, mala ‘Eliyê xalid û mala Reşoyî digehine mala Merwan pismamêt êkin.

b. MALA MİJDÊ: Ev bine male jî yêt hatîn li gundê Pîrosa xwecih bîn. Mijdo babê Silêmane (Siloyî ye), Silêman babê: ‘Ebdullahiye, ‘Ebdullah babê: Mela Yehyayî û ‘Emere, ‘Emer babê Heciye, Hecî babê Salihe, Salih babê: Se’dî, ‘Elî û ‘Emere. Kabaniya Salih anku deyka: Se’dî, ‘Elî û ‘Emer navê wê Mîrane, Mîran kiça Avdelê kurê Îsma’îlê mala Keleş e. Kurêt Se’dî: Mela Mijdar û birayêt wî mala wa ya li Wanê. kurêt ‘Elî: Îdrîs, Orhan û Hisên mala wa yê li Wanê. Kurêt Emer: Reşîd mala wî ya li Pîrosa, mala ‘Emer ya li Silopiya û mala Salih jî ya li Elkî. Cibo babê Îsife, Îsif babê: Kazoyî, Îsif û wî Hebîbiye ewê digotê: Hebîbê ‘Emoxana. Mala mijdê û ev mala Cibê pismamêt êkin. Mela Yehya ‘alim û zanayekî binav û deng bû digehîte vê binemalê, vî mela Yehyayî di zemana da mala xwe yabirî û yê çûye nav Qeşûriya li wêrê yê xwecih bî.

c. MALA MİSTOYÎ: Mala Simê Rehimayê anku Mala Mistoyî li Melêsê yêt xwe cihbîn. Sîma’îl babê Mistoye, Misto babê: Ehmed, Sima’îl, Miho û Biroye. Kabaniya Mistoyî anku deyka: Ehmed, Sima’îl, Miho û Biroyî navê wê Xemrî ye, Xemrî kiça wî Îbrahîmî ye ewê ku neqilnav digotê (xêve); ewê mala Xêveyî pê hatiye navkirin. Îbrahîm (Biro) babê: Xurşîd, Selîm, Tahir, hîsên û Mistefa ye. Miho babê: Îsif, Selman,Se’îd, Ehmed, ‘Ebdulah, ’Îsa, Cum’e û Emîne. Sima’îl babê: Lîwan û Eyhane. Ehmed babê: Binyamê, Salih û Heci ye. Ev herçar binemale li Melêsê yêt xwe cihbîn. Kurêt Mihoyê Xemriyê: Selman, Ehmed û Îsif malêt wa yê li Kawaşê. Ev herçar binemale xwarzayêt mala Xêveyî ne.

ç-MALA ‘ELOYÊ GERDOYÊ: Ev bine male yêt hatîn li gundê Pîrosa xwecih bîn. Îsif babê Eliye, ‘Elî babê Îsife, Îsif babê: Mela Mistefa û ‘Elî ye. Mela Mistefayê Gerdoyê yê çûyne Aşûtê li nav Qeşûriya li wêrê yêt xwecih bîn. Kurê ‘Elî: Nurî, Hisên, Reşîd, Sebrî û Xurşîd malêt wa yê li Wanê.

d. MALA BERESORÎ: Ev bine male li gundê Pîrosa yêt xwecih bîn. Biro babê avdele, Avdel babê hecî ‘Eliye. Hecî ‘Elî babê: Hecî Mehmûd, Avdel û ‘Emere. Belê nihe Mala Hecî Mehmûd û ya birayê wî Avdelî yê li Melêsê Taxê Aşêçavşîn û mala kurêt ‘Emerî: Çolî ya li Kawaşê û ya birayê wî Ehmedî ya li Başkala. Dibêjin Finê maldar û zengînekî gelekî mezin bû. Ev binemala Beresorî digehine wî. Heta dibêjin ji nav ‘eşîra Heseniya carekê hinde mirovêt va Muqurya li dûv nav û dengêt zengîniya Finê yêt hatîne Melêsê seredana wî, serhatîya Fenî geleka dirêje.

e. MALA BİROBÊZALA: Ev bine male li gundê Pîrosa li taxê Aşka yêt xwecih bîn. Hecî babê Mûsaye, Mûsa babê Biroye. Kurêt Biroy: Ehmed mala wî ya Kewaşê, mala Tahir ya li Silopiya, mala Cemal û Feteh yê li Edena û mala Xalid ya li Aşka . Hindek ji va Muqurya yê li Wanê û Geverê û hindek ji yê li başûrî welat li Dêragijnîk yêt xwecihbîn. Babkekî Muqurya yê li nav Hemka jî heyî dibêjinê: Mala Mistoyî, Misto babê Yasîne, Yasîn babê Hesene, Hesen babê Îsive, eve digehine mala Perokê.

QEBÎLA BİLÊLİYA: Qebîla Bilêliya ji ‘eslê xwe yê kevin da Xalidîne anku digehine qumandarê Pêxemberî (Selat û selam li ser bin) Sehabiyê navdar Xalidê kurê Welîdî (Rehma Xudê lê bît). Babkalikê Bilêliya yê pêşiyê dibêjin navê wî Bilal bû, ew li gel çend birayêt xwe ji rexê Misêbînê ve yêt rabîn çûyine Binxetê rojavayî welatî paşê ji wêrê yêt rabîn çûne başûrî welatî çend saleka li ser gundekî nêzîkî Duhokê yêt mayîn, paşî ji wêrê jî yêt rabîn hatîne bakurî welatî qeza Çelê li ser gundekî Pinyanişya ewê ku dibêjinê: Talîsa Serêşîva Bilêcanê li wêrê yêt cihwar dibin. Dibêjin ew Bilalê navbirî mirovekî aqilmend û gelekî dîndar bû, ew rêber û mezinê mirovêt xwe bû, darê xûnê didestê wî da bû, wî bo sulihûselahet û pêkînadina Bilêcaniya; heke zelamek bi xeletî hatiba kuştin wî xûna wî sed (100) dar bi wî darê xwe ji axa ewê kuştin bidestî hatiye kirin dipîvan û didane mîrat girêt ewê ku hatiye kuştin, belê heke jinkek bi xeletî hatiba kuştin wî ‘eynen wesa xûna wê jinkê pêncîyh (50) dar bi wî darê xwe didane mîrat girêt wê jinkê. Heta gelek cara wî bi darê xwe yêt xirabiyek dikir cizadikir û edeb didan jî, ew dinav mirovêt xwe da hindî ‘adil bû. Eve piştî wa çend sal li wêrê li gel xelkê wêrê borandîn ew gelek boş û zêdedibin, dibêjin hîngê ji wa Bilêliyêt Bilêcanê du kurêt bilalî: Mistefa û ‘Îsa li gel kurmamekî xwe navê wî: Hemed bû, kasera çî ew ji wa sildibin û mişext dibin ji wêrê radibin têne gundê Pîrosa, li taxê gundî li nav Pîrhesiniya cihwar û xwe cihdidibin û dibine vehewhayêt wa. Hejî gotinê bêjîn Bilêliyêt gundê Pîrosa hemî digehine êkudu çunku hemî dûndeha va hersê kesaye ewêt ku me gotîn. Mala Mehmûd, mala Hîmê û mala Şêxê ev hersê binemale digehine Mistefayî û mala Îsakê, mala Tukil, mala hoçka û mala ‘Ebdal jî digehine ‘Îsayî û mala Geveyî bitinê digehine Hemed kurmamê Mistefa û ‘Îsayî ewê ku li gel wa hatî. Mizgefta gundî anku ya taxê Bilêliya berî ku ew bêne wêrê nav Pîrhesiniya, Pîrhesiniya ji kevin da ew Mizgeft ya avakirî, belê piştî qebîla Bilêliya bitinê mayne li wêrê wa ew Mizgeft ya rakirî û ya kiriye duqat. Hîngê li berdestê gelek ‘alim û seyda hejmareka zêde ji feqiya di vê Mizgeftê da yê xwandî û tedrîsat jî ya kirî, heta dibêjin: Li danê biharê nexasima li meha Adarê bir bir feqî diçûne ber berojkekî mizgeftê ewê ji gundî pê da, ewê dibêjnê: Berfeqiya li bersingê Komtkê dola mala Renda dewrêt xwe dixwandin û jiberdikin. Ji vê qebîla Bilêliya gelek ‘alim û zana yêt rabîn eve herwekî: Mela Pûrmûs, mela ‘Elî, mela Mehmûd,mela Selîm, mela Temer, mela Nezîr, mela ‘Emer, mela Cindî, mela Şûkrî, mela Îsmet, mela Îsma’îl, mela Îbrahîm, mela cemîl , mela ‘Emer , mela cemal , mela Hisnî, mela Hêsên , mela Mûsa, mela Abdurhman, mela Heyder û mela mihemed eve çendekêt dî jî ji vê qebîla Bilêliya yêt rabîn . Mela Mehmûd (Rehma Xudayê Jorî lê bît) mirovekî gelekî têgehiştî û aqildarekî mezin bû, ‘Emrê wî gehiştibû nêzîkî (100) sedsaliyê, hêj tam ew li ser hemdê xwe bû, wî ew tiştêt ji bab û bapîrê xwe guhlê bîn bi timamî vedgêran û digotin bêşaşî. Hejî gotiniye bêjîn Seydayê mela Temer (Rehma Xudayê Jorî lê bît) li gundê Pîrosa û li gundê Çemanê li nav Jîrkiya gelek sala tedrîsat ya kirî û ders yêt gotîne feqiya. Seydayê mela Nezîr jî medresa wî ewa ku li sala 1996ê bi navê (مدرسة خليل الرحمن ) - Medresa Xelîlurrehman li bajêrê Çolemêrgê hatiye avakirin ya hey, eve çend sale ew jî yê di wê Medresê da tedrîsatê diket û dersê dibêjîte feqiya. Sofî ‘Ebdurehman babê: Îsifî, Xalid, Ehmed û Mihemedî ye, ewêt ku digehne mala Hîmê ji Bilêliya kurêt: ‘Eyşa (Eyşo ya) kiça Xemê ne, Xem ji dayê da xûşika ‘Ebdullahê mala Xêve ye. Ev binemala Sofî ‘Ebdurhmanê Bersûlavî dibine xwarzayêt ‘Ebdullahê mala Xêveyî. Bilêliya hemiya pêkve Taxê Zevya yê ji Mehmeda kirî. Gelek mal û binemal ji vê qebîla Bilêliya ji gundî yêt rabîn nexasime li sala 1984-1999ê ji ber tevger û serhildana bakur gund yê berdayî û yêt çûyîn li gelek gund û bajêra yêt xwecih bîn eve wekî: Colemêrgê, geliyê Colemêrgê, Cemkî, Talêûbazê, Geverê, Xurêkanajorî, Xurêkanajêrî, Dodka, Wanê, Elkî, Cemanê, geliyê Dêzê, Kehê, li nav Qeşûriya, Cizîrê, Misêbînê, Silopya, Edena, Mêrsînê, Entaliya, Sitembolê, Zaxo, Duhokê, Elmaniya û Îsfîçra û gelek cihêt û warêt dî jî... Ji vê qebîla Bilêliya çend malek yêt mayîne li ser gundê Pîrosa li taxê gundî û hinde mal jî yêt mayine ser Taxê aşka û Zeviya. Zeviya jî taxeke ji gundê Pîrosa.

GUNDÊ PÎROSA

Gundê ji hemî gunda kevintir li vê herêmê piştî qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) Elkî gundê Pîrosa yan jî Pîroza ye. Piştî ku Bilêlî hatîne nav Pîrhesiniya û xwe cihbîn, ew û Pîrhesinî pêkve û dinavêk da li taxê Mizgeftê çend sala di mînin. Ev gundê Pîrosa ji du taxêt mezin pêk têt: Taxê Pîrhesiniya û taxê Bilêliya, hîngê ev herdu taxe anku Pîrhesinî û Bilêlî di navêk da li taxê gundî li ser gundê kevin di navêka da bin hemî pêk ve. Belê demê Pîrhesinî û Bilêlî lêkketîn, hîngê ji bîst (20) mêra pitir ji herdu rexa têne kuştin heta Keleşê kevn jî li wî şerî yê hatiye birîndarkirin û ew bi wê birînê yê mirî(Rehma Xudê lê bît). Ji ber wî şerî Bilêlî radibin ji wêrê mişextd bîn diçine nav Berwariya li başûrî welatî. Piştî wa Pîrhesinî jî hemî pêkve radibin xwe didene êk malêt xwe ji wêrê dibene Girêgûska li wêrê bo xwe xaniya avadiken. Li havînê nijdeyeka Bilêliya têt gundê kevin anku xaniyêt xwe û Pîrhesiniya hemiya pêkve di sojin. Piştî Qeşûrî û Berwariya sulha wa kirî Bilêlî dizivirin ve têne gundê Pîrosa li ser kavilêt xwe û yêt Pîrhesiniya li taxê gundî û ew bitinê li wêrê dimînin. Hîngê gelek malêt Bilêliya ji wêrê nezivirîne û nehatîne gundê Pîrosa yêt mayne li başûrî welati. Pîrhesinî jî ji Girêgûska radibin li taxê xwe belav dibin, her malek diçîte ser milkê xwe û bo xwe xaniya avadiken. Ev herdu qebîle anku Pîrhesinî û Bilêlî li gel babkê Xaziya, babkê Muqurya û mala Melayî hemî pêkve Pîrosîne, çenda ku ji kevin da jî ‘eslê wa ne êke jî çunku eve çend sed sale ye bab û bapîrkalkêt wa hemî pêk ve bi birayînî, bi viyan û tifaq li ser gundê Pîrosa yêt xwecih û akincî bîn û hemiya li gelêk ‘emrê xwe yê borandî û yêt bîne xal û xwarzayêt êk. Qebîla Xaziya, Muqurya û mala Melayî piştî Pîrhesinî ji taxê gundî çûyne ser taxê xwe; li ser milkê xwe belavbîn yêt hatîne nav Pîrhesiniya. Ev Pîrosiyêt nihe li qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) li Elkî li ser gundê Pîrosa yan jî Pîroza dijîn hejmara û hereboşiya wa geleka zêdeye; nêzîkî hizar (1000) mala pitirin, hindî bêjî Pîrosî di welat perwerin, wa ji ber rewşa tevger û serhildana bakur li bihara sala 1999ê gundê xwe yê berdayî. Belê hîngê hema Ne’metê rehmetî bi tinê xaniyê xwe neberdaye heta ku ew li wêrê yê mirî. Nihe 15/20 malek bitinê yêt mayîne li ser gundê Pîrosa, yêt dî hemî yêt belav bîn û çûyin li gelek cihu bajêra û welata yêt xwecih bîn eve herwekî : Colemêrgê, Geverê, Elkî, Şemzîna, Wanê, Başkala, Şernexê, Cizîrê, Silopiya, Aşûtê, Misêbînê, Sitembolê, Edena, Ceyhanê, Dörtyolê, Mêrsînê, Duhokê, Kura, Zaxo, Xîzavakê, Batûva, Dêragijnîk, Kemeka, Hocava û gelek cih û warêt dî. Heta hinde mal yêt çûyne dervey welatî jî eve wekî: Kanada, Hollanda û gelek cih û warêt dî jî... Li dûmahîkê min divêt bêjim sed’eyîf û mixabinî: Berperekî ku behsê mêjo û resena Pîrhesiniya tê da hatibû nivîsîn hebû, ew berper (secere) ji destê hecî Hisênê Hirorî digehîte destê Muhemed Emînê govkî ew berper (secere) kirbû diberxaniyê xwera di nav mala wî da ya hatiye sotin; li demê rijêma ‘iraqê ya hîngê gundê wa sotî li şoreşa Barzanî li başûrê welatî!

Yaşar KAPLAN di tarîxa HAKKÂRî yê da, ji Salnâme-i Devlet-i Aliyye-i Osmaniyye [Türkiye Cumhuriyeti Devlet Salnâmesi]. Vê zanînê werdigirît û dibêjît: Di Salnama Devletê da ya sala 1891, navêt wa qeza, nahiye û gunda ewêt ku hîngê tabi’î Sancağa Hakkârê liûvêk evêt hene:

1890 Sancağa Hakkârê Qeza Nahiye Culemêrg Hakkâri bixwe, (39) Sılehiyan, Tal ve Dêr (41), Lêwin ve Y. Tiyari (33), Berwari ve A.)Tiyar (3 Elbak Elbak bixwe,(3), Şkefti (20), Şıvélan (20), Arnuş (17), Soratat (33), Kenarburç (15),)Masiro (13), Kevij (13 Gevar Pırxulki (48), Êleder (24), Dıri (27), Bılécan (27), Malbibi (24 Şemdinan Şemdinan bixwe, (2), Zerza (44), Gerdi (22), Herki (44), Humaro (17

Mahmudi Mahmudi bixwe, (59), Mukuri (25), Milan (12), Takori (16), Yezidi (13), Şemsıki (12 Nordız Alan (48), Şidan (23 Çal/Çukurca Pınyanış (10), Tuhub (8), Ertuş (8), A. Tiyar (6), Y. Tiyar (8), Dêz (10 Mamuret‘ul Hamid Uriyan (25), Akçakale (9), Oramar Cilo (24), Ştazın (10 İmadiye İmadiye bixwe, (76), Berwari Bala (53), Berwari Jéri (41), Rékan (58), Nérwe (32),)Davudiye (124 Beytuşebap Guli (6), Sındi (9), Gewdan (5), Goyan (5), Mamxuran (5), Jirki (6), Pirosan (10), Anku Sancağa Hakkârê hîngê ji 11 qeza, 49 nahiya û1555 gunda pêkdihat. Herwekî di dûmahiya vê tabloyê da diyar aşkira bît di wî demî da anku eve berî 128 ye li ser wextê sultanêt Osmaniya gundê Pîrosan nahiye bû (10) gund tabi’î gundê Pirosan ( پيروسان ) bin. Alayên Hemīdī (ji leşkerên kurdan pêkdihatin), ji layê Sultanê Osmanê Ebdilhemîd Xanî ve li sala1891êkê hatibine çêkirin. Navê gundê Pîrosa jî herwekî navê hemî gundêt herêmê di nav listêt Alayên Hemīdī da yê hatî )):Maronis, Goli, Senedi, Kodan, Mâmxoran, Zırkan, Aliki, Pirosi, Graviyan, Pezdinan, Şükran, Xelilan, Xafışan . ((TARİHİ BELGE - Hamidiye Alaylar HAMİDİYE ALAYLARININ KURULUŞUNA İLİŞKİN BELGE Y.PRK.MYD.72/36.1310.B.10-28.1.1893 Di kitêba El-Qebaîl-ul-kurdîye fî-împiratorîyet-il-Osmaniye: (القبائل الكوردية قي الامبراطورية العثمانية)

ewa ku nivîskarê Îngîlîzî yê navdar: Mark Sykes مارك سايكس) :1879- 1919( di sala 1908ê da nivîsî, evî nivîskarê navdar di vê kitêba xwe ya navbirî da behsê qebîle û babkêt ‘eşîreta Ertuşiya diket û dibêjît: ‘Eşîreta Ertuşiya ji va qebîle û babka pêk têt: Êzdînan, Mirzkî, Mamreşa, Mameda, Alan, Pîrozî, Jirkî, Şîdan, Mamkur, Xaviştan, Şerefan, Mamedan, Gewdan, Zêdkî, Zifkî (Zêwkî) û Havcan (Hacan), Heta ev nivîskarê navdar di vê kitêba xwe da dibêjît: Hîngê (anku bi texmînî berî sed sala) gundê Pîrosa/Pîroza yî avabu şêst (60) malêt Pîrosî (Pêrhesinî) lê dijiyan û jîn û jiyara wa li ser çandina tûtinê bu. Heta behsê tûtina gundê Pîrosa di wê kitêba da jî ewa bi navê : ( ULUSLAR ARASI ŞIRNAK VE ÇEVRESİ SEMPOZYUMU (14-16 MAYIS 2010) INTERNATIONAL ŞIRNAK AND ITS VICINITY SYMPOSIUM 14-16 MAY 2010)) yê hatiye kirin. Waliyê Bidlisê yê hîngê li 16 yê meha Hizîrana sala 1909 ê têlgirafekê bo Dahiliye Nezaret’î birêdiket, ew di wê têlgirafa xwe da behsê wa qeza, nahiye û gunda diket ewêt ku bi sinceğa Hekarê ve digirêdayî , li demê ew behsê qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) Elkî diket, ew gelek Methêt tûtina gundê Pîrosa diket. Heta di arşîfêt osmanliya jî da methêt tûtina gundê pîrusa yêt hatîne kirin eve herwekî Kemal Gurulkan Di binavê OSMANLI ARŞİV BELGELERİNDE ŞIRNAK VE ÇEVRESİ da gotî. Seydayê binav û deng Muhemmed Merdoxî Kurdistanî (Mihabadî) 1885 -1975 ê di kitêba xwe da ewa ku binavê: Tarîxa kurd û kurdistan ( تاريخ كرد و كردستان) li demê ew behsê ‘Eşîreta Ertuşiya diket dibêjît: ‘Eşîreta Ertuşiya ji va qebîle û babka pêk têt: ‘Îzdîna, Mirzkî, Mamereşa, Mamenda, Alan, Pîrozî, Jirkî, Şîdan, Mamxura, maweşiyan, Şerefan, Mamedan, Gewdan, Zifkî, Zêdekî û Havican. Seydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Beg jî di kitêba xwe da ewa binavê: Xulaset tarîx Kurd û Kurdistan (خلاصة تاريخ الكرد وكردستان) da dibêjît: Ertoşî. Ev qebîlahe geleka mezine û gele gundêt wa jî yêt heyîn, çeq û babkêt ev ‘eşîrete jê pêk têt evêt hene: ‘İzedînan, Mirzkî, Mamereş, Mamend, "Yezîdîye", Pîrozi, Jirîkî, Şîdan, Mamxur, Xawistan, Mamedan, Gewdan, Zîwekî û Zifkî ne. (موسوعة شاملة عن قبائل الكرد ) Mewsu’a Şamîle ‘en-Qebaîl-ul-kurd ‘Eynen ew jî bi vî şiklê berî nihe me nivîsî ji Seydayê navdar Muhemmed Emîn Zekî Begê werdigirît û neqil diket. Di kitêba Zaxo el-Madî we el-Hadir: ( زاخو الماضي والحاضر) ya mamostayê hejî û berketî: Se’îd El-Hac Ez-Zaxoyî jî da, behsê vê hindê yê hatiye kirin; anku wî jî di wê kitêba xwe da îşaret ya kirye bal wê hindê ku Pîrosî/Pîrozî jî ji ‘Eşîreta Ertuşiya têne hejmartin.

MELA HİSÊNÊ BATEY Mela Hisên û mela Ehmedê birayê wî ewê ku ji wî mezintir (Rehma Xudê li wa bît) wa herduka li vê Mizgefta gundê Pîrosa gelek sala melatî ya kirî û heta wa gelek sala jî tê da ders jî yêt dayîne feqiya. Dibêjin bapîrê mela Mihemedê Bateyî jî gelek sala melatî ya li gundê Pîrosa kirî. Heta li demê mela Hisên hatiye dinyayê birayê wî mela Ehmed yî mezin bû û melayê gundê Pîrûsiyan bû, Mela Hisên li gundê Pîrosa li nik birayê xwe yê mezin Mela Ehmedî dest bi xwendina xwe ya kirî. Hejî gotinêye bêjîn Mela Hisên li gundê Pîrosa li sala 1414 Xudê yê dayî û hatiye dinyayê û li gundê Bate li sala 1495 zayini yê mirî û çûye ber rehma Xudayê Jorî. Belê hinde ‘alim û zana dibêjin ew yê di navbera va sala da: (1689-1755) yê bi û mirî. Mela Hisên eve berî pinsed (500) sala pitire yê mirî û çûye ber rehma Xudayê Jorî. Navê bapîrê Mela Hisênî Mela Ehmed e. Ev Mela Ahmed e di ‘eslê xwe da ji devera Zaxo ji nav mamêzdîna ji gondê çilaşa ji nav babkê kamka yê çûye nav Mizuriya nêzîkî Duhokê . Eve ji pêncsed sala pitire ew ji wêrê anku ji nav Mizuriya ji herêma Behdînan yê hatî û li ser gundê Pîrosa yê akincî bî. Hejî gotinê ye bêjîn : Babkê Xaziya ji gundê Pîrosa ew jî di ‘eslê xwe da Mizurî ne ji kevin da ew jî yê ji başûrê welatî ji Gundê Çemankê ewê ku nêzîkî Duhokê ye yêt hatîne ser gundê Pîrosa yêt xwecih û akincî bîn. Gora Mela Ehmedê bapîrê Mela Hisênê Bateyî û ya kurê wî anku ya babê Mela Hisênê Bateyî ; Sofî Mustefayî yê li nav meqbera Şêx ‘Eliyê Pîrhesinî di nîveka gundê Pîrosa da li taxê Berkevrê (Rehma Xudê li wa hemya bît). Piştî mirna Sofî Mustefayî kurêt wî mela Ehmed, ‘Usman, Hisên û Mihemed radibin li ser dawaza xelkê gundê Bate bi malekînî ji gundê Pîrosa bardiken û diçine gundê Bate heta li wêrê mela Ehmed û piştî wî birayê wî Mela ‘Huseyn bi xwe jî gelek sala melatî ya li gundê Bate kirî ji berhindê dibêjinê:

Mela Hisênê Bateyî. Mela Hisênê Bateyî! bixwe jî di dûmahîka geleka ji şê’r û hozanêt xwe da navê gundê Bate hildidet û dibêjît û heta nihe ew di nav xelk û ‘alemê jî da bi vî navî yê navdar bî. Belê wî demê hêj ew yî sax ew bi neqilnavê “Bateyî Hekkarî” di hate nasin. Eve herwekî M. Xalid Sadîn jî dibêjît: (Bateyî di nav ‘alema xwendevanan de “Bateyî Hekkarî” dihate zanîn û nasîn) û heta ew vê gotina şa’êrê navdar Mela Mensûrê Girgaşî jî li ser vê hindê tînît û dikete şahid, eve li demê Mela Mensûrê Girgaşî di serê vê helbesta xwe da dibêjîte Mela Hisênî: Selama min seherxêzî Li te ey “Batê Hekkarî” . Eve heta mela Hisênî jî (Rehma Xudê lê bît), ji ber gundê Pirosa ew bi navê mela Hisênê Ertuşî yê navdar bî li gelek cih û welata di nav kurda da. Bo nimune Mamosta Zeyneddin Amedî, di kitêba xwe da ewa bi navê: (Behcetul-Enam) da, ewa ku ravekirin u şerha Mevlîda Bateyî ye, ew nav û nîşanêt Seydayê mela Hisênê Bateyî, bi nivîsîna ezmanê ‘erebî di wê pirtûka xwe da hosa dinivîsît û dibêjît: وهو الامام حسين الشافعي الارتوشي الهكاري عليه رحمة الباري Anku: Ew Huseyinê pêşeng Şafi’iy Ertuşiyê Hekarî ye (Rehma Xudê lêbît). Li dûv gotina mela Mihemedê ‘Elîyê Qewalî, Mela Hisênê Bateyî kurek û du kiç hebin: Tahir, Asimîn û Zûlf.

1- MAMOSTE FARUQÊ ÇİYAYÎ Dİ KOVARA KELHAAMED DA SAL:2 JİMAR:7 ZIVISTAN 2010-2011, Lİ SER BABETÊ: (KANUN Û MEVLİT) dibêjît: (Hun dizanin ev mewlud, Melayê Bateyî nivîsiye. Navê wî Mela Huseynê Bateyî ye. Navê bavê wî Mela Mustefa, navê bapîrê wî Mela Ahmed e. Mela Ahmed bi eslê xwe ji ‘eşîra Mizuriyan, ji Kurdên Iraqê ye.Tirba wî û lawê wî Mela Mustefa , li navçeya Beytuşşebap, li gundê Piruşan e. Mela Huseyn jî ,li ser xwestina gundiyên Batê, bi tevî malbata xwe çûye vî gundî û li wir melatî kiriye…..).

2- MAMOSTE NECATÊ ZİVİNGÎ Dİ KİTÊBA XWE ‘’STÊRKÊN EDEBİYATA KURDÎ’’ da di berperê 124 ê da dibêjît: (Navê Melayê Bateyî , ‘Huseyn e. Navê bavê wî Mistefa ye. Navê kalê wî jî Mela E’hmed e. Bi eslê xwe ji gundê Pîrûsan in, ku ev gund girêdayî bi Bêşebabê ve ye). Herdîsa ‘eynî di wê kitêba xwe da ew pê da diçît û dibêjît: (Mela ‘Huseynê Bateyî li cem birayê xwe yê mezin, Mela E’hmed dest bi xwendina xwe kiriye, ku Mela E’hmedi wê demê melayê gundê Pîrûsiyan bû ye). 3- Di malpera: Kurdpress/ کوردپرێس News Aganecy – diderheqî Melayê Bateyî da hosa ya hatî û dibêjît: Li gor agahiyên mirovên wan piştî ku Mela Ehmed îmamtiya gundê Pîrosan ya axa beg kiriye, bi malbatî li wî gundi de bi cîh dibin. October 18, 2016.

4- M. XALID SADINÎ jî di kitêba xwe da ewa bi navê ‘’MELA HUSEYNÊ BATEYÎ’’ da di berperê 30ê da dibêjît: Dema Mela Huseyn hatiye dinyayê birayê wî Ehmed mezin bû ye û mela yê gundê Pîrûsiyan bû ye.

5- T.C KÜLTÜR VE TURİZM BAKANLIĞI HAKKARİ İL KÜLTÜR VE TURİZM Hakkari Şairleri ve Yazarları ya hatî û dibêjît: KÜRDÇE MEVLİD’İN YAZARI MELE HUSEYNÊ BATEYÎ TANIYOR MUYUZ? Melayê Bateyî (1675-1755) Mela Huseyin Bateyî 1675 yılında Hakkari’nin Batê köyünde doğdu. Babasının ismi Mustafa’dır. Koçer bir aileden geldiği ve ağabeyi Mela Ehmed’in Piros’an köyü imamı olmasından sonra ailecek oraya yerleştiklerini diğer akrabaları belirtiyorlar. Mela Huseyin, ağabeyi Mela Ahmed’in yanında Kur’an’ı Kerim ve diğer kitaplarını okuduktan bir süre sonra Hakkari Zeynel Bey medresesine girdi ve orada eğitimini tamamladı. 6- Beytüşebap'ta Molla Hüseyin Batevi Uluslararası Sempozyumu KÜLTÜR & SANAT / ŞIRNAK - 20.09.2014 09:18 Molla Ahmed onun dedesidir. Babasının adı Molla Mustafa’dır. Molla Ahmed, soyundan gelenlerin ifadesine göre, ailesi aslen Irak Kürtlerinin Mizurî aşiretinden olup Beytüşşebab’ın Pirusan/Piruşan köyündendir. Onun ve oğlu Molla Mustafa’nın kabirleri Pirusan/Piruşan köyündedir. Sonra, torunu ve Mevlid yazarı Molla Hüseyin, Bâte köyü sakinlerinin talebiyle kardeşleri, Osman, Ahmed ve Mehmed’le birlikte bu köye göçmüş ve burada imamlık yapmıştır. Aile bundan sonra Batevî olarak anılmıştır). 7- Mehmet TIRAŞCI jî di nivîsîneka xwe da ewa bi navê: CİZRE VE ÇEVRESİNDE KÜRTÇE MEVLİDLER VE MÜZİKAL OLARAK GÜNÜMÜZDE İCRA EDİLİŞ TARZLARI 1 da di bêjît: Hasan Ertûşî’nin Şırnak Beytüşşebap Pirusan köyünden olduğu bilinmektedir. Anku ya zanaye Hesenê Ertûşî xelkê gundê Pirusa ye; ewê ku bi qeza Beytüşşebapa bi ser şernexê ve girê dayî.

MELA Û ‘ALİMÊT TAXÊ PÎRHESNA: Şêx ‘Elî Pîrhesna û birayê wî Şêx Mihemed, Seydayê navdar û meşhûr mela Hisên ewê ku dibêjinê mela Hisênê Bateyî!, mela Ahmedê birayê wî. Mela Hemed ji mala Melayî bû, mela Yehya ji Muqurya bû, mela Se’dî û kurê wî mela Îsma’îl ji mala Sofî bin. Mela Sedîq şa’êrê mela Mistefayê Barzanî bû (Rehma Xudê lê bît), û birayêt wî mela Mihemed, mela ‘Ebûzêd, û Mela Îsif, mela Reşîd, mela Kazimê kurê hisên mela Tahir kurê Ehmedê Zeloyê ye ji Xaziyane. Mela Hesen û kurê wî mela ‘Ebdulwahid, mela Nuredînê kurê ‘Ebduselam û mela Medenî kurê Fuad ji mala Heciyê Sadiq in, mela Mihemedê Salih û kurê wî mela Qasim, mela Hesenê Baroyî ji mala Melayî ne, mela Mistefa û kurê wî mela Îsma’îl û mela Mijdarê kurê Se’dî ji Muqurya ne, mela Mihemedê Şekir ji mala Renda ye, mela Xalis û kurê wî mela Ehmed ji mala Sofîne, mela Behcetê kurê Reşîd ji mala Teyîbe û mela Mihemedê Ehmed ji mala Xêveyî ye, Rehma Xudê li yêt mirî bît û yêt saxjî Xudê Sitare û mihafize biket ji hemî qeda û bela û musîbeta amîn .

ŞA’ÊRÊT GUNDÊ PÎROSA: ‘Ebdulahê mala Xêveyî, heta ‘Ebdulahê mala Xêveyî şeş heft sala Şa’êrê Hacî axayê şerefa bu li Gundê Germavuka û li gel mala wî dihat û diçu zozana, Mihemedê Salihê mala Keleş, Heyderê Mihoyî, Hisênê Gulê, Hisênê Findoyî, Mirzoyê Unis, Mihoyê Xemriyê, Ehmoyê mala alî, Îbrahîmê mala Şahîn, Hesenê Hisênê Gulê, Ne’manê Musayê Birahîm, Ehmedê Hisoyê Musayî û Muhsinê Ehmedê Selîm…

TAXÊT GUNDÊ PÎROSA: Gundê Pîrosa ji du taxa pêk têt: 1- Taxê mektebê / taxê Pîrhesna, ev taxe ji va taxa pêktêt: Gûska, Berkevrê, Serêbawanê, Meyşê, Navgûza, Serdola, Babekir û Aşkajorî. Melêsê û Aşêçavşîn tabi’ê taxê Pîrhesnane. 2- Taxê mizgeftê / taxê bilêlya, ev taxê Bilêlya jî ji vataxa pêktêt: Bersûlavê û aşkajêrî. Zevya tabi’ê taxê Bilêlyaye.

MİNASİB Û MEQBERÊT GUNDÊ PÎROSA: Minasibê Şêx ‘Elîpîrhesna (Rehma Xudê lê bît) li berkevrê, Minasibê şêx Silêman (Rehma Xudê lê bît) li Deştkê, Minasibê Girê gumbetê li Gûska, Minasibê Tepoyî di bin mektebê da, Minasibê Kuloyî li pişt xaniyê ‘Eloyê Gerdoyê, Minasibê şêx Xewas (Rehma Xudê lê bît) li taxê gundî. Li ber deryê Mizgefta gundî sê gor yêt heyîn, dibêjin gorêt şehîda ne, navê êkî ji wa Fethulahe. Minasibê bersûlavê, Minasibê Aşka, Minasibê şêx Ehyayî li deşta wada li Melêsê, Minasibê Milaziyaretî di bin Tîyê simoqa da li Milaçalkê, gora şêx Silêman li Zeviya, herdîsa li Zeviya: Gora şêx Hesen, gora mela Ehmedê rîhreş û gora pîre Xecê.

MİZGEFTÊT GUNDÊ PÎROSA: Mizgefta Şêx ‘Elîpîrhesna li berkevrê, Mizgefta Navgûza li ser kehniya Haciya, niho ya kavile, Mizgefta taxê gundî, Mizgefta Aşka, Mizgefta Zeviya û Mizgefta Melêsê. Carekê Sofî ‘Eliyê Xalidê Pîrosî gote min: Mizgefta haciya ewa ku li taxê navgûza, carekê em çûyîn da avabikeyîn, pîçekê me lê vekola berê derazînka wê derket, em berê xwe dideynê ku wekî hesanî yê hulî bî û mehyayî anku hindî hind ew Mizgeft ya kevne û nivêj yêt lê hatîne kirin! Bazxa deyka Qadirê mala Avdel kiça Mihoyê mala Xêveyî digot: Li demê Avdel sofiyek hebû navê wî Sofî cindî bû ewî digot: Mizgefta haciya ewa li ser kehniya ‘Ewta li demê me ya avabû heta me nivêj yêt tê da kirîn. Li va sala demê rêk û cehda ‘ereba çûye gundê Pîrosa li nav zeviya Besoyê (ewa wê daye Mizgeftê) li demê ew zevî bi Tirektorê kêlayî çend cerkêt tijî xwelî di nav da derketin û li Gaxûrkê jî hinde cerkêt wesa yêt derketîn. Hejî gotinêye bêjîn Gaxûrkê gundekî kevne heta şûn warêt avahiya li wêrê didiyar û pêşçavin. Ev gunde gundê kuloye, ewê gora wî li nav gundê Pîrosa dibin Mektebê da.

TUXÛBÊT ZOZANÊT GUNDÊ PÎROSA: Ji kevnda eve bin: Ji dola deriyê zêriyê dest pê dikir û warê axayî, kehiniya qesara, û kejanî xwe li berwariyêt se’dîkê didet, kuçereşî, çelebelekî û heta xwe li terahêstira didet.

WARGEHÊT PÎROSİYA YÊT QEDÎM:

Warê Bêxlapê (şîlanê), warê stêhra (warê Stêroyî) anku binavê wî Filê berî ‘Elîpirhesna li ser gundê Pîrosa yê hatiye nav kirin, warê Sêvkê, warê Serêmêrga, warkê girkî, warkê Lêhba, warê Germavoka, warê Momê, warê Meydanzengilê û warê Avatezî.

MİNASİB Û GORİSTANÊT PÎROSYA Lİ ZOZANA: Meqbera Deştkê, meqbera Milagermavoka, meqbera Çelebelekî û meqbera Meydanzengilê hemen hemen nîvek ya Pîrosya ne. Hîngê Elkî û Bilbêsî ji warê Laleşê pêvetir nedihatin û Maronisi jî heta serastengê warê Bergirî dihatin.

BERÊ TUXÛBÊT GUNDÊ PÎROSA EVE BİN: Ji Suwaraxelê dest pê dibû, Warkêhestiya, Keprê, kelha Melêsê, Tiyê Bêgilîlanî, Xabûr xabûr heta digehişte dîrgeha Çemanê, Milaxûrkê, Xwara, Çiyareşka, Îlokeyî, Kelotkê heta Gocarê, kato û kato, Mêrgêt Sotî, warê Girkî û di zivirî Deryêberana hindî ku dikete dinav vê çarçôvê da ber gundê Pîrosa diket. Hejî gotinêye bêjîn li gundê Pîrosa û li wa gundêt rex û doranêt Pîrosa jî çu kinîşte û dêrêt cuhî û fila nînin, belê hema gelek dîrgeh yêt heyîn; li nav gundî û li rex û doranêt gundî û li dol û nuhalêt bi rex gundî ve jî, hindek ji wa heta nihejî dibilind û avane û gelek jî yêt xirab bîn û yêt hatîne xirabkirîn. Miletê me dibêjine va avahiya: Dîrgeh belê Lêwinî dibêjnê: Malêt kafira. Dibêjin ev avahiye anku ev dîrgeh/malêt kafira (Evêt wekî Sewmî’êt Fila) li zemanê Silêman Pêxembere (selamêt Xudayê Jorî li ser bin) Dêwa yêt avakirîn. Tête zanîn ku ev dîrgehe bermayê dînê Silêman Pêxemberîne (selamêt Xudayê Jorî li ser bin). Ev dîrgehêthe her êk ji wa bi çend kite berêt gelek mezin û çargoşe li cihêt veder ji deng û dolêt mirova yêt hatîne avakirin û yê li miqabilî êk jî, mirovêt vî zemanî bi çu êka neşên berêt va dîrgeha ji cih raken. Bi ‘erebî navê va dîrgeha: Qilate ye, ev Qilate (dîrgeh/malêt kafira) cihê êkî bitinê yê tê da hey ku dişêt tê da bi mînît û çu derî lê nînin hema kulekek bitinê ya lê hey di wêrê ra diçine jor û yê diçîte tê da xwarin û vexwarina xwe jî di wêrê ra di bet û werdigirît. Li zemanê Silêman Pêxemberî (selamêt Xudayê Jorî li ser bin) di va Qilate da û di dûv wî ra jî dîndarêt ola wî li ser rêk û rêbaza wî di va dîrgeha da diketine xilwê û peristina Xudayê Jorî eve da ku bo mirovêt demê xwe bibne pêşengêt ola xwe. Ji vê hindê tête zanîn ku gundê Pîrosa ji kevin da jîngeh û warê jîn û jiyara mirova ye. Anku ev dîrgehe ewêt ku xilwetgehêt Ruhbana ye bi berêt gelek mezin û bilind yêt hatîne avakirin. bo nimûne em dê dîrgehêt li gundê Pîrosa bêjîn: Êk ya li qulaçê girê kola, êk ya li bin kehniya jina li warê Bêxlapê, êk ya li milakezwankê, êk ya li ber deryokê, êk ya li rex minasibê Deştikê, êk ya lihindavî zeviya ‘Ebûzêd, êk ya li berê şirahîkê, êk ya li rex hirmîka sêvoyî, êk ya li rex zeviya Ûnis li serê bawanê, êk ya li pûrîfa, êk ya li hindafî Zilqa, êk ya li rex xaniyê ‘Emerê Mûsayî li Meyşê, êk ya li rex xaniyê Casim li Meyşê, êk ya li bin singê xaniyê Mihemed ‘Elî yê peroyê, êk ya li rex xaniyê ‘Isayî li Serdola, êk ya li girê Çukdara li aşka, êk ya li pişt xaniyê Mihemedê Ruhanê (rema Xudê lêd bît), êk ya li pişt xaniyê Teyfûr û êk jî ya li pişt xaniyê Ehmedê Birobêzala li Aşka. Dîrgehêt hatîne xirab kirin li nav gundê Pîrosa: Sê dîrgeh li girî bin, du dîrgeh li cihê xaniyê Şukrî bin, dîrgehek li cihê xaniyê Ehmedê Zeloyê bû, êk li cihê xaniyê ‘Elî yê ‘Ezoyî bû li Serê bawanê, dîrgehek li cihê xaniyê ‘Emerê Mistê bû, êk li mila Mîrzakê bû, êk li Aşka jorî bû, êk li ser Afirkê Heyder bû û êk jî li Kavilka bû.

GUNDÊ PÎROSA / PÎROZA (BÖLÜCEK): Navê gundê Pîrosa di sala 1925 da yê kirye (Bölücek), gundê Pîrûsan ji hemî gundêt vê herêmê ewêt ku bimîrgeha Hekarê ve digirêdayî yî qedîm û kevintire. Berê gundê Pîrosa ser bi qeza Elkî/Bêşebabê herema Hekarê ve bû. Belê li sala 1991êkê Elkî ya birye ser parêzgeha (wîlayeta) Şernexê. Gundê Pîrosa gundekî gelekî kevnar û navdare, gundekî çiyayî ye, yî veder, asê û befrîne, gundekî berfireh û bêhin xweşe, gelek dar û barêt fêqî yêt nav da heyîn, nêzîkî çarde (14) kehniyêt Xudayî yêt ava tezî û zelal yêt nav gundê Pîrosa da yêt heyîn, bahrapitir ji wa noyînin. Di ser gundê pîrosa da li taxê Berkevrê şikefteka hey dibêjinê Hişarê dengê aveka gelek boş jê têt, heta li vasalêt berê dibêjin hinde ka kirê di ser Bota Melêsê da aveka xurt û zêde boş derdikevît dibêjnê: Hemdênî li wêrê ew ka dinav avê da derket. Hejî gotinê ye bêjîn: Gundê Hemka, gundê Bate, gundê Melêsê, taxê Bilêliya hemî, babkê Xaziya, babkê mal Melayî û babkê Muqurya.., berê eve hemî xwegirtî û vehewhayêt Pîrhesiniya bin, hindî Pîrhesinî dixêrxwaz û mirovşirîn bin, lewma xelk û ‘alemê ji hirve û ji hove xwe yê daye nav û li wa yêt vehewhayîn û ya dîjî çunku gundê Pîrosa yî veder û varî bû û yî parastî bû ji hemî lave. Li sala 1951ê mektebe li gundê Pîrosa ya hatiye avakirin, li 1986ê ceyran û li sala 1987ê jî rêka ereba yêt hatîne gundê Pîrosa. Li zemanê babkalêt me û heta li demê babêt me bixwe jî bahra pitir ji Pîrosiya her sal li serê paîzê di çûne germiyana anku başûrî welatî: Duhokê û Zaxo…ber debar û aburê, danê zivistanê li wêderê di borand, qet wa guhê xwe nedida wa qiraqol, tuxûb û sinira ewêt ku hinde zalima êxstîne dinav welatê me da û parçe parçe kirî!... Mîrza ’Elî (anku Mîrza ‘elîyê Marûnisî) li demê ew ji nav mîrekêt Bota ji layê Cizîrê ve radibît bi mişextî li gel çend mirovêt xwe, ji rêve ew têne nav Pîrhesiniya li gundê Pîrosa çenda sala li wêrê bi mal û ‘eyalê xwe ve dimînin. Hîngê koçerat her sal ji germiyana di hate zozana, eve wekî koçerêt êzidiya: Hesin û Hewêriya, Mameda, Qolya û Seyda… li demê ‘êlat û hereboşiya wa dihat di nav gundê Pîrosa ra diborîn û dideryê Zêriyê ra diçûn zozana wa gele zerer di gehande ziyanêt Pîrhesiniya û wa ji binî gund bêser û ber dikir. Carekê li demê ew tên her wekî berê bi nav gundê Pîrosa dikevin ew û Pîrhesinî lêkdikevin, hîngê mezinê Pîrhesiniya Salihê rêhspî bû, Salihê rêhspî û Mîrza ‘Elî li gel mirovêt xwe hemî pêk ve radibin diçine berahîka koçeratê êzidiya û lêkdikevin wa pira Golka ewa ku li ser ava Xabûrî li wa avête avê û rê li ber wa girt û nehêla hêdî ew bên di gundê Pîrosa ra biçne zozana. Heta careka dî jî li serê biharê demê ‘êlatê êzidiya hatî da ku biçne zozana ew û Pirosî li Mêrga ‘Ura lêkdikevin bi xencera dane êkûdu ‘urêt geleka ji herdu rexa li wêrê têne dirandin, ji berhindê dibêjne wêrê Mêrga ‘ura. Piştî hîngê Pîrhesinî û Mîrza ’Elî lêkdikevin êk ji Pîrhesiniya dinav destêt wa da tête kuştin, Mîrza ’Elî bi mirovêt xwe ve bardiken diçine Xwarguriya ji gundê Çemanê pê da, belê piştî wa û Pîrhesiniya sulha xwe kirî, carekadî ew malêt xwe tînine ve Pîrosa. Mîrza ’Elî li gundê Pîrosa yê mirî heta niho jî gora wî û ya çendeka ji mirovêt wî jî li nav minasibê Girê Gumbetê li Gûska didiyarin heta kêliyêt gorêt wa ji berê roxene. Piştî mirna Mîrza ’Elî mirovêt wî hemî pêkve rabîn bi emrê mîrê Hekarê yê hîngê diçine ser gundê Marunisî û li wêrê cihwar û xwech bîn. Şîva’erdê Pîrosiya hemiya ye’nî Pîrhesiniya, Xaziya, mala Melayî û Muqurya hemiya pêkve ya ji mala Umerkê ya kirî. Fere bizanîn Qebîla Giravîya diqedîmin ew ji kevin da yêt hatîne vî cihî ,ew di ‘eslê xwe da ‘Umerîne ew û xwecihiyêt Qeza Elkê/Bêşebabê û Xelk û xwecihiyêt va herçar gundêdêt jêrî:Gundê Pîrosa, Bate, Hemka, û Bilbêsê ew gelek ji hersê babkêt Ertûşîyan anku: Ji Gewdan, Jîrîkî û Mamxûran diqedîmtir û biresentirn, çunku ew ji kevin da xweciyêt vê herêmêne. Belê ev babkêt Ertûşiyan: Gewdan, Jîrîkî û Mamxûran eve ka berî dused (200) sala heye an ne, ew yê ji Gundê Ertuş hatîn li Meyda na Elkî û ew ji wêrê yêt belav bîne ser wa xirabe gund û cihûwarêt vala li rex û doranêt Elkî û ew jî li vê herêmê yêt cihwarbin û Qebîla Qeşûriya ew ji gundê Bêrmanê piştî fermana fila yêt belavbîne ser gundêt ‘emel xalêt xwe yêt file. Berê bahra pitir ji va herçar Qebîla anku: Ji Gewdan, Jîrîkî, Mamxûran û Qeşûran di dûre dîn bin, heta çû ‘alim û mela dinav wa da nebin hîngê, belê va sala ji nûy hinde mela yê ji nav wa jî rabîn. Xwecihiyêt Qeza Elkî/Bêşebabê û xelk û xwecihiyêt va herpênç gudêdêt jêrî:Gundê Pîrosa; bi navê Ertûşiyêt melazade, têne niyasin, Bate, Hemka, Elkî , Bilbêsê û Marunis, ev gunde hemî ji ‘eşîreta Ertûşîyan têne hisabê, çunku eve ji kevin da, Elkî, Bilbêsî, Pîrusî, Bateyî, Hemkî û Marunisî yêt navêk da jiyayîn û li gelêk ya borandî. Qet çû axa û axatî di nav xelkê va gunda da anku: Elkî/Bêşebabê, Pîrosa (Bölücek), Bate (Güneyyaka), Hemka (Beşağaç) û Bilbêsê (Pınarbaşı Mahallesi) û Marunisê (Kavaklı) da nîne û nînin, belê he ma her qebîle û babkekî ji wa gunda rîhspî û mezinêt xwe yêt heyîn.

Taxêt Gundê Pîrusa jî evene: Aşka (Değirmen) Zêvya (Ballı) Melesê (Günyüzü). Ev herçar qebîle anku : Mamxura, Gewda, Jîrkî û Qeşûrî evêt ku li rex û doranêt gundê Pîrosa, ji va herçar qebîla Mamxura, Gewda û Jîrkî digehine êk babkalkêt wa birayêt êkin. Mamxura dûndeha Mamedin, Gewda dûndeha Mameynin û Jirkî dûndeha Jiroyî ne, ev hersêke birayêt êkin. Mamed, Mamey û Jiro eve berî dused (200) sala têheye yê ji layê Çelê ji gundê Ertuş yêt rabîn û bi malve hatîne vê herêma Hekarê li qeza Beytuşşebabê (الشباب بيت) li Elkî yêt xwecih bîn. Jirêve ew yêt hatîne Meydana Germavê li rex Elkî, wa hîngê jirêve li Meydanê bo xwe kûn veda bin. Babê Xemoyê Geznexî Memlukî ji zar devê babûkalêt xwe behsê vê hindê dikir, wî di got: Li demê vahersê bira malêt xwe înadîne Meydanê û kûnêt xwe li wê derê vedayîn hîngê filêt li Geznexê diçûne pêş wa û ji wî halê wa dimane heyrî nexasime ji kûnêt wa, wa biyarî ve digote êkûdu werne pêş; berê xwe bidene karîtêt xaniyêt wa werîsin û sitûnêt wa darêt ziravin? Paşê Mameyn ewê digotê: Gewdo radibît mala xwe ji wêrê bardiket û dibete ser gundê Germavê bixwe, ew li wêderê akincî û xwech dibît. Gewda hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê yêt belav bîn. Birayê duwê Mamed mala xwe dibete ser gundê Karçanê û ew jî li wêrê akinçî û cihwar dibît, Mamxura hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê yêt belav bîn û birayê wa yêdî Jirko jî mala xwe jirêve dibete ber rizdeyeka nêzîkî Çemêheskê, paşê ji wêrê dibete ser gundê Çemêheskê bixwe, Jirkî hemî yê bidûv wî ketîn û ji wêrê ew yêt belav bîn. Hîngê zelamek navê wî Mehmûd bu ji Elkî radibît diçîte gundê ‘aqarî ewê birex Çelkê ve dibin gundê Kêste da dibîte xulamê qeşe Xewşaba ewê neql nav digotê: Qeşe Hûro, hîngê mîrê Çelkê li kelha Biyamê ewa li miqabilî gundê Aqarê Çelkê gelek zulm û te’dayî li wî qeşeyî dikir. Qeşe berê xwe didetê Mehmûdê xulamê wî zelamekî gelekî zerbedest û zîreke, rojekê ew qeşe Xewşaba dibêjîte Mehmûdê xulamê xwe: Heke tu evî mîrê Çelkê bikujî ez dê kiça xwe demete, Mehmûdê xulam dibêjîte qeşey bila ez dê wî kujim, Mehmûdê xulam bivedizkîve wî qeşeyî dikujit. qeşe Xewşaba wê kiça xwe ewa pê gotî didetê. Piştî ku ev tişte aşkira bî Mehmûdê xulam û li gel wî Qeşeyî pêk ve radibin ji wêrê bardiken malêt xwe tîne ser gundê Bêrmanê û li wêrê pêk ve xwecih û akincî dibin. Qeşûrî hemî yê bidûv wî Mehmûdê zavayê qeşe Xewşaba ewê ku neql nav digotê: Qeşe Hûro yêt ketîn û ji wêrê yêt belav bîn.

GUNDÊ BATE: Gundê Bate dikevîte ber dehmenêt çiyayê Katoyî li hîza Deryê Zêriyê, bi rex gundê Pirosa ve. Berê gundê Bate bi ser Qeza Elkî (Beytüşşebapê) herema Hekarê ve bû. Belê li sala 1991êkê Elkî, ya birye ser parêzgeha (wîlayeta) Şernexê. Bate gundekî ber fireh û bêhn xweşe, li demê mirov berê xwe didete dîmenêt gundê Bate ewêt ku bidarûbar û şînkatiye xwe gelek diciwan û rengîn çavêt mirovî jê venabin. Gundê Bate gundekî befrîne, belê li herçar danêt salê hewayê gundê Bate gelekî xweşe, hindîbêjî ava kehniyêt gundê Bate ya teziye qet mirov jê têr nabît. Ji kevin da xelkê herêma Hekarê hemî ji xûyanî û biyaniya bi çavekî gelekî mezin û giran biha, nexasme ji layê dînî da anku ser xatra mela Hisênê Bateyî berê xwe dida gundê Bate, viyana mela Hisênê Bateyî! Wesa te’sîr ya li wa kirî hata vê gavê jî hêj gelek bi mela Hisênê Bateyî û gora wî sûnd dixwen û hawar dikenê…!!! Sed ‘eyîf û mixabinî eve guneh û xeletiyeka geleka girête ew diken…!!! Nave gundê Bate yê guhorî, niho bi Tirkî dibêjinê (Guney Yaka) anku pesarê jêri. Gundê Bate berê ji gundêt Pirosetiyê dihate hejmartin, hîngê gava di got: Pîrosetî anku re’iyeta mîrê Hekarê: Pîrosa, Bate, Hemka, Melêsê, Zevya, Elkî, bilbês û Gelejêr, hîngê ev gundêthe hemî gundêt Pîrosetiyê dihatine hejmartin, hemî bi timamî bi mirgeha Hekarê (Colemêrgê) ve digirêdayî bin, di ferman û hukmê mîrî da bin. Heta gelek pîremêrêt me digot: Berê gundê Bate bersivka gunde Pîrosa bû, anku taxek ji gundê Pirosa dihate hejmartin. di hîngê da mirova muhtacî bi mirova û êkûdu hebû, nexasima wî zemanî gundêt nêzîk û cîranêt êkûdu, yêt kêm xwe di da li gel yêt boş, hemiya pêvke û li gelêk xwe diparast û sitare dikir. Heta berê gundê Pîrosa, gundê Bate û gundê Hemka muxtarê va hersê gunda êkbû. Eve navê wa babik û binemalêt Bateyane ewêt ku nihe li gunde Bate, Colemêg, entaliya û li gundê Qewalê di xwecih. 1- Binemala ‘Ebdullahî (Hesin), binemala (Hesen) anku binemala mela Ye’qûbî û mala Mela Mihemedî û binemala Mûsê. Binemala Mela Hamid li gundê Qewalê. Binemala Bêjenî, binemala Sidqiyê kurê mela Ehmed û binemala Hesenê Şerîf li Çolemêrgê ev binemale hemî ji nav ‘eşîra Mizûriya, ji herêma Behdînan nêzikî Duhokê yêt hatîn û li gundê Bate yêt xwe cihbîn. Heta dibêjin navê wî gundî yê ku ew jê hatîn Nêrgiz e. Ev binemale hemî digehne binemala Mela Hisênê Bateyî! (Rema Xudê lêd bît). 2- Binemala Piroyê: Mendka anku mala Mihemed Şembî û mala Hamoyî ev herdu binemale digehine dûndeha Bana kiça Zulfê, anku Zulfa kiça Mela Hisênê Bateyî!. Ev herdu binemale di ‘eslê xwe da Goyî ne. 3- Ew binemala dibêjinê: ‘’Mala ‘Ecema’’ ew ji berê da yê ji rexê İranê ve hatin û li gundê Bate yêt akincî û xwecih bîn, ev binemala ‘Ecema ji pazde mala pitirin, nihu ev binemale hemî li bajêrê Entaliya yêt xwecih bîn . 4- Binemala mela Reşîd di ‘eslê xwe da Heyderî ne. 5- Binemala Faroyî: Ev binemale ji layê Silopiya ve yêt hatîn û li gundê Bate yêt mayîn û akincî bîn. Ev binemale di ‘eslê xwe da digehne binemala Berheskê ji Sipêrtiyêt Silopiya. Binemala Faroyî û Binemala Kerra ji jinka da digehine êk. 6- Binemala Kerra ji rexê Zaxo ve yêt hatine Silopya gundê Dêredevşê û ji wêrê yêt hatîn li gundê Bate yêt akincî bîn, di ‘eslê xwe da ew Mehmeda ne. Mala Kerra binemaleka kevn û qedîme li ser gundê Bate. Dibêjin li zivistanekê marek ketibû di nav cerê qelî û rûnê mala Kerra da li ser şîvê hemî pê dimirin êk bitinê jê dimînîte sax. Mala Kerra û mala malxwê (ji gundê Pîrosa) xal û xwarzayêt êkin, ewê maye sax ji mala Kerra mala malxwê yê birye nik xwe û wa ew yê xudan kirî. Ji gundê Bate babê hecî Sebrî Letîf li nav mala Îsma’îl axayê giravî bû, ji Bateya ew bitinê yê li gel wa çûye şerê Geliyê Tiyarê. Gundê Bate ducara yê xirabî Pîrosa yê ava kirî. Heta li demekî hinde malêt Giraviya hatin malêt xwe înane ser Gundê Bate, wa Giraviya li berbû li wê derê bimînin û akincî bibin û wa gelek zulim û te’dayî li Bateya dikir. Milkê wa bihîle û mişkane berzeftê xwe dikir, heta nihejî hêj hindek ji wa zevya Giravî di bêjîn yêt me ne. Îsivê keleşê Pîrosî bi vê hindê diheshît, ew gelek ‘aciz dibît; ew radibît bi bireka mirovêt xwe ve diçine Gundê Bate, li ser kehniya nîveka gundê Bate gazî wa Giraviya hemiya diket û dibêjîte wa Giraviya divêt hûn bizûytirîn dem malêt xwe ji vêrê barbiken û biçin, heke dê pîs qewimît û gelek gef û gur li wa kirin. Ew Giravî mecbûr dibin radibin malêt xwe ji gundê Bate bardiken û diçin. Gundê Bate nêzîkî (160) sed û şêt mala têheye, belê bahrapitir ji wa nexasime li sala 1990ê gundê xwe yê berdayî, nihe hema (20-25) malek yêt mayîne li ser gundê anku li ser gundê Bate. Hindek ji Bateya yêt çûyîne: Colemêrgê, Çemanê, Silopiya, Wanê, Edena, mêrsînê û Entalya û gelek cihêt dî jî. Rêka ‘ereba li sala 1987ê ya hatiye gundê Bate. Ceyran lisala 1988ê ya hatiye gundê Bate. Şebeka avê li sala 2004ê ya li nav gundê Bate ya belav bî. Fere bêjin ku ji gundê Bate gelek ‘alim û zana hej berê da yêt rabîn eve herweki: Mela hîsên, Mela Mihemedê kevin, mela Tahir, mela ‘Ebdullah, mela Hamid, mela Mihemed ‘Elî, mela Îsif, mela Ye’qûb, mela Se’dî, mela Ehmed, mela Mihemed, mela Reşîd, mela Salih, mela Xurşidê kurê Dirbaz niho li emerîka yê xwecih bî, mela Salihê Qewalî, mela Qadir, mela Cemal, mela Zekî, mela ‘Arif, mela Weysî, mela Îsmet, mela Selîm û mela Muslim.

GUNDÊ HEMKA Bi tirkî navê gundê Hemka Beşağaç e. Ev gundêhe berê biser geliyê Tiyarêve bû. Binemala Qadoyî jî ji gundê Pîrosa yêt çûne ser gundê Hemka û li wêrê yêt mayn û xwecih bîn. Hejî gotinê ye bêjîn Hemkayêt dî hindek yê ji Navkurê başûrî welatî nêzîkî Duhokê ji gundê Şemka yêt hatîn, ew jî ji rêve yêt hatîne gundê Pîrosa paşê ji wêrê yêt çûyne ser gundê Hemka û gundê Hemka wa jirêve yê avakirî, hindek jî anku sê bira yê ji nav Mamêzdîna yêt hatîne gundê Pîrosa, êk ji wa yê maye li gundê Pîrosa li taxê aşka yê xwe cih bî, êk jî yê çûye gundê Anîtosê yê maye li wêrê û yê dî jî yê çûye ser gundê Hemka li wêrê yê akincî bî, ew birayê çûye ser gundê Hemka wî çar kur hebin: Mûsê babê rostem, ‘Umer, Reşo û mela ‘Elî. Ev hersê birayêthe yê ji nav Mamêzdîna hatîn di ‘eslê xwe da ‘Umerîne anku ew digehine îmamê ‘Umer (razîbîniya Xudê lê bît). Ew binemala dibêjinê mala Alan yê ji nav Alikan ji rexê Wanê yêt hatîn û mala Mîrzayî jî Goyîne yê ji gundê Dêrahînê hatîn. Gor û qebrek yê dinav gundê Hemka da heyî dibêjinê: Gora Weysilqerenî, Şikefta bi av li derê Dila, Şikeftagurî ewa sê helamet tê da heyîn şikefta hevşkê bizna û minasibê Kelutkê, birastî ev cend cihe hejî dîtinêne. Ji gundê Hemka şeş (6) kes yêt çûyne şerê Geliyê Tiyarê, heta Mistê Hacî Xama di wî şerî da yê hatiye kuştin. Aşka berê ya Hemka bû wa ya firotiye Bilêliya. Berê gundê Hemka bi va hersê binemala yî avabû: Binemala ‘Emerê Mihemed, binemala Hesenê Mihoyî û binemala Mihoyê Hacî; ev hersê binemala gelek dimerd û nandeh bin. Nihe gundê Hemka ji dused (200) binemala pitirin. Ji ber tevger û serhildana bakur gundê Hemak jî li sala 1994ê da yê hatiye berdan, nihe hema nêzîkî çil (40) mala yê li ser gundî heyîn. Li sala 1940ê mizgeft li gundê Hemka ya hatiye avakirin. Li sala 1954ê mektebe li gundê Hemka ya hatiye avakirin. Li sala 1964ê di gundê Hemka ra rêka ereba ya çûye bajêrê Colemêrgê, Gundê Hemka gundekî dême; çu kehniyêt ava Xudayî lê nîn. Li sala 1987ê şebeka avê ya çûye gundê Hemka. Li sala 1988ê ceyran ya çûye gundê Hemka. Berê Hemka jî taxek ji gundê Pîrosa dihate hejmartin çunku çendcara ya xirab bî Pîrosiya ya avakirî. Hemka jî li gelek cih û welata yêt belav bîn eve wekî: Wanê, Kewaşê, Cizîrê, Geverê, Dêzê, Çemanê, Mergehê, Mêrsînê, ‘Urfayê, Ceyhanê, Entaliya, Duhokê û Mûsilê yêt belav bîn.

BO AGEHDARÎ: Min bahra pitir ji va zanîn û agehiya yê ji gelek kitêbêt biyanî û xûyaniya û ji devê va gelek dane’emr û rîhsipya nexasime ji devê: mela Mehmûdê Pîrosî, Keleşê salihê pîrhesinî, Heyderê pîrhesinî û hecî Mihemedê Gêndelê Bilêlî, hecî Ehmedê Salihê Xîdrê pîrhesinî, Mistefayê Mihoyê Mêrkitkiyê Jirkî û ji zar devê gelekêt dî jî min yêt guhlê bîn û wergirtin Rehma Xudayê Jorî li wa hemiya bît yêt sax û mirî Amîn.

HÛVÎ Û RİCA! Ez hûvî û rica dikem heçiyê gotinek hebît, li ser vê nivîsîn û agehiyêt min nivîsîn û dayn; nexasime heke ku kêmasî yan jî xeletî hebin, bila ew ji kerema xwe li ser va navûnîşanêt jêrî li gel min baxivît yan jî bila bo min binvîsît û birêket: Xudayê Jorî di vê ayetê da dibêjît:

إِنَّ اللَّهَ لَا يُضِيعُ أَجْرَ الْمُحْسِنِينَ

( Bê şik qet çu cara Ellahu Te‘ala bedelka kar û ‘emelê qencîkera kêm û berze nekirye û naket.)

(Sûreta: Tewbe,120).

                                       05448506281	                      
                               e-mail: imanarengin@gmail.com

Mela Muhemmed Hakkarî

enûma elîs

biguhêre

gihan 185.255.46.196 14:34, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Pîrosa".