Gotûbêj:Meletî

Şiroveya dawî: berî 12 salan ji aliyê Gomada ve di mijara Nêrîna min de

Silav hemû gîşkan re; Bi ya min Meletî hîn rasttir e. Nizanim çavkanî çi ye, lê qasî ku ez dizanim meletî tê bikaranîn. Wekî din Meledî jî pir li fonetîgê kurdî nê ye. --Cyrus the virus 16:35, 14 gulan 2008 (UTC)--Bersiv bide

Spas bo tevlîbûna te ya bi rexneyê. Kekê MîkaelF ev zû de ye, li bilêvkirinên rast ên erdnîgariyê dikole. Ew ji bo bilêvkirina herî têkûz û rast çi pêwîst be dike. Ango pirsîn ji zimanzanan, kurdologan, vekolîna çavkaniyan hwd. Mixabin mirov nikare li her gav û li her derê hemî xebatên xwe raxe ber çavan û hewce jî nake. Kekê MîkaelF wekî bikarhênerekî nêrîna min jî pirsiye û dipirse. Ez di wê baweriyê de me, ku Erdal jî haydar e, ji me, kesê herî (derbarê bilêvkirinên erdnîgarî û zanistiyê de) xwedî înformasyon û nasîna rêzimana Kurdî, MîkaelF bi xwe ye. Ez nizanin hûn behsa çi awayî fonetîkek dikin? Erê rast e, deng û bilêvkirinên Romî (Tirkî) gelek ketine zimanê me û ji bo ronakbîrên me yên 30-50 salên dawî bilêvkirinên Tirkî bûne serdest. Lê wekî hemî zimanan, zimanê Kurdî jî xwedî karaktereke taybet e û nikare tiştinên ne jî wê ne bipejirîne. Herçendî hêz û berên polîtîk hewla wê bikin jî.. --Bablekan 17:15, 14 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide

-Grîngiya xebata birayê MîkaelF li ber çavan e, rast e belkî jî di dawiyê lêkolînê de gêhişta vê encamê, lê min ticaran li yekî nebihîstiye ku ew wek Meledî bilêvkiriya. Ku min li kê bihîst sed ji sedî wek Meletî bilêv dike. Wekî din di çavkaniyên niviskî jî wek Meletî derbas dibe ye. Der gotarê me tu rasta meledî nêye.

http://www.google.com.tr/search?hl=tr&q=melet%C3%AE+xwe&btnG=Ara&meta=

http://www.google.com.tr/search?hl=tr&q=meled%C3%AE+xwe&btnG=Ara&meta= --Cyrus the virus 19:26, 1 pûşper 2008 (UTC)

Nêrîna min biguhêre

Nîqaşa li vir ji zû de hatiye kirin lê min niha dît. Ez jî piştgiriyê didime gotina hevalê Cyrus. Min ne bihîstiye ku Kurdan gotiye meledî , em jî dibêjin Meletî. Dîsa jî heke Kurdên ji Meletiyê hebin û karibin tevlî nîqaşê bibin wê baş bûbane.. --Gomada 17:43, 23 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Meletî".