Glary Utilities bernameya herî baş a Utilitiesê ye. Wateya Utilitiesê jî ew e ku, ew bername zêdetir ji hêla lijneyên fermî tê bikaranîn.

Utilities - Lijneyên Gelemperî

Bernameyeke popûler e di dinyayê de ji hêla lijneyên gelemperî tê bikaranîn.

Bername bi zimanê Kurdî jî heye.

Taybetmendiyên Bernameyê biguhêre

Glary Utilities Bernameya çakkirin û paqijkirina kompîturê ye.

Ji hêla dezgehên fermî û raya giştî ve gelekî tê bikaranîn. Hêza wê bernameyê ji hêla lijneyên fermî ên parastinê ve hatiye piştrast kirin. Veherînerê kompîtera ye.

Digel 20 faktorên xwe kompîturê çak dike. Ji bo Windowsê amûrekê jênegir e.

Faktorên Wê bernamê

1. Dîsk Paqij kirin. Bermayî û pelê nehewce paqij dike.

2. Paqij kirina Bingeha Tomarê. Ji bo çak bûna çalakiyên pergalê bingeha dalîta tomarê pak û paqij dike.

3. Sererastkirina Kurterêyan. Kurterêyên ku xelet hatine menuya sermaseyê yan digere li gor bernamê sererast dike.

4. Rêvebirina Rakirinê. Bernameyên nehewce bê şop dirake.

5. Rêvebirina Destpêka Windowsê. Bernameyên ku di Windowsê de jixeber despêdike yan rêve dibe û li gor dilê ve mîhengê dide.

6. Sererastkirina Bîrê (mêjiyê) Rewş û tevgera mêjiyê didahûrîne.

7. Rêvebirrina Menuya girêdanê. Ji bo dosya û klasoran rêbazên têkevtina menuya girêdanî rêve dibe.

8. Yekkirina Dalîta tomarê. Bi “Yekkirna Dalîta Tomarê” ve kompîterê bi performanstir dike.

9. Şûn û Hêmayan Pakkrin. Paşeroja înternetê û dendikan, şop û hêmayên kesane paqij dike.

10. Hûrkerî Pelan. Pelan bêyî bermayî û şop tune dike.

11. Pel Rizgarkirin. Dosye û pelê ku bi nezanebûn hatin paqij kirin paşve vediguherîne.

12. Dosye şîfrekirin û şîfre dahûrandin. Ji bo parastina dosye û pelan ûnîteya herî baş ya bernameyan e. Û şîfrên ku hatine dayîn jî radike.

13. Dîsk Dahûrandin. Agahiyên hûrgilî yên dosye û klasoran dide nîşandanê bikarhênerê.

14. Dîtina Kopiyên Wekhev. Pelê û kopiyên nehewce digere, dibîne û paqij dike.

15. Klasorên Vala Dîtin. Pergalê de dosye û klasorên vala yên nehewce li gor dilê bikarhênerê paqij dike.

16. Dosye Dabeşkirin û Yekkirin. Nava Klasoran de dosyên biçûk hûn dikarin danin û rêve bibin.

17. Rêvebirrina Kirariyê. Bernamên ku piştî pergalê dixebite, rêve dibe.

18. Alîkarê Internet Explorer ê. Çalakiyên Internet Explorer ê kontrol û rêve dibe.

19. Agahiyên Arestekê (Hardware). Arestekên Kompîterê û nivîsbariyê bi giştî dide nasîn.

20. Amûrên Windows ê yên standart. Erk û pewirên Windowsê li gor dilê bikarhêrerê rêve dibe.

Venêrîna Bilez-Bilez Windowsê kontrol dike

Rewşa Windowsê-Rewşa Windowsê didahûrîn e.

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Wikipedia Înglîzî