Germiya pincaran navê xwarinek ji pêjgeha kurd e û bi kelandina pincarên teze yên ku li zozanan hatine komkirin tê çêkirin.

Ji bo amadekirina germiya pincaran divê pincarên teze bên komkirin û şûştin. Piştre rûn (rûna zeytê) û av di tewayeke kûr de li ser agirê nerm tê germkirin û pincar hêdî hêdi li ser tê talkirin. Serê tewayê tê girtin ji bo ku pincar nerm bibe û vîtamîna xwe winda neke. Car caran pincar tê tevdan, heya ku pincar giş şil û nerm bibe. Yên ku dixwazin hinkî xwê û baharatên din lê dikin. Gava germiya pincarê diqede divê germe-germî bê xwarin.