Gizem Emre (jdb. 22'ê gulanê 1995an li Berlîn , Almanya) lîstikvaneke kurd e.

Gizem Emre
Jidayikbûn22ê gulana 1995an(1995-05-22) (28 salî)
EsilKurd
HevwelatîAlmanya
Bejn1.64 m
HevjînChristopher Lenz
biguhêreBelge

Jiyana wê biguhêre

Gizem Emre di gulana 1995an de li Berlînê ji dayik bûye. Ew keça dêbavên kurdên elewî[1] yên Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Kreuzberg a Berlînê mezin bû. Di zarokatiya xwe de çû şanoya dibistanê û di 17 saliya xwe de serî li ajanseke lîstikvaniyê daye.Wê di sala 2013an de di fîlma Trinken oder Ausziehen de yekem lîstikvaniya xwe kir. Ew bi beşdarbûna xwe ya di fîlma serkeftî ya Fack ju Göhte de, ku tê de rola Zeynep girtibû, hat naskirin. Di berdewamên Fack ju Göhte 2 û Fack ju Göhte 3 de wê dîsa heman rol girt.Ji sala 2014an vir ve, wê rola Dana Wegner di rêzefîlma Alarm für Cobra 11 – Die Autobahnpolizei de dilîze.

Gizem Emre ji havîna 2021an vir ve bi gogbazê alman Christopher Lenz re ye.[2]

Fîlmnîgarî (bijartî) biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Gizem Emre". web.de (bi almanî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  2. ^ "Schauspielerin und Fußballer sind ein Paar". Stern.de (bi almanî). 11 sibat 2022. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.