Gotûbêj:Helîse

Şiroveya dawî: berî 12 salan ji aliye Gomada ve

Em ji xwarineke Bacanên reş re dibêjin Helîse. Nizanim dibe ku hûn jî zanibin. Bacanên reş , di tenûrê de dibirêjin û piştre di qeşêrin. Di nav rûn de bi sîr , hêk tiştên din tê qelandin. Nizanim çima lê tevlîheviyek di derbarê navan de di navbera Mêrdînî û Waniyan de heye (: Min ji hevalekî Wanî pirsî bû. Tirşik çiye? Bersiv : Tirşî Naxwe Tirşî (tirozî, kelem hwd. di nav şoravkê de) çiye? Ew jî Tirş e . Hevalên ku agahiya wan di derbarê vê tevlîheviyê de hebe û ji kerema xwe bi me re parve bike ezê kêfxweş bim. —Gomada 22:05, 08 tîrmeh 2011 (UTC)

Tirşik
Kekê Gomada, gelek tevlîhevî hene, ji xwe me hêh nû destpê kir, em ê bi hev re baştir bikin. Xebata min kiriye wekî pêşniyarek e. Mêrdînî ji şorbeyê re dibêjin tirşik. Helbet ev nabe. Pirtûkeke Cemşîd Bender heye li ser kulîna kurdî, mixabin li ba min nîne. Min ji yekê xwest ku ji min re bişîne, ji Tirkiyeyê. Keko, rengdêr di çerxa deme de dibin nav. Cureyên tiştan wext tê dibin navê wê tiştê. Boreg tenê navê kilorek e, lê niha kurd jî êdî dibêjin boreg. Tirşik şorbeyeke tirş e, bûye nav. Chomsky bo derketine zaraveyan çi gotibû, bîne bîra xwe. Birayek ji gund diqete diçe ji xwe re mezreyekê ava dike. Bira hinekê vinek e, wext tê bandora vinektiya wî li axavtina zarokan jî dibe. Dê, dayê, yadê, etkê, anê hemî bo maderê ne. Roj tê êdî kes nabêje mader, mama. Serê te neêşînim. Em wisa bikin, berê materyalan berhev bikin, xebata xwe bikin. Paşê sererast bikin. Xwedê te bê tirşikê nehêle:) --Bablekan 20:10, 8 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Dem şad hevalê hêja, em her heftî tirşikê dixwin (: lê min ne bihîstî bû ku Mêrdînî ji şorbeyê re dibêjin Tirşik. Min li înternetê nêrî ez dibe qey tevlîheviya vî navî jî heye. Tirşika ku ez dibêjim , bi bacanên reş-sor , îsot, goşt , kartol û tiştên din tê çêkirin. Xwarineke tevlîhev e (: Lewma Tirkan ji me ev nav girtine û kirine Türlü. Lê dibe ku li hin herêman şorbeyeke bi vî navî hebe. Di vê navberê de bi xêra gotarên te, ez fêrî gelek tiştan bûm. Spas. Em jî ji bo hemû kiloran dibêjin borek. Divê ev were guhertin lê nizam çawa , Kurd zû bi zû serê xwe na guherin. Bimîne di xweşiyê de. —Gomada 00:20, 09 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Weke brayê Gomada jî gotiye,Li derdora Amedê jî ji bacanên şeliqandî(yên di tendûrê de bi şîşan hatiye braştin) re "Helîse" dihê gotin.Tirşik jî wek dîsa Gomada gotiye,ji braştina fringiyan,bacanan,îsot û hwd dihê çêkirin.Xwarinek avî ye û axilbe li ber girarê(savar) dihê xwarin.--Cîrano 09:24, 9 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Min xwest wêneyê tirşikê bi were parve bikim (: —Gomada 20:35, 09 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Gelek sipas bo keda te. Gotara helîse min nenivîsî, karber Ferrus nivîsiye. Ji xwe wisa bi gotûbêjan em ê ya têkûz û rast bibînin. Navên xwarinan herêmî ne, mirov nizane kîjan kîjan e. Min duh ji yekê Mêrdînê pirsa tirşikê kir, feqîro nizane kîjan e. Lê ji min re got Mêrdînî ji şorbeyê re nabêjin tirşik. De were safî bike:) Min gotê "kuro qirarekê bidin, min ji gelek Mêrdîniyan bihîstiye, niha tu ji kû derketî feqîro".. Kivşe ye problemekê van Mêrdiniyan bi şorbeyê re heye:) Îcar li herêma me jî tirşik ji turlu ya tirkî, şorbe ji ya nîskê ûêd, avsîr jî ji şorbeyên yan xwarinên quşxaneyî (bi av, ron) re dibêjin. Ahaa, hat bîra min. Ez dixwazim navê kategoriya xwarinan gorî alava, amana wê tasnîf bikim, hûn çi dibêjin. Xwarinên qûşxaneyê, xwarinên rûnbirêşkê hww. Alman jî bo mînak ji xwarinên wia ron re dibêjin xwarina quşxaneyê. Tevlîheviyê kêm dike. Xêra xwe raman xwe bidin der. Noşîcan be.. --Bablekan 17:52, 9 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Baş e tu dikarî wisa xwarinan kategorî bikî spas ji bo keda te, lê bi ya min sernavê gotarê weke Herîse an jî Keşkek were guhertin çêtir e. Ji ber ku dema hevalnan xwest gotareke nû di derbarê Helîse ya ez dibêjim de çêbikin (dibe ku ez jî çêkim) wî wextî wê tevlîhevî çêbibe. Dîsa jî tu dikarî bixwe biryarê bidî. Xebat xweş.—Gomadaji min re binivîse 18:57, 11 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Helîse".