Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

fermandariyeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî CENTCOM (bi îngilîzî: United States Central Command) yek ji yanzdeh fermandarên leşkerî yên yekbûyî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî ye.[1] Fermandarî di sala 1983an de hatiye damezrandin û berpirsiyariyên berê yên Hêza Peywira Hevbeş a Rapid Deployment (RDJTF) girtiye ser xwe.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
  • Unified combatant command Li ser Wîkîdaneyê biguhêre


Nîşan

DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1983 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.centcom.mil/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qada berpirsiyariya fermandariya CENTCOMê (AOR) Rojhilata Navîn (tevî Misirê li Afrîkayê), Asya Navendî û beşên Asyaya Başûr vedihewîne. Fermandarî hêzeke sereke ya amerîkî ye ku di gelek operasyonên leşkerî yên ku di nav de Operasyona Bahoza Çolê ya Şerê Kendava Farisî ya sala 1991ê, Şerê li Efxanistanê û herwiha Şerê Iraqê ji 2003 heta 2011an ku li dijî rejîma Sedam Huseyn despêkiribû cih girtiye. Ji sala 2015an ve hêzên CENTCOMê di serî de li Efxanîstanê di bin sîwana Operasyona Azadiyê de ku bi xwe beşek ji Mîsyona Piştgiriya Bibiryar a NATOyê bû (ji 2015 heta 2021) û li Iraq û Sûriyê wekî beşek ji Operasyona Çareserkirina Xweser ji sala 2014an vir ve bi rolên piştgirî û şêwirdar û alîkariyê operasyonên xwe berdewam dike.[2]

Fermandarî yek ji heft fermandarên herêmî yên amerîkî ye ku CENTCOM di nav çar fermandariyên Dewletên Yekbûyî de ku navenda wan li derveyî qadên xebata wan e. Her sê fermandariyên din ên ku qada xebatên li derveyê navenda wan e USAFRICOM, USSOUTHCOM û USSPACECOM e. Navenda sereke ya CENTCOMê li Baregeha Hêza Hewayî ya MacDillê, li Tampa ya Florîdayê ye.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ ""USCENTCOM Mission and History"". Ji orîjînalê (PDF) di 23 çiriya paşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ a b "AOR | U.S. Army Central". www.usarcent.army.mil. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2024.