Fawaz Husên
nivîskar û tercimanê kurd
Fawaz Husên (jdb. 1953, li Kurdo, Amûde (Rojavayê Kurdistanê, Sûrî)), nivîskar û wergêrekî kurd e.
Fawaz Husên | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1953an (71 salî) Kurdo, Amûdê |
Pîşe | Romannivîs |
Zimanê nivîsinê | Kurdî û fransî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Roman |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Fawaz Husên di sala 1953an de li gundê Kurdoyê ji derdora Amûdê yê Binxetê hatiye ser dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li zanîngeha Sorbonneyê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û edebiyata frensî . Fewaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Nivîskar îro (2012) li Parîsê dijî.
Kitêb û werger
biguhêre- Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994.
- Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Albert Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.
- Mîrzayê Biçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Antoine de Saint-Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.
- Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997.
- Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 1998.
- La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébusê, 1999.
- Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000.
- Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 2000.
- Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.
- Le Fleuve. Çapa nû ya bêrîkê, weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes : Motifs, 2006.
- Prof dans une ZEP ordinaire. weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes, 2006.
- Les Sables de Mésopotamie. (meha adarê sala 2007). Le Rocher, 2007.
- En direction du vent. Parîs, weşanxaneya Non Lieu, 2011.
- Parîsabad. Roman. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2010.
- Barê Şevê. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.
- Biyanî. Wergera L'Etranger, romana Albert Camus. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.
- La Marche Tetue/Meşa Bi Serhişki-Les Couteaux Dans Le Sable/Keren Di Xize De-Feu Nomade/Agire Koçer, werger
Çavkanî
biguhêre- Fawaz Husên (2012). Barê Şevê. Weşanxaneya Avestayê, Stembol.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |