Gotûbêj:Hîpokrat ji Kós

Yewnanî / Grekî biguhêre

Peyvê yewnanî zêdetir tê bikaranîn. Xêra xwe grekî nenivisînin. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 12:28, 20 rêbendan 2008 (UTC)

Bangîn me bi Erdal re şêwra xwe kiriye, dê navên standart ên cografîk bi kurdî (bajar, welat, paytext hwd) hevalê MîkaelF amade bike û em hemî ya wî bipejirînin. Vêgav nîqaş ne hewce ye. Piştî amadekirina wî em ê hewl bidin xwe û hemî yên hatine nivîsîn, vegerînin û bikin wekî ya lîsteyên wî. Heger em wiha nekin ew ê her û hev tevlîhevî hebe û herkes bi ya devokê gundê xwe bike. Ango em mecbûr in..

Te gotiye Yewnanî pirr hatiye bikaranîn, ne xêr, ev 50-50 salên dawî ye ku em Kurd zêde hatin assîmilekirin û bandora zimanê Romî (heya 20-30 sal berê li Bakur kesî nedigot Tirk, digotin Rom, Roma reş) wisa xurt bûye ku em bêjeyên Kurdî êdî hez nakin. Hema kardeşên me yên destbiço çi dane ber me, me ya wan kiriye. Di wêjeya devkî ya kurdî (ez bi salan li ser xebitîm) de pirranî Rûm, hatiye bikaranîn. Beriya Îslam û Tirkan jî sedî sed me gotiye Grek an Helen. Îcar were hesab bike me pirranî ne gotiye "Yewnanî". Û ti bi xêr hatî, ser xêrê hatî. Ma carekê din wisa dereng nemînin. Wî heyva Apollo 8 êdî kul xistibû dilê me:) --Bablekan 14:52, 20 rêbendan 2008 (UTC)

Yewnan pir ji berê de maye. ewna herçiqas xwe wek grek nav bikin jî yewnan(ji ion de) navbera xelkên rojhilata navîn de, ereban, farsan.. berê de tê bikaranîn. Cyrus the virus
Hevalno, hizra min ev bû: bêjeya grek ji bo grekên klasîk, berhemên bi grekî, trajediyeke grekî... hwd., peyv li ferhengê ye. Yewnan, ji bo yewnanên modern, zimanê yewnanî (dîmotîkî), dîroka Yewnanistanê (Yewnanistana nûjen) û hwd. Hîpokrat grek bû, lê Melina Mercouri [Melîna Merkûrî] yewnan bû. Silav MikaelF 19:07, 21 rêbendan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Hîpokrat ji Kós".