Gelo ez bawerim bêhtir Ber tê karanin. -- Benyadem 21:22, 28 rêbendan 2008 (UTC)

Li cem min ferheng nîne, nizanim. Şaş nebim pirr berê KE+BER jî hatiye bikaranîn. Bo mînak li kîjan deveran? Mirov dikare lê zêde bike. --Bablekan 21:29, 28 rêbendan 2008 (UTC)
Keko min ber qe nebihîst. cyrus the virus
Mînak, herêma me (Colemêrg) û başûr (Badînî) Ber, Kuç, Sel her wesa Selepan ji tê bikaranîn. Daxaz ewe ku gotarê da ew gotin jî bête nivîs. Spas.-- Benyadem 21:46, 28 rêbendan 2008 (UTC)
Tu bixwe jî dikarî binivisî. nebû ez jî dikarim biguherim--Cyrus the virus 21:57, 28 rêbendan 2008 (UTC)
Temam lê kuç, sel (sal, sehl), selepan (Sehlepan) hwd ne navên kevirê lê cureyên wê ne. Texmîna min kuç jî komekevir e (li gelek cihan qûç). Kevirê kuçikan (sê kevirk), dikare navê xwe bide kuçê. Em werin berê.. Heger li herêma we hîç nabêjin kevir û tenê BER dibêjin, rast e ku BER di wateya kevir de ye. Lê heger na, sedî sed wekî min got ne navê kevirê lê yek ji cureyên (çi materyalî, çi dirûvî, çi bilêvkirin) wê ye. Lê helbet tu bi xwe dikarî lêzêdebikî. Bi dehan cureyên kevirê hene ku min tenê ji wan çend nivîsîn. Li herêma me jî sal (sehl, sel) tê bikaranîn. Bo mînak ji bo binê tewleya ajalan an di binê kurnên avdanka wan de kevirê sal tê bikaranîn. Ji kome-keviran re (bo mînak mirov çend keviran bide ser hevûdu) qûç û di wêjeya devkî de jî herwiha "Kevir û kuç", dizanim. Binêre li vir jî kevir bi xwe heye, kuç bi tevî kevir hatiye bikaranîn. --Bablekan 22:06, 28 rêbendan 2008 (UTC)

Rastî, li ser "ber" me pir axift.:) Kevir û Ber hew watene. Lê min zanî kû ber kêm tê zanîn. Him jî ew mijarek teknîk e û dîtinamin hun zanîyarin. Lê ser xatra min "ber" ji bila naw wateya da hebit.:) -- Benyadem 22:45, 28 rêbendan 2008 (UTC)

Li gor Ferhenga Enstîtuya Kurdî li Stenbolê kevir, ber (an berd), kuç hene... Sel jî mîna kevirekî pehn. Heker ev peyv hevwate bin em dikarin bibêjin: kevirê asîman, kevirê aş; berê asîman, berê aş; kuçê asîman, kuçê aş? Kevirê beresteyî, kevirê çaqmaqan, kevirê hestem, kevirê kilsînî, kevirê qusekê, kevirê şebê, hwd., berê beresteyî, kuçê beresteyî... ne an na? Silav MikaelF 10:09, 29 rêbendan 2008 (UTC)
Soranîaxêv berd dibêjin. MikaelF 10:18, 29 rêbendan 2008 (UTC)
Meseleya kevir wisa zû safî nabe ha:) Waye Soran jî berd dibêjin. Min bilêvkirina kevir û yên Kirmanckî (Dimilkî, Zazakî, Ginî, Kirdî) nivîsî. Dibe ku di Dimilkî de jî bilêvkirinên din hebin, nizanim. A rast ferheng û gotina zimanzanan e. Xwe sist bernedin, em ê meseleya kevir hê bikolin. Ma kevir e ha:) --Bablekan 10:41, 29 rêbendan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Kevir".