Golên endorheîk

cureyekî golan

Golên endorheîk, golên girtî[1] yan jî golên navxweyî[1] (hinek caran wekê golên qada daketî yan jî golên termînalî têne binavkirin[çavkanî hewce ye]) berhevok yan jî golbûna avê ye ku di nav qadeke endorheîk (qadeke dorgirtî) de bêyî derketineke diyar çêdibe. Golên endorheîk ji ber ku ji maddeyên ku di golê de ne bi dûkel bûna avê xilas nabe bi gelemperî ji avên şor pêk tên.[2] Golên endorheîk dikarin li herêmên derdora wan wekê nîşaneyên guherîna antropogenîkên wekî avdanî yan jî guherîna avhewayê werin bikar anîn. Golên xwedî drenaja (nizilan a binê erdê) binê erdê wekê golên krîptoheîk hatine pejirandin.

Dîmenek ji gola endorheîk a Gola Wanê ku gola herî mezin ê Bakurê Kurdistanê û gola herî mezinê Kurdistanê ye

Golên endorheîk ên Kurdistanê Gola Ûrmiyeyê û Gola Wanê ye ku du golên mezin ên Kurdistanê ne.[3][4]

Celebên golên endorheîk

biguhêre

Du awayên sereke yên ku golên endorheîk ên ku avê berhev dikin ev in: celebek bi herikîna çem ên di qada dorgirtî ya li deverên golên ku ber bi golê ve diherikin (deşarj) û celeba din jî ev e ku barîna baranê ye ku dibare qada golê.[2]

Ava berhevkirî ya golê ji ber ku derketina avê tineye bi dûkeliya avê û bi rêya nizilanê (ava ku di binê erdê de bi rêya veşartî diherike) winda bibe.

Lîsteya golên endorheîk ên li cîhanê

biguhêre
 
Dîtineke ji Gola Ûrmiyeyê ku goleke endorheîk a Rojhilata Kurdistanê ye.

Kurdistan

biguhêre

Awistralya

biguhêre

Amerîkaya Bakur

biguhêre
 
Gola Xwê ya Mezin, Utah, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê (Coğrafya). Stembol: Doz.
  2. ^ a b Yapiyev, Vadim; Sagintayev, Zhanay; Inglezakis, Vassilis J.; Samarkhanov, Kanat; Verhoef, Anne (2017). "Essentials of Endorheic Basins and Lakes: A Review in the Context of Current and Future Water Resource Management and Mitigation Activities in Central Asia". Water (bi îngilîzî). 9 (10): 798. doi:10.3390/w9100798. ISSN 2073-4441.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  3. ^ "Lake Van | History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2024.
  4. ^ "Lake Urmia | Salt Lake in Kurdistan Largest Lake in the Middle East | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2024.