Gêloyî

berekeke (bavekî) eşîra Celalîye li herêma Serhedê ye

Gêloyî berekeke (bavekî) eşîra Celalîye li herêma Serhedê ye. Dema ku bajarê Îdirê di destê ûris de bû Geloyî ji rojhilatê Kurdistanê têne Îdirê. Wê demê mezintiya kurdên herêmê begê eşîra Redkî general Eleşref Beg dikir. Gêloyî ji Redkan erd dixwazin û wan di nava xwe de, li gundê Edetilî bicih dikin. Niha dora panzdeh gundan de dijîn.