Giravên Kîkladan, parêzgehek li Yewnanîstanê ye ku di nav devera erdnîgariya başûrê Egeyê de ye. Navê Kîklad ji peyva Yewnanî κυκλάς ("dor") tê. Ji ber ku van giravan Delos, girava pîroz a Yewnanistana kevnar dorpêç dikin.

Giravên Kîklad
Κυκλάδες Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Giravên Kîklad li ser nexşeyê
Map
Giravên Kîklad li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Giravên Kîklad
Giravên Kîklad
Koordînat: 37°0′0″Bk 25°10′0″Rh / 37.00000°Bk 25.16667°Rh / 37.00000; 25.16667
DewletYewnanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Qada rûerdê
 • Giştî2572 km2 (993 sq mi)
Bilindahî
1008 m (3307 ft)
Dem
Koda telefonê228x0 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Coxrafya biguhêre

220 giravên gir û hûr ên di navbera parzemîna Yewnanîstanê û peravên rojavayê Anatolyayê de pêk tê. Ya sereke ev in; Amorgós, Anáfē, Andros, Antíparos, Dēlos, Eschátē, Íos, Kéa, Kímōlos, Kýthnos, Milos, Mykonos, Naksos, Páros, Folégandros, Sériéréols, Ji van giravên herî mezin Naksos e.

Yewnanistana îroyîn bajarê Hermoupolis li girava Syrosê ye, navenda parêzgeha Kîkladesê ne. Mykonos û Santorini, ku ji bo turîzma cîhanê giravên navdar in, di nav giravên Kîkladan e.

Dîrok biguhêre

Di dîrokê de girîngiya giravên Kîklad; Ew girav dergûşa çanda bi navê "Çanda Kîkladîk" e. Ev çand bi pûtên piçûk ên ji mermerê hatibûn çêkirin tên zanîn çaxên vê çandê jî nêzîkê Neolîtîka Dereng û Serdema Bronzê ya Destpêkê ye. Ev çand çend sedsal beriya çanda Mînosî ya Krîtê derketi bû holê. Bi taybetî tê zanîn ku di hezarsala 3an a berî zayînê de, di navbera Kîklad, Peravên Anatoliya Rojava û Anatoliya Hundir a Rojava de têkiliyên xurt hebûn.

Tê zanîn ku miroven li vir wargeh bûyî herî kevn ji rojhilat û başûrê hatibûn. Ew kes dizaniyan madena misê bikarbînin.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre