Gerard Chaliand bi Kurdî Jêrar Şaliyan (1934-) şehrezayekê Fransî-Ermenî yê warê pevçûnên çekdarane ye. Ew bi awayekê nemazeyî şehrezayekê pevçûnên laseng (mîna şerên partîzanî, terorîzm) ye. Ew helbestan jî bi Fransî dinivîsit.

Gerard Chaliand
Navê rastî
Gérard Chaliand Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15 sibat 1934 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Etterbeek Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Fransî
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Q123915916 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • prix du meilleur livre géopolitique (2014)
  • Castex Prize (1991)
  • Prix du Maréchal-Foch (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Ew li sala 1934ê hatiye dinyayê. Li Bingehê Neteweyî yê Bajêrwarî û Zimanên Rojhilatî (INALCO) yê û Sorbonê li Parîsê xwîndiye. Piştî wê xwe bi lêkolîna şerên dijberî mêhtinkariyê anko koloniyalîzmê ve mijûl kir. Di wan lêkolînan da, ew carina temaşevan û carina jî şervan bûye.

Di heyama zêdtir ji 40 salan wî li zêdetir ji 60 welatan, mîna welatên Rojhilata Navîn, Başurê Rojhilata Asyayê, Emrîkaya Latîn, Efrîka û Ewrûpaya Rojhilat lêkolîn kirine. Ew yek ji şehrezayên navneteweyî yên doza Kurdî ye.

Jiyana pîşeyî biguhêre

Jêrar jibo çi destgeh an bingehekê fermî kar nakit. Ew xebatkarekê serbet e. Ew li Dibistana Neteweyî ya Kargêriyê (Ecole Nationale d’Administration) dersdêr bûye. Jêrar ji sala 1984ê were rabêjekê Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê ye.

Hindek ji kitêbên wî biguhêre

  • The art of war in the world history, University of California Press.
  • The Kurdish Tragedy, Zed Press, London: 1994.
  • Minorities at the Age of Nation-States (ed) Pluto Press, 1988.
  • Guerrilla Strategy. A Historical Anthology From the "Long March" to Afghanistan, ed. Berkeley, University of California Press, 1982.
  • Mirrors of a Disaster. The Spanish conquest of America, Transaction, New Brunswick. N. J. 2005