Gotûbêj:Gorewîlk

Şiroveya dawî: berî 10 salan ji aliyê Ramikurd ve di mijara Çavkanî de

Silav!

Sedema vê agahdarî çi ye?

Spas!

Ramî (gotûbêj) 01:19, 14 tîrmeh 2013 (UTC)Bersiv bide

Sedema wê; gotara re te ne bi kurdiyeke rind hatiye nivîsandin. Weke min di gotûbeja din de jî gotî, ji kerema xwe bêhtir bala xwe bide nivîsên xwe, em ensîklopediyekê ava dikin. Lewma bila xebateke rind derkeve holê. Piştî min ew etîket pê ve kirî, te hinek guhertin kirine, lê dîsa jî bi temamî nehatiye serastkirin.
  • Mînak; Giraniya nêr ji 8 ta 20 kg. Dirêjiya gorewîlkê mê ji 69 ta 102 cm bê dûvikên wê. dirêjiya dûvikê ji 19,5 ta 34 cm. Giraniya mê ji 7 ta 15,9 kg. Bikarhenêrên me kêm in, naxwe komek dikarîbû tenê serastkirina nivîsan bike. Lê niha ne mumkin e, loma divê hevalên gotarnivîs hewl bidin bêkêmasî binivîsin.Xx—Gomadapeyam 07:38, 14 tîrmeh 2013 (UTC)Bersiv bide

Niha rewşa vê nivîsê çawa ye?

Gorewîlk ji pisîkên kovî, ku bi riya purtê reş û dirêj ku li ser herdu guhan tên nasîn. Mezinahiya laşê gorewîlkê navîn e. Lingên wî dirêj in û dûvikê wî kurt e. Rengê kurkê soravî ye, lê di hinek binecureyên wî de gewr û rengê qehweyî wekî axê jî heye. Deqên sipî di bin lingan û ser sîngê gorewîlkê hene. Kiloxê gorewîlkê bilind û glover e. Çeneyê wê kin an kurt e, lê tijî diranên girs û xurt e. Dirêjiyê gorewîlkê nêr ji 75 heta 107 cm bê dûvikên wî. Dirêjiyê dûvikê digihîje 23,1 ta 34 cm. Giraniyê nêr qasî 8 ta 20 kg. Dirêjiyê gorewîlkê mê digihîje 69 ta 102 cm bê dûvik. dirêjiyê dûvikê qasî 19,5 ta 34 cm. Giraniyê mê qasî 7 ta 15,9 kg.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sunquist, M.; Sunquist, F. (2002). Wild cats of the World. Chicago: University of Chicago Press. rr. 37–47. ISBN 0-226-77999-8.

Ramî (gotûbêj) 14:01, 14 tîrmeh 2013 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Gorewîlk".