Gelheya cihanê an jî gelheya dinyayê, hejmara mirovên ku li ser cîhanê dijîn e . Ji 1ê kanûna paşîn a sala 2017an pê ve li gorî rawêjên xurt gelheya cîhanê 7.475.182.600 e..[1] Heta niha 110 milyar mirov ji dayik bûne.

Xalên Werçexê biguhêre

  • Gelheya cîhanê di sala 1802an de 1 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1927an de 2 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1961an de 3 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1971an de 4 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di sala 1987an de 5 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di 12ê çiriya pêşîn a sala 1999an de 6 milyar bû.
  • Gelheya cîhanê di meha çiriya pêşîn a sala 2011an de 7 milyar bû.

Ji bo salên pêş rawêjên gelheya cîhanê biguhêre

  • Di sala 2020an de gelheya cîhanê dê 8.3 milyar bibe.
  • Di sala 2030an de gelheya cîhanê dê 9.6 milyar bibe.
  • Di sala 2040an de gelheya cîhanê dê 10.3 milyar bibe.
  • Di sala 2050an de gelheya cîhanê dê 12 milyar bibe.

Di birêzkirina gelheyê de 10 welatên pêş biguhêre

Rêz Welat Gelhe Ji sedî.. ya
(Gelheya Cîhanê)
1   Çîn 1.412 milyar 19
2   Hindistan 1.301 milyar 17,5
3   DYA 325 milyon 4,4
4   Îndonezya 259 milyon 3,5
5   Brezîl 206 milyon 2,8
6   Pakistan 192 milyon 2,6
7   Nîjerya 190 milyon 2,6
8   Bangladeş 163 milyon 2,2
9   Rûsya 142 milyon 1,9
10   Meksîk 127 milyon 1,7
Têhev: 4.317 milyar 58,20

Çavkanî biguhêre