Bîstikek Guneh Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû Berhma nû ya helbestvan Kemal Necim derket

Pitşî qûnaxa çar salan, ji çapkirina pirtûka wî ya helbestê ya yekemîn, ku bi navê KZÎZER bû, pirtûka diwemîn ya helbestvanê kurd Kemal Necim, bi navê (Bîstikek Guneh.. Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû, li Şamê hate çap kirin, û gihîşte destê xwendevanê xwe.

Ev berhevoka helbestî, ji 100 rûpelî pêk tê, û di nava xwe de 19 helbest dicivîne. Helbestên Kemal Necim ji cûreya helbesta kurdî ya nûjenin. Bi zimanekî şayik û sivik hatine nivîsandin. Bi navnîşanên xwe yên dirêj, balkêş û xwyane. Wêneyên helbestên wî, tezene, û bi xweşik bûna xwe, mirov diveciniqînin, û matmayî dihêlin. Tablo ya qabê, ya hunermendê Kurd Reşîd Hesso ye. Pêşgotina pirtûkê, helbestvan Hoşeng Osê nivîsandiye. Navên helbestên wî evin: Her Navî Çend Helbestan Carekê Temenê Xwe Dipîvim / 6 Dastana Egîdekî / 18 Bîstıkek Guneh Bîstıkek Xwê / 23 Dîsa Jı Hemwelatıya Baranê Re / 25 Şevek Zîv / 28 Xweliya Min Tevnede / 33 Di Wateyan De Kûr Neçe / 35 Sernivîsên Helbesteke Havînî / 28 Sersala Genim / 41 Destnivîs / 44 Bendêmayîn / 49 Sê Vexwendin / 52 Çend Nameyên Kurmancî Ji Neviya Salarê Xwînî Re / 56 Guhertin / 63 Rojnivîsk / 67 Ji Berf Û Qeşayê Re Çaxê Ku Havîn Hîna Ter Bû / 75 Şevek Çarşemî, Ku Bi Heyv Be / 79 Ne Xwezî Bi Duh Bêje Silav Û Derbas Be / 89 Heye Ku Ne Ew Be Jî / 93

Kemal Nicim: Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim biguhêre

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

rojnameya Evro

hejmar 3354

Kemal Nicim: In diesem Bereich der Poesie gestalte ich mir ein Leben.

Interview: Demhat Dêriki

Zeitung Evro

Nummer 3354

https://www.calameo.com/read/000139418d39366c58740...

Demhat Dêrikî

20.6.2023

Kemal Nicim: Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Dema dibêjin helbestvan Kemal Nicim yekser helbest a navê xwe li ser dil dinvîse, û di dil de weke çemek avê diherike û xwe digihîne kûrahiya hestan, tê bîra min. Bê goman her helbest nikare bandora xwe di warê nîşan, naverok, peyam û ziman de li kes û kesan bike. Lê ziman û peyama helbestên helbestvan Kemal Nicim te di êşê de, di evînê de, di welat de, di bêrîkirinê de…dike gerok û naxwazî ji wê gerê bi dawî bibe. Xwediyê vê pênûsa zêrîn di warê helbestê de Kemal Nicim li sala 1970 î li bajarokê Girkê Legê yê girêdayî Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe û heta îro li Rojavayê Kurdistanê dimîne. Berhemên wî yên çap kirî ev in: Li sala 2002 an berhema wî yekemîn bi navê Kezîzer ji weşanxaneya Amerda li paytexta Libnanê Beryrût çap dibe. Berhema duyê bi navê Bîstikek Guneh li Tîrmeh a sala 2006 an li paytexta Sûriyê Şam çap dibe. Sê berhemên nivîskar li bajarê Qamişlo çap dibin, yek bi navê Dilên navser li sala 2018 an ji weşanxaneya Şilêr, Qamişlo Danên Bi Çêja Peyvê Destpêkê ji weşanxaneya Şilêr û Qamişlo Şevbêrkên Spî ji weşanên HRRK ê li Qamişlo.

Evro: Birêz Kemal Nicim, bi çavê helbestê helbest jibo Kemal Nicim tê çi wateyê, çima bi taybet helbest û ne şaxek din ji şaxên wêjeyê?

Bersiv:

Ez nizanim ka helbest ji bo min tê çi wateyê. Lê tişta tê bîra min, ez dizanim ku devereke min a aram heye, dema ku westiyam an dema ev jiyan li min teng dibe û ez bê çare dibim, berê xwe didim wê devera aram, li wê deverê tişta di dilê xwe de ji xwe re dibêjim, tiştên ku li devereke din nikarim bêjim. Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim, jiyana ku li devereke din bi dest min nakeve. Li wê deverê azad im.

Min helbest ne hilbijartiye. Nayê bîra min ku pir pijarte li pêşiya min hebûn û min ji wan yek holbijartiye. Her wiha ez nizanim ka sibe ezê bimînin dilsozê helbestê yan na. Cara pêşî çaxê min xwest tişta di dilê xwe de derbirînim, min berê xwe da wate û peyvan. Cara pêşîn wexta min xwest hestên xwe veguhêzim wate û peyvan min berê da helbestê. Dibe ku ev bandora xuristiya min be jî, ku ez mirov kêm dipeyvim, dibe ku bandora şêweyê jiyana min be jî, ku di wê demê ez bi xebatekê mijûl bûm, cihekî min tune bû, derfeta min tune bû bi rojan li cihekî rawestim û romanekê yan çîrokekê binivîsim.

Evro: Çi têkiliya helbestê bi cîhana veşartî ya Kemal Nicim re heye, gelo helbestê Kemal Nicim cîhana wî ya nayê naskirine?

Bersiv:

Mirovê ku napeyive cîhaneke tarî ye, nayê naskirin mîna sebeteke girtî ye, kes nizane ka di hundirê wê sebetê de tarî heye lê ronî, aramî heye lê êş û azar. Lewma eger peyv kilîta naskirina mirovan e, wiha jî helbest kilîta cîhana helbestvanan e. Çawa min di bersiva pirsa pêşî de jî got, helbest devra ku yê helbestvan dikare li wir cîhaneke xwe ya din ava bike, li wir tiştên ku li cîhana asayî nikar bêje û bijî, dibêje û dijî.

Lewma, erê, helbest cîhana min a hundirîn e, cihana min a nepenî ye.

Evro: Li gor Kemal Nicim, helbest dikare weke siyasetê bandora xwe li civakê bike, çi têkiliya helbestê bi siyasetê re heye, yan helbest cihaneke bi serê xwe ye?

Bersiv:

Dibe ku mebesta we ji gotina (siyaset)ê, bîr û boçûn û ideolojiya be. Yan jî mebesta we girêdan û têkiliya bi doza azadiya gel û welat re be. Lê her çi be jî. Bi nêrîna min helbest heyîneke pak e. Nabe ku mirov berawerdî siyasetê bike. Lê helbest ji xwe bîr û bawerî û boçûn e. Helbest ew heyîna ku dilê mirovan û giyanê mirovan aram û pak dike. Ji xwe mirovên aram û pak dikarin xwedî doz bin, dikarin ji bo maf û azadiyê têbikoşin. Helbest ji civakê û mirovan re nabêje, ev rêya azadiyê ye, ev şêweyên têkoşînê ne, ev rêya rast e. Lê helbest hişê mirovan sayî dike, giyan û dilê wan pak dike ku êdî bixwe li rêyên azadiyê bigerin.

Lê bê guman, di rewş û halê heyî de, helbest û helbestvan ne xwediyê wê karînê û bandorê ne li ser civakê.

Evro: Heta îro 5 yan 6 berhemên Kemal Nicim çap bûne, çima? Yan jî pir berhem yan kêmbûn ne mercin? Nexwe sedema xwe aborî ye?

