Antoine de Saint-Exupéry

Antoine de Saint-Exupéry, nivîskarekî fransî ye.

Antoine de Saint-Exupéry
Antoine de Saint-Exupéry (1942)
Jidayikbûn
Antoine Jean-Baptiste Marie Roger de Saint-Exupéry Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

29ê hezîrana 1900an
Mirin31ê tîrmeha 1944an (44 salî)
Marsêy
Sedema mirinêAviation accident li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Lycée Saint-Louis
  • Villa St. Jean International School (1915–1917)
  • Notre Dame de Mongré High School (1914–1915) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeNivîskar, firokevan
Xebat
Hevjîn
  • Consuelo de Saint Exupéry (Nice, 1931–1944) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Jean Marc de Saint-Exupéry Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Marie de Saint-Exupéry Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
MalbatSaint-Exupéry family Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • mort pour la France (1948)
  • Croix de guerre 1939–1945 (1940)
  • Officer of the Legion of Honour (1939)
  • Prix Femina (1931)
  • Grand Prix du roman de l'Académie française (1939) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.antoinedesaintexupery.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li bajarê Lyonê di 29ê hezîrana 1900î de ji diya xwe bûye. Di çar saliya xwe de, bavê wî wefat kiriye û sêwî bûye. Lê rewşa malbata Saint-Exupéry baş bû û li gel mirina vî bavî, Antoine û zarokên din bi diya xwe re biçûkaniyeke xweş dîtin.

Di sala 1909an de diya wî li Mansê bi cih bûye û Antoine li wê derê çûye dibistanê. Wan salên xwendin û zaroktiyê ciyekî mezin di nav bîranînên wî de girtiye. Antoine wê paşê binivîsîne ku li her masê ji masên dibistanê, wî hinek ji wê dilovaniya zaroktiya xwe hiştiye.

Di sala 1912an ew çav li balafirekê dikeve, dibîne çawa ew bi asamanan dikeve. Ji wê gavê, daxwaza firînê di dilê wî de ciyekî mezin digre û gava yê balafirvan têdigihêje ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, ew daxwaze dilê wî bi gewde dike û wisa jî, ji bo cara yekemîn di 12 saliya xwe de, Antoine hîsên xweşî û azadiyê nas dike. Ev bûyera hanê şuna xwe di dilê Antoinê zarok de çêdike û firîn ji wê rojê jê re dibe mebest û armanc.

Di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de, Antoine û birayê xwe François derin bajarê Frîbourgê li Swîsreyê û xwendina xwe li wê derê berdidomînin. François bi nexweşiya dil dimire û Antoine gelekî li ber mirina vî lawikê panzdehsalî dikeve. Ew xwendina xwe ya navîn tev dike û tê Parîsê. Ew di beşên zaniyariyê û nemaze di matematîkê de xurt e lê belê di nivîsandina salixdanan de hinekî qels e. Ew di xwendina xwe de bi ser nakeve û sala 1919´an ew li zanîngehê dikeve beşê Hunerên Xweşik.

Di sala 1921ê de, ew leşkeriya xwe dike, dibe hostê balafiran. Ew peran ji diya xwe dixwaze û hînî ajotina balafirên medenî dibe û dîploma xwe ya balafirvaniyê digre. Lê rêya firê hêna li ber wî dirêj e. Piştî çend salan, ew li bajarê Toulousê di kargeha balafiran de kar dike. Di 1927´an de xewna wî ya kevin û şîrîn bi gewde dibe.Ew bi balafirê nameyn ji Toulousê dibe Kazablankayê, li Afrîqa bakur û, ji wê derê jî, di ser Sehrayê re, ew wan digihîne bