Felat Özsoy nivîskarekî kurd î bi zimanê tirkî ye ku di sala 1974an de li gundê ÇilkaniyêÇewlîgê hatiye dinê.

Özsoy dibistana seretayî û ya navîn li gund xwendiye û dûre çûye Çewlîgê dibistana amadehiyê xwendiye. Di 1990î de li Zanîngeha Dîcleyê dest bi beşa biyolojiyê kir. Paşê ji ber xebatên siyasî dest ji xwendinê berdaye û di nav şoreşa bakur de cih girtiye.

Di sala 1995an de li Stembolê hatiye girtin û nêzî 10 salan li girtîgehê maye. Di sala 2004an de ji girtîgeha Bursayê hate berdan. Di sala 2005an de wekî damezirînerê DTPê û berpirsiyarê Çewlîgê peywir girt.

Berhem biguhêre

Yekemîn pirtûka Felat Özsoy di sala 2007an de bi navê "Öncesi ve Sonrasıyla 1925 Kürt Direnişi" (Berxwedana 1925an a kurdan û berî wê û piştî wê) derket.[çavkanî hewce ye] Pirtûk wekî lêkolîneke dîrokê di sala 1998an de li girtîgeha Bayrampaşa ji aliyê Felat Özsoy û Tahsin Eriş ve hatiye nivîsandin. Felat Özsoy endamê Komeleya Nivîskarên Kurd e.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî biguhêre