Gotûbêj:Pêçiyên Bûkê

Navê wê ne "Pêçiyên bûkê" ye gelo? silav --MikaelF 17:20, 6 sermawez 2011 (UTC)

Raste, min jî paşê ev rastiya dît, divê were guherandin. Çimkî rastnivîs divê wilo be. Spas bo hişyarkirinê. Lê gotarên ku ji du nava pêktên wek navekî bête nivîsandin baştir e(?) Mînak: Pêçiyênbûkê. Dema ku wisa dibe bikaranîna wan jî hêsantir dibe. Tu çi dibêjî? silav :) --Bibliophile 20:26, 6 sermawez 2011 (UTC)

Hevalê hêja, cejna te pîroz be.. Bi ya min "pêçiyên bûkê" rast e, heman navê artîşokê "neynoka bûkê" ye, ne wusa? Çend navên din wek tu dibêjî ji du navan pêk tên bo mînak "tilîper", lê tu ji pêçiyên bûkê re "pêçîbûk" jî dibêjî? Pêçiyênbûkê nabe.. Pir sipas ji bo vê gotara te; wêne jî pir hêja ye. Bimîne şad û bextewar.. --MikaelF 07:38, 7 sermawez 2011 (UTC)
Cejn li te jî pîroz û bimbarek be hevalê min. Tu pir cejna bibînî...Min hinekî çav li pirtûka rastnivîsê ya Arif Zêrevan gerand lê min nedît. Dibe ku li ser vê meseleyê hin agahî nivîsandibe. Heval, tirka ev nav ji me istandiye ango loan translation kirine û wek Gelinparmağı binavkirine. Û tirkî de navên wî awayî pev ve girêdayî tê nivîsandin. Lê dibe ku bingeha rastnivîsa kurdîyê cuda be. Bi rastî tenê ev nav nînin: Bûka baranê, bûka berfê, guharê hirçê, nikulê dîk û hwd. Te gotiye ka gelo pêçîbûk jî dibe. Raste ev forma jî tê bikaranîn. Heman niqaş divê li ser navên gunda jî bête kirin. Ango gundê Kanî Kewangê an Kanîkewang. Lê ku du Kanî Kewang hebin; gundê Kanî Kewanga Jorîn, hinekî dirêj dibe. Ez ê niha nav biguherînim wek te gotiye. Spas bo beşdarbûyîna te û fikrên te yê giranbuha. Silav û hez..--Bibliophile 20:24, 7 sermawez 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Pêçiyên Bûkê".