Bersiv:

Hijmara berheman û pirtûkan yan helbestan, ne pîvana helbestvaniyê ye. Lê helbet hin sedm jî hene ku çima min kêm berhem weşandine.

Em têkevin mijara alozî û pirsgirêkên çapê û weşan û belavkirinê em ji nav dernakevin. Miletekî bê welat be, nikare behsa weşangerî û bazara pirtûkan bike. Hin tişt weke zincîrê bi hevû din ve girêdayî ne ji hev cuda nabin. Eger pirtûk tune bin xwendin tune, lê eger xwendin û kirîna pirtûkan jî tune be, dê bazara pirtûkan çênebe, bazar nebe pirtûk jî tune ne. Eger weşanxaneyek bixwaze pirtûka Kemal Necim çap bike û biweşîne, pêwîste bazara wê pirtûkê jî hebe ku weşanxane sûdekê jê bigire û karibe pirtûkeke din jî biweşîne. Her wiha yekî nivîskar jî ku sûdeke diravî ji berhemên xwe negire dê neçar bimîne ku ji xwe re li karekî din bigere, wiha ev mesele wilo girêk û dirêj e.

Tişta niha li hemû deverên Kurdistanê heye, ne weşangeriyeke tekûz e. Tenê hinek Kurd rabûne ji xwe re dibêjin ka em jî weke welatên xelkê weşanxaneyekê ava bikin, hin pirtûkan çap bikin, carna jî hin pêşangehan lidar dixin. Lê weşangerî nebûye pîşe û bazara wê jî çênebûye.

Ta niha 5 berhemên min çap bûne, bi nav ez xwediyê 5 berheman im, lê ez bi xwe niha herim bazara pirtûkan dibe ku pirtûkên xwe nebînim.

Evro: Birêz Kemal Nicim, îro jî tu li Rojavayê Kurdistanê dijî, li gorî ditîna te asta helbestê li Rojavayê Kurdistanê çawaye, çi cudahî di navbera salên heştî û notî û niha de heye di warê helbestê de?

Bersiv:

Helbet cudahiyeke mezin heye. Bi kêmanî ew merc û astengiyên ku berê hebûn niha rabûne. Derfetên çapkirina pirtûkan çê bûye, dibistan û zanîngeh hatine avakirin. Bi pirbûna hijmarê naverok jî baştir dibe. Angu eger em bêjin di salên notî de 20 helbestvanên Kurd hebûn, ji wanan 10 helbestvanên baş bûn û helbest pêş xistin. Niha 50 helbestvan hene, dibe ku 25 ji wan baş dinivîsin. Wekî din wexta ku hijmara helbestvanan û hijmara helbestan û pirtûkan zêde dibe, asta çêjgirtin û têgihîştinê jî pêş dikeve, êdî xwendevan dikare zanibe ka kîjan helbest qels e û kîjan baş û tekûz e, êdî xwendevan dikare ji xwe re hilbijêre ka dê çi bixwîne, ji ber pijarte li pêşiya wî pir bûn. Lewma mirov dikare bêje ku asta helbestê di dema me ya niha de ji ya salên notî pêşketîtir e.

Evro: Bi giştî, asta helbesta Kurdî çawa dibînî?

Bersiv:

Tişta ku me ji bo rewşa helbestê li Rojava got, mirov dikare ji bo helbesta Kurdî bi giştî jî bêje. Çi berhem be, dema ku berdewan be, raneweste, dê bi demê re pêş bikeve. Helbest jî wilo ye, li her deverên Kurdistanê helbestvan hene û bi berdewam dinivîsin, nifşek diçe yekî din tê, berhevkirin çêdibe, ezmûnên cuda çêdibin, asta çêjgiritin û têgihiştinê bilindtir dibe, lewma asta helbestê bi giştî ji berê baştir e

Evro: Gotina dawî?

Bersiv:

Her hebin, spas ji bo rojnameya Evro ku ev derfet da me. Her serkeftî bin.

rojname Evro

hejmar 3354

20.6.2023 185.255.46.55 14:49, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Kemal Necim".