Gohdar (jdb. 1986an li Berlînê) hîp-hopvanekî kurd e. Bavê wî ji Midyadê e û diya wî ji Tirbespiyê ye.

Kurtejiyan biguhêre

Gohdar di sala 1986ê de li Berlînê çêbûye. Bavê wî ji Midyat/Mizizah e û diya wî ji Tirbesipiyê/Surî ye. Gohdar ligel dê, bav, xuşk û birayê xwe li Berlînê dijî, lê carê serdana welatê xwe Kurdistanê jî dike.

Gohdar çardeh salî bû dema cara pêşî peywendiya wî bi bi hîp-hopê re çêbû û ew ji hingî ve xwe mijûlî hîp-hopê dike û herroj tenê li muzîka rap guhdar dike.

Dema ew bû hifdeh salî Gohdar biryar da ku bixwe gotinên stranan binivîsîne, bi taybetî jî gotinên li ser Kurdan û êşa wan. Ta wê demê wî tikes nas nedikir, ku bi zimanê elmanî stran û rapên li ser Kurdan pêşkêş dikir. Wî gelek gotin nivîsandin û dema bû 18-salî wî dest pê kir ku li malê stranên xwe tomar bike.

Ji ber stranên Gohdar gelekî bi dilê dost û hevalên wî bûn, wî biryar da ku ew di vî warî de berdewam bike. Piştî du salan ji nivîsandina gotinên bi elmanî, wî biryar da ku bide ser rêyeke nû û hewil da ku bi zimanê xwe yê dayikê gotinên stranan binivîsîne û rap bike. Teknîk û stîla wî her ku diçû, baştir dibin.

Çavên xwe vekin û hayê we ji Gohdar hebe, çimkî hûnê di dema bê de teqez tiştine nû bibhîsin.

Girêdanên derve biguhêre