Fight Club (bi wateya: Yaneya cengê ) romanek e ku ji hêla Chuck Palahniuk ve di sala 1996e de hat nivîsandin.

Klûbâ Şerê
Çapberîyâ Polonya
Nivîskar Chuck Palahniuk
Sernavê xwemalî Fight Club
Welat Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Ziman İnglîzî
Dîrok Tebaxâ 17, 1996
Weşanxane W. W. Norton & Company
Rûpel 208
Wêneçêker Michael Ian Kaye

Melissa Hayden Proverbial Inc.

ISBN 0-393-03976-5

Dema ku Palahniuk debara xwe bi mekanîka otomobîlan a şirketeke bi navê Freightliner dikir, di sala 1996an de di çarçoveya komeke edebî ya ku tevî hevalên xwe beşdar bûbûn de kurteçîroka 'Project Mayhem' nivîsand. Çîroka navborî, di nav 3 mehan de, veguherî Fight Club'ê.

Ew, mijara; serpêhatiyên lehengek nenas ku bi bêxewiyê re têdikoşe, digire. Bi îlhama gotina bijîjkê xwe ya acizkirî ya ku; bêxewî ne êşêkî jan dide.

Leheng bi xwe, di nav çend komên piştgiriyê de kesek bi nexweşiya giran radibe, rehetiyê dibîne. Dûv re ew, zilamek nepenî bi navê Tyler Durden nas dike û klûbek şer a binerd wekî 'psîkoterapiya radîkal' ava dikin.

Di sala 1999an de, gerînende David Fincher; wî romana di fîlimek bi heman navî de, bi lîstikvaniya Brad Pitt û Edward Norton lêgûncandin da. Fîlm tevî ku di warê aborî de kêm performans derxist jî, kultek peyda kir. Navdarîyâ fîlm, profîla romanê û ya Palahniuk bilindtir kir. Berhema Fight Club 2, di gulana 2015an de bi forma pirtûka komîk hate deranîn.[1]

Fight Club 3 jî di sala 2019an de di forma pirtûka komîk de hate deranîn.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Day, Deborah (10 adar 2015). "'Fight Club 2' Sneak Peek Reveals Dark Side of the American Dream (Exclusive Photo)". TheWrap (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ McMillan, Graeme (29 kanûna paşîn 2019). "'Fight Club 3' Team on Bringing Tyler Durden to Comics". The Hollywood Reporter (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2023.