Gotûbêj:Împeratoriya Romê

Împeratoriya Romê, Romayê, Romayî, Romî biguhêre

Em dibêjin Împeratoriya Romê, Romayê, Romayî an Romî? silav --MikaelF 13:20, 12 pûşper 2009 (UTC)

Em ji bandora Tirkan û Tirkî dibêjin Roma. Tirkan ji kû derê girtine nizanim lê em 99 % peyvên rojavayî wekî tirkan bilêv dikin. Di edebiyata me ya gelêrî de "Dewleta Romê" ji bo Bîzans, Rom, Osmanî û îro jî bo komara Tirk hatiye bikaranîn. Lewra berdewamiya hev in. Heya beriya derketina şoresgeriya Kurdan a di bin siya çepê Tirkan, pirraniya xelkê nizanibûn Tirk çiye. Tevgerên Kurdan bêjeya Tirk bi gel dan qebûlkirin. Ez serê we neêşînim, bi ya min em ji bo împeratoriya Romê jî paytextê Îtalya Romê jî "Rom" bikarbînin. Derketina navê împeratoriyê jî ne bi navê bajarê ve girêdayî ye? Yan di navbera wan de korelasyonekê nîne? Homa biparêze.. --Bablekan 17:57, 12 pûşper 2009 (UTC)
Spas bira Bablekan, ez bi te re me, bila Împeratoriya Romê an jî Împeratoriya Romî be. Wekî din, bila împeratorî jî be, ne împaratorî. Kurdên derveyî Tirkiyeyê împeratorî an împêratorî dinivîsin. Dema te xweş be --MikaelF 11:31, 14 pûşper 2009 (UTC)
Kek Bablekan dibêjê: Di edebiyata me ya gelêrî de "Dewleta Romê" ji bo Bîzans, Rom, Osmanî û îro jî bo komara Tirk hatiye bikaranîn. Lewra berdewamiya hev in. Raste, heta dereceyekê Bîzans berdewamiya Împeratoriya Romê (anjî Romayê) ye. Lê kengî Osmanî bûne berdewamiya Bîzans? Osmaniyan Bîzans têk birin û ketin şûna wan û heta dereceyekê Dewleta Tirk berdewamiya Osmaniyane. Li gorî min li vir hinekî tevlîhevî heye. Wekîdin ROMA ne ji tirkî, lê ji latînî û îtalî tê. Ez jî bi wê yekê re me ku em peyv û bilêvkirinên tirkî bikar neynîn, lê nabê em tenê li dijî tirkî anjî zimanekî din bixebitin. Ez di wî warî de ne pisporim, lê li gor ku ez dizanim, roma reş di dîrokê de ji bo her hêzek ku ji rojava êriş birine ser Kurdistanê tê gotin, ne kû bi taybetî ji bo hêzên dewleta Osmanî û Tirk. Peyva roma reş bi îhtimalek mezin di dema erişên hêzên Împeratoriya Romê di nav civakê de belav bûyê û di bihurîna dirôkê de bûye sinonîm bi her hêzek ji rojava. Vêca Tirk piştî têkçûna Împeratoriya Romê û Bîzansê li rojavayê (ji) Kurdistanê bicih bûne û kurdan hema ew jî bi roma reş (ji ber kû ji rojava êriş dikirin) binav kirine. Belkî mirov dikarê bêjê ku kurdan di vê binavkirna xwe de şaşîtiyek jî kirine, lewra li şûna wan kesên ku roma reş ji wan re dihat gotin êdî gelekî din (êlên Tirkmen) bicih bûbûn. silav --Kurdodino 12:13, 14 pûşper 2009 (UTC)
Kurdodîno bi tevayî wekî te gotiye ye. Peyv ji ber Rom(a)iyan derketiye. Li rojava bûne, zilmkar bûne. Kurdan piştre ji hemî cîranên xwe yên li rojava ne re wisa gotine. Îcar çima Osmanî? Osmaniyan jî ji xwe re negotine Tirk. Wan jî ji Anatoliyayê re gotine "Diyarî Rûmî, Erzerûm, Celaledînî Rûmî hwd. Min got di mejiyê kollektîv ê Kurdan de, bi navê "Tirk" tiştekê cih negirtiye (heya derketina partiyên çepgir ên Tirk/Kurd, salên 60'î). Erê Tirk ji Asyayê hatine lê wekî koçan, pêl bi pêl. Hin ji wan heliyane (pirranî di nava Farsan de, derketina Azeriyan hwd), hinan jî hebûna xwe parastine lê ne bi navê Tirk, bi navê ber û mezinên xwe, yörük, tahtaci ûêd. Derketina bêjeya Tirkan ne ewcend kevn e. Bi alîkariya Îslamê komên Tirkan ên hatibûn di nava împeratoriyên wê demê de xurt dibin û desthilatiyê werdigirin. Zimanê wan û Îslam dibe yê bazarê, yê serdest. Komên gelan wiha tên assîmîlekirin. Îcar a Kurdan dîsa li cih e, lewra pirraniya xelkên Tirkiyeyê yên îro, bi eslê xwe ne Tirk in. Pirraniya wan jî bingeh Helen, Balkanî hwd in (ango cihên ku Romiyan lê desthilatdarî dikirin). Ji aliyê genetîkî ve jî îro hatiye çespandin ku 4 heya 9 % mirovên Tirkiyeyê bi eslê xwe Tirk in. Ez dikarim lînkan bidim. Yek jî madem bav-kalên me wisa navandine, em çima bi angaştên Tirkan ên sîntetîk xwe bilî bikin? Na xêr, ez ji ti zimanekê re bêrêziyê nakim. Tirkên Tirk jî mirovên sade û baş in lê îro Tirkayetî di destên devşîrmeyan de ye û lewitiye. Min ne lewitandiye û tişta lewitî be jî hez jê nayê kirin. Binêre ji îttîhat terrakiyan, şerê yekemîn heya îro cografyaya me ne aram e. Çima? Lewra nasnameyeke sîntetîk, bi darê zorê li me tê kirin û li dijî xwezayê ye. Heger bigotiban "Îslam", "Anatoliyayî", "mirovên porreş" hwd dê ewçend teşqele derneketiba. Mesele ne tenê ji serheşkî û azadîxwaziya Kurdan e. Kirasê dînan li gelan hatiye kirin û tebîata gelan viya qebûl nake. A rastî ya Tirkan û devşîrmeyan jî viya napejirîne. Heger devşîrmeyan bi xwe jî qebûl kiribana dê ewçend radîkal, tehrîpkar û êrîşkar nebûna, sade û aram bana. Silav.. --Bablekan 20:09, 14 pûşper 2009 (UTC)
Vegere rûpela "Împeratoriya Romê".