Gotûbêj:Împeratoriya Asûr

Heval ji kerema xwe nav ne guhere!!! Di ferhengê de jî wisa ye! Gomada 11:32, 21 Pûşper 2011 (UTC)

Li qisûra min nerêne., li vir binêre [1]. Silav. Ez karim betal bikim. George Animal 08:36, 21 pûşper 2011 (UTC)
Silav.. belê, wekî Gomada dibêje împaratorî di gelek ferhengan de ye û ew jî rast e; lê belê, ez bawer dikim ku piraniya dîroknasên roja îro yan împeratorî yan jî dewlet dinivîsin, yanê Împeratoriya Asûrî yan Dewleta Asûrî. Qewet be ji we re. --MikaelF 08:51, 21 pûşper 2011 (UTC)
Bo mînak:
Em nabêjin "împaryalîst", dibêjin "împeryalîst". Derence bi pêlekanan, rev bi gavan in. Psîkolojiya kurdan wisa ye ku jiyanê hêsantir dikin. Heger mirov ji nishka ve bireve lashê mirov diêshe. Ji tîpa dengdêr a ziravdengî ji nishka ve were ser dengdêra qalind-dengî zehmet dibe. Ji "î" were ser "a". Ya rastî hin teoriyên min hene lê li ser psîkolojiya kurdan e. Bi ya min împeryalîst hêsantir e, bashtir e. Qet nebe yek bêjeyekê ji asîmîlasyonê xilas dikin, ew jî xêr e. Asîmîlasyon bi shibandinê jî dibe, ev rêbazek e. Bi yamin psîkolojî jî li kurdî nayê, bo +lojî, +logî li karakterê wê tê. Em nabêjin psîkoloj dibêjin psîkolog. Forma psîkolojî de pashpirtika wateya zanistiyê dide, tê xwarin, deforme dibe. Karakterê fransî wisa dikir ku kîjan pirtik li vir bi +og. +ogî ba kedî dikir, dikir +jî. Tirkan teqlîd kirine, heya bigire pashpirtikên xelkê jî teqlîd kirine. Gelek zimanas bihîstiye, gotine pasheroja tirkî di xetereyê de ye, bûye tishteka din. Dirêj nekim, serê we neêsshînim. Ne jî zimanzan im ji xwe:) --Bablekan 12:09, 21 pûşper 2011 (UTC)
Birêz Bablekan, debarê psîkolog, psîkolojî/psîkologî de, bi kurdî peyvên derûnnas, derûnnasî gelek tên bikaranîn. Ji bo psîkyatrîst jî, derûnzan, bijîşka/ê nexweşiyên dirûnî hene. Bi te çawa tên? Analîza derûnî, derûnanalîz, û hwd jî hene... Bi silavên germ --MikaelF 09:01, 23 pûşper 2011 (UTC)
Silav Gomada, tu çawan î? Ji bo gihîştina zimanekî standard û nûjen û ensîklopedîk ê bi latînî û ji bo pêşveçûna zimên jî, ferhenga zimanzanê hêja Zana Farqînî, bê guman, yek ji amûrên herî giring e, ez 100% bi te me! Yek ji ferhengên heta nuha bêhempa û herî pîroz ên zimanê kurdî Ferhenga kurdî-tirkî ya Zana Farqînî ye. Çapa ferhenga kurdî-tirkî ya pêşîn a Zana Farqînî di sala 2004'an de derket û ji wê salê û vir ve, çapên nû bi formateke berikê derdikevin û kêmasiyên çapên berê yên ferhengê hêdî hêdî sererast dikin. Lê hîna tê de çend kêmasî hene, bo mînak ev peyvên tirkandî ji zimanê fransî, wekî laboratuar, fuar, imparator, emperyalist, enjeksiyon, ansiklopedi, enstitu û hwd, hîna baş ne rûniştî bûne; geh laboratuar, geh laboratûar, geh laboratiwar, geh laboratorî; împarator, împerator; emperyalîst, împeryalîst; ansîklopedî, ensîklopedî; enstitû, înstîtû, înstîtût tên nivîsandin... Di warê peyva "împaratorî, împeratorî" de ez dikarim bêjim ku pirraniya ferheng û gotaran împeratorî, împêratorî, împiratorî, împratorî an împêrî dibêjin, ne împaratorî. Ez bawer dikim û ez hêvî dikim ku di paşerojeke nêzîk de ferhenga Zana Farqînî jî biguherînin. Wekî din, heke ensîklopediya me Wîkîpediya ensîklopediyeke azad be, ensîklopediyeke bi e û tu vê peyva "ensîklopedî" bipejirînî, gelo çawa ye tu peyva împeratorî naxwazî qebûl bikî? Bi ya min, bila împeratoriya Asûr, dewleta Asûr an jî împeriya Asûr be. Bi hevaltiyê û silavên germ --MikaelF 10:32, 22 pûşper 2011 (UTC)
Silav ,zor spas ez başim (: hêvîdarim tu jî baş bî.Hevalê hêja pirsgirêka min bi peyva împeratoriyê re nîne. Ger bi giştî wisa tê bikaranîn bila împeratorî be. Lê wekî tu jî dizanî di ferhengên hêja de împaratorî derbas dibe û bixwe em jî wisa bikartînin. Lê dîsa wekî te gotî gelek Kurd cuda cuda bilêvdikin. Ez dikarim împeratoriyê li vir binivîsim her tim. Pirsgirêk ji min re nîne. Şaş fam nekin lê ezê hertim diaxaftina xwe de împaratorî bikarbînim. Nizanim em fêrî bilêvkirineke wisa bûne. Lewma zimanê min fêrî împeratoriyê nebûye. (: Li qisûra min nenêrin. Hevalno wekî win jî dizanin êdî Dîwana me heye. Di vê navberê de me karîbane bişkoka Dîwanê tevlî beşa Beşdarî kiribane wê çêtir bûbane. Ez dibe em karin guftûgoyên xwe bibine Dîwana xwe. Spas ji bo keda hevalê Ghybu. Bimînin di xweşiyê de! Gomada 15:20, 23 Pûşper 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Împeratoriya Asûr".