Ez di wê baweriyê de me ku sergotara DIMBILIYAN nerast û şaş e. Li Kurdistanê navên cografîk dikarin bi eşîran werin îzahkirin lê bi zaraveyan na. Ez gelek li wan herêman geriyame, min nebîhîstiye.

A duyemîn: Peyva DIMBILIYAN ji aliyê karaktera zimên ve şaş e. Rastiya wê Dimîlî, Dumilî, Dûmilî, Dûmîlî (ji eşîra Mîlî) ye. Dimbil+yan cara pêşîn îdeologeke Tirk bikaraniye ez dikarim belge nîşanbidim. Ango Dimbil+yan binavkirineke faşîstên Tirkan e. Heqeret e. Tirk dibêjin bi navê Dimbil+ogullari bereke Tirkên Ökhüz Boyu (Oghuz boyu) hebûye.

Dîsa M. Şerif Firat ê peyayê îstihbarata Tirk di pirtûka xwe ya bi navê "Dogu illeri ve Varto Tarihi - Dîroka Parêzgehên rojava û Vartoyê" de navê DIMBIL bikartîne ku îddia dike ew bingeh Tirk in. Ango gorî wî kê zazakî biaxive Tirkin.

Pêşniyaza min ev e ku sergotar Dimiliyan were nivîsîn. A rastî ev gotara han nebaş e. Binavkirineke wiha nîne. Dikare di nava kom û berên Kurdan de fesadiyê bike, riya şaşîtiyan veke.

Dimilî, Kird, Kirmanc û zonê xo re Dimilî, Kirdkî, Ginî, Kirmanc. Îta xeletî esto. --Bablekan 21:00, 19 Berfanbar 2006 (UTC)

Vegere rûpela "Dimbiliyan".