Ferhenga tirkî-kurdî (1999, Tanrıkulu)
Ferhenga Tirkî-Kurdî (Kurmancî) (Türkçe-Kürtçe Sözlük) ya Mehmet Tanrıkulu yek ji wan çendîn ferhengên tirkî-kurdî ye ku di salên 1990î de derketine.
Naverrok
biguhêreEv ferhenga yekalî (tirkî-kurdî) ji zêdeyî 520 rûpelan pêk têt û bi çapek pirr spehî li Stockholmê di nav Weşanên Podium de bi hevkariya li gel Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê derketiye. Ji bilî rêzkirina peyvan, di ferhengê de çend rûpel şîretên bikaranînê (tenê bi tirkî) hene.
Nirxandin
biguhêreEv ferheng pirr baş e lê ji ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî û ya D. Îzolî jî ya kurdî-tirkî-kurdî vedimîne tevî ku ji van herdu ferhengan ya dûtir dehsalekê berî ya Tanrikulu derketiye jî.
Li gor kurtedaxwiyaniyek bi swêdî ya bi ferhengê ve hatiye zeliqandin, Tanrikulu bîst sal li ser vê ferhengê xebitiye. Rast e ku daner xwe pirr bi diyarkirina tîp û bingehên peyvên tirkî ve westandiye lê mixabin gelek ji bergind û wateyên wan yên kurdî pirr qels in - eger ne ta şaş jî bin. Ferheng bi xwe bi tidarikek sivik hatiye danîn ango tenê peyv hatine wergerandin û bikaranîna wan û pend û biwêjên têkildarî wan nehatine dan. Bêşik ferheng bi awayek wa sivik jî dibe. Lê, li aliyê din, daner ta etîmolojî û serekaniya peyvan jî lê zêde kiriye û bikaranîna wê bo xwendevanan dijwar bûye.
Tanrikulu gelek çavkaniyên baş bi kar anîne. Lê hin ji wan ta yên têkiliya wan bi zimanê kurdî re kêm jî, wek: Ferhenga Etîmolojiyê ya Hindo-cermenî (Indogermanisches Etymologisches Wörterbuch). Lê mixabin ti ferhengên heyî yên tirkî-kurdî (yan kurdî-tirkî) bi kar neanîne. Ku ew ferheng bi kar neanîne ne tenê ji çavkaniyên di ferhengê de hatine rêzkirin lê herwa ji naveroka ferhengê jî diyar e. Ji min re pirr seyr e çima wî - bo nimûne - ferhenga kurdî-tirkî-kurdî ya D. Îzolî bi kar neaniye ku du çapên wê bi salan ji berî derketina ferhenga Tanrikulu hem li Ewropa û hem jî li Tirkiyeyê mişe hebûne. Eger wî ev ferhenga baş ya wê demê heyî bi kar bianiya, dê ferhenga Tanrikulu herî kêm hindî wê bikêr ba lê mixabin ya Tanrikulu nage wê pileyê.
Hatiye diyarkirin ku di ferhengê de zêdeyî 23 hezar peyv hene. Mixabin dikare bêt gotin ku beşek ne kêm ji van peyvan yên ji zimanên ewropî ne. Ne ku dijî rêzkirina wan peyvan im di ferhengan de lê di vê ferhengê de bergind û wateyên wan tenê her eynî peyv hatiye dan û bi ti awayî nehatine ravekirin. Mînak: "anket anket; dantel dantêl; gotik gotîk" û bi hezaran peyvên din. Dikare bêt pirsîn: Eger bikarînera/ê vê ferhengê vê peyvê fam bike, dê çima di ferhengê de lê bigere yan jî eger di "anket, dantel, gotik" nege, dê çi feyde ji "anket, gotîk, dantêl" hebe?
Çavkanî
biguhêre- Husein Muhammed: Kovara Mehname, hejmar 40, 5/2003