Gotûbêj:Derwêş Serhedî

Şerme lo... Berîku van gotinên ne rast dinivîsî, carekê destê xwe bide li ser wîjdana xwe... Tu an Derwêş Serhedî baş nasnakî, anjî neyarîyek heye di dilê teda!!! Dilê xwe paqiş bike ji kerema xwe...

Eger şaş be, rast bike. --Erdal Ronahi 13:53, 29 rêbendan 2008 (UTC)
Derwêş Serhedî mûzisyenek, stranbêjek, hunermendek hwd e. Lê wateya dengbêjiyê cuda ye. Binêre li ferhengan û bizanibe di zimanê Kurdî de bo her cureyê binavkirinekê heye. Em nikarin gorî kêfa xwe ji darê re bêjin na giya ye. Ev rûpela nîqaşê ye û tu jî dikarî fikrên xwe bêjî. Lê çend car e rexneya hatiye kirin paqij dikî (jê dibî) ku ev ne ji dilekê wekî te gotiye paqij tê. Armanca me ya guftûgoyan jî bipêşxistin û têkûzkirina gotaran e. Bêjim ku ez gelek ji mûzîka Serhedî jî hezdikim. Em gorî kategoriyan tasnîf dikin. Karekî xatirane yan hestane nakin. Şakiro ti carî awazeke stranê ya cuda nestriye. --Bablekan 14:00, 29 rêbendan 2008 (UTC)

Bersiv: Ez terza hunera Derwêş gelek diecibînim. Lewrajî min bi dil û can jîyannameya Derwêş û wêneyê wî li wikipedia Kurdî qeyd kir. Niqaş a we bala min kişand û min dît ku neheqîyeke li Derwêş Serhedî dibe, lewma min paqiş kir. Eger li gor we dengbêj; ên weke Evdalê Zeynê, Şakiro, Reso, û, û,...ne, raste Derwêş Serhedî ne dengbêje. Lê eger li gor wê lîsteya dengbêja biçe; niqaşa we a li ser Derwêş Serhedî neheqîyeke mezine. Derwêş di salan berê berhemeke Dengêjî çêkirî. Û gelekjî di nava gelde hatîye ecibandin. Derwêş hunereke gelerî dişopîne. Weke her dengbêjê hemdemî, ew jî bi stila dengbêjî distirê. Amûrên rengê dengbêjîyê dijene. Lewmajî niqaşên wisa ne rastin, ne jî dostanîne!!! Her kî ji bo çand û hunera Kurdî,(bi armanceke dilsozî) her çi bike ji bo me Kurdan gelek xizmeteke mezine. Hêla kategoriyanda jî eger navê Derwêş Serhedî li wê lîsteyêde tunebe, ewe şaşîtî û ewe neheqî... Egerku hûn berpirsîyarê vê rûpelêne, û egerku hûn li gorî xwe rastîyan dixwazin, kerema xwe destpêkêde hin sînoran kifş bikin. Yanê kî ku dikare binivîse bila ji alîyê weda bê qirarkirin. Her çi li gor we şaşe bila neqewime...Lê zanibin ew nivîsa we ê niqaşkirinê jî gelek gelek şaşbû!!!

Rast e, diviyabû min negotiba "em hemî dengbêj in" û ev gelek nelirê bûye. Em wekî bikarhêner, hin caran bi zimanekî henekî/qerfî jî diaxivin lê kêm li vir dinivîsînin (pirranî bi emaîlan). Rexne xweş in jî. Vê lîsteya han bi giranî min çêkir lê kêmasiyên wê gelek in. Min li ser wate û rastiya dengbêjiyê hinek kola û dît ku dengbêjî wekî sûfîzmê, cîhaneke taybet divê. Mixabin me maneya wê gelek guhertiye û erzan jî kiriye. Gelek hunermendên me di albûmên xwe de carnan yek du stranên dengbêjiyê (ew jî wergirtin in û pirranî bi peyvên wan jî tên lîstin) distrên û xwe wekî dengbêj binavdikin. Îcar em dixwazin qet nebe li vir hinde jiyanê sererast bikin, tevlîheviyan derbibin. Di lîsteya me de wekî min got, hêj kêmasî pirr in. Gelek nav wê jê werin jêbirin. Me got em berê li ser biaxivin, nêrînan bibîhîsin. Lewra ye ev guftûgo. Min berê Aydin, Şemdîn û Maruf jî jêbiribû lê berê di rûpela nîqaşê de fikra xwe gotibû. Dîsa jî bo şaşiyan ji cenabê we û helbet Serhedî lêborînê dixwazim. Hêvî dikim ku hûn ne tenê li ser Serhedî lê li ser meseleya bipêşxistina Wîkîpediya Kurdî jî rawestin û ji me re gotarên ciwan binivîsînin. --Bablekan 06:28, 30 rêbendan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Derwêş Serhedî".