Gotûbêj:Mitirb

Şiroveya dawî: berî 17 salan ji aliye Bablekan ve

Aya Mitirb, Mirtib, Aşiq an Mirtiv ne di wateya "Çîgan" (Çîngene) de ne? --Bablekan 13:46, 31 gulan 2007 (UTC)Bersiv bide

şîroveya Medenî Ferho

biguhêre

Di gotarê de gelek tiştên rast hene, mixabin ev tiştên rast kêm in. Ji ber ku hunermend, yan jî hozan ku piştî îslamiyetê, bûne mitirb, li hemberî nirxên gelê Kurd û li dijî huner û çanda gelê Kurd weke êrîşkeriyekê derkete holê. Gotina mitirb, ne di wateya xwe de, di wateyeke din ya wêranzar de hatiye bikaranîn. Gotinên Kendal Nezan çiqasî çewt bin û rastiyê neyînin ziman jî, di guhertina civakê de rast in; Ji ber ku gelek kesên qereçî dest avêtin karên mitirbiyê (hunermendî û hozantiyê) ev nav li wan hate kirin.

Hunermendiya mitirb, di demjiyanên kevnarê de hozantî ye û hinek ji malbatên ku ev kar berî 400 salî dikirin û hîna jî karên xwe berdewam dikin hene. Mala Kinê, vî karî dikin û kronolojiya karên wan yên hunermendiyê berî 400 salî dest pê dike. Ev 400 salên ku têne zanîn in, berî wê jî heye. Perwerdehiya hunermend û hozanên ku ji malbatê tên taybet e. Her çiqasî li gorî demê hatibe guhertin jî, her hozan û hunermend pêwiste li gelek amûran bide, pêwiste li ber destê hosteyên navdar mezin bibe û her yekî ji wan xwedî taybetiyekê ye. Wek mînak: Hunermendên ku stranan mêraniyê bibêje, di dawetan de gelekî dernakevin pêş. Hunermendê li zirnê bide, di kemançê de gelekî dernakeve pêş. Hunermendê li daholê bide di stranên mêraniyê de dernakeve pêş. Perwerdehî jî, ji zarokatî ku bi qirşikan, yanî bi pifdana qirşika di nava avê de dest pê dike. Perwerdehiya hunermendên malbatî bi salan berdewam dike. Kesên li zirnê dide, pêwiste nefesê di gurbikên xwe de bide û bsîtîne û dengê zirnê qutebir neke. Di demjiyanên destanî de, hozan li gundan digeriyan û hunerê xwe pêşkêş dikirin. Lê bi guhertina jiyanê û civakê re, karê hozanan jî hate guhertin. Dema komên xelkê nema ku li destanên dirêj guhdarî bikin, hozantî kete odeyan û şevên zivistanî. Mîna Şerefxan Cizîrî dibêje, axa û mîrekên Kurdan hunermend û malbatên xwe parastine. Hunermedn û hozanên axa, eşîr û mîrekan cuda ne.

DI nava civaka Kurd de rêbazeke ne nivîsî heye: Mitirb, malabata hunermend, ji hatina salane ya gelê Kurd xwedî par e. Di dema quraftina rezan de, di dema hilandina bênderan de, hozan û malbatên hunermend digerin û para xwe d'standin. Yek malbata Kurd, mûrê xwe ji gera malbatên Hunermend ne dikir û ne digot çima hun hatine. Bi dilxweşî û weke toreyekê para hunermend vediqetand û radestî wan dikir. Di demên dawî de, hunermend û hozan diçûne cem dewlemendan jî. Weke micbî digeriyan û pere berhev dikirin. Micbî, ji bo tofan û wêranzariyê ye. Lê malbatên hunermend û hozan ji bilî wêranzarî û tofanên xwezahî, yan jî derketina ji girtîgehan, ji bo para xwe ya salane digeriyan. JI ber ku gelek Kurd li bajaran bûn û bênder û rezên wan bazirganiya wan bû, mitirban para xwe di wê bazirganiyê de de jî dît. Ebteresan e ku kesên bazirgan jî di haitna xwe ya salane de para mitirban didît. Bêhtir ji zekat û fitreyan para mitirban meşrû û huquqî bû. Kurdan jî, bê gotin ew par didane wan. Pirr balkêş bû ku salê carekê digeriyan. Gotina mitirb, mîna li jor hatiye behs kirin gotineke erebî ye û tê wateya hunermendê mezin de ye. Herçiqasî di nava Kurdan de bi wateyeke din bête bi karanîn jî, ne rast e û wateya vê gotinê ne qereçî ne.

Malbatên mitirb, hunermendên weke Mala Kinê xwedî erd in, xwedî zevî ne, xwedî cihekî taybet ya civakî ne û ji vê malbatê, kesên normal, gundî û kesên ku meletiyê dikin jî hene.

Mala Kinê, mînaka ku mirov dikare bi malbata Homeros re bîne hemberî hev e. Pêwiste lêkolîneke kûr û dûr ku dikare bigihe demjiyana Destanên Dirêj bête kirin. Tê zanîn ku gelên demjiyanên Destanên Dirêz jiyane hene. Ev gel, Kurd in, Fars in, Yewnanî ne. Piştî îslamiyetê jî Ereban ev destan (destanên Dirêj) afirandine. Malbata Mala Kinê li herêma Çiyayê Hevêriya, yanî herêma Torê dijîn.Tor gotineke suryanî ye û tê wateya Çiya. Kesên di hunermendiyê de navdar derxistine û heya îro jî heman karî dimeşînin. Miradê Kinê ji vê malbatê ye. Lê apên wî, bav û kalên wî navdartir ji Miradê Kinê ne. Mixabin mîna her warî, dîroka hunermendiya gelê Kurd jî ne hatiye nivîsandin. Jiyaneke bê dîrok, di berdewamiya nifşan de pêk hatiye û gihaye qonaxa îroyîn. Lê pêwiste bête zanîn ku gelê Kurd Destanên weke Rastemî Zal, Hevin û Hejar, Kûlik, Memê Alan, Ferhad û Şîrîn û hwd. afirandine, û piştî ku cîhan kete demjjiyanên feodalîzm û kapîtalîzme, destanên weke Hewranê Ereb, Seyrê, Siyamendê Silîvî. Derwêşê Evdî û hwd. afirandine. Tê zanîn ku destan ji jiyanê û qerqeşûnên jiyanê derdikevin û ji aliyê hunermendan ve têne afirandin. Li ser demjiyanên destana dirêj, yanî destanên Yewnanî ku ji aliyê Malbata Homeros ve hatine gotin, bi têrahî û kûrayî hatiye rawestandin, hatiye lêkolîn kirin û nirxandin. Lê mixabin yên gelê kurd hîna di xeşîmên dîrokî de veşartî ne. Lewra şaşî û xeletiyên nivîskar û lêkolînvanên Kurd jî zêde ne. Zarokatiya me bi guhdariya van destanan, weka Rastemî Zal û hwd. bi stranbêjiya di odeyan de û ji aliyê hunermend û hozanan ve digotin derbas bû. Guman dikim ku nifşê me teva vê yekê baş dizane.

Medeni FERHO

Vegere rûpela "Mitirb".