Ferhenga Kurdî-Tirkî

Ferhenga Kurdî-Tirkî, ferhengeke kurdî-tirkî ya berfireh û mezin e ku amadekarê wê Zana Farqînî ye.

Ferhenga kurdî-tirkî ya Estîtuya Kurdî ya Stembolê. Amadekarê ferhengê Zana Farqînî ye.

Ferheng di sala 2004an de, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye weşandin. Ferheng 2132 rûpel e û ebadên wê jî 16x23,5 cm ye. Ferheng tevî hev ji 166 hezar madeyî pêk tê. Ji van madeyan 131 hezar jê madeya destpêkê û 35 hezar jî berdewama madeyê ne. Bi gotineke din, 131 hezar peyv û 35 hezar jî biwêj û berdewama serê madeyê tê de cih digirin.

Bi awayekî berfirehtir li ser wateya peyvan hatiye sekinandin û bergindên wan ên bi zimanê tirkî hatine dayîn. Ji bo hêsanî û fesîhbûnê jî da ku bikarhêner karibin jê hîn baştir sûd û kelk wergirin, piştî her wateya peyvekê hevokên nimûneyî jî hatine dayîn. Ev yek ferheng havildar û bikarbartir kiriye.

Ev xebata duyemîn a Zana Farqînî ye, ku berê Ferhenga Tirkî-Kurdî amade kiribû û dîsan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ew di sala 2000î de çap kiribû. Ferhenga Tirkî-kurdî jî ji 1278 rûpelan pêk tê û ebada wê jî 16x23,5 cm ye. Di vê ferhengê de, 40 hezar jê madeya destpêkê û 20 hezar jî berdewamiya madeyê, tevî hev 60 hezar made cih digirin.

Ferhengeke mezin e, tê de ji wateyekê zêdetir berginda peyvên tirkî yên bi kurdî hatine dayîn ü her wiha piştî dana berginda her wateyî, hevokeke nimûneyî jî hatiye pêşkêşkirin. Bi vê yekê ferheng bikarbartir ango pratîktir bûye.

Çapa duyemîn a her du ferheng jî hatiye kirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre