Nizanim kîjan bilêvkirin rast û baş e. Erê hemî jî baş û kurdî ne lê hergav yek elementên orjînal dihewîne (parastiye) yên din na. Kel+eng, gelo elaqeya wê bi kelandinê heye? Leng jî pa ye (ling, nig).. Ker+eng, gelo ji ber ku dardarokan (kerengên qert û zilokî dibin) ker jî dixwin..? Li herêma me keleng dibêjin lê min dîtiye ku pirranî kereng dibêjin. --Bablekan 16:58, 25 rêbendan 2008 (UTC)

Keleng hîn rast e ba min ko. Li herêmê me jî wek keleng nav dikin.
cyrus the virus
Ez jî bi Cyrus ra me, em jî dibêjin keleng. --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 23:50, 25 rêbendan 2008 (UTC)
Rast e lêbi pirranî KERENG tê bikaranîn. Dîsa di zimanên Îndogermanî de herwiha CARY, CARDY hwd. bi mentiqê C(k)..R.. bêje hatiye ristin. Werin em bi ya kekê MîkaîlF bikin. Zimanê me rengîn e rojekê wê saziyeke me ya ziman jî hebe. --Bablekan 10:55, 26 rêbendan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Kereng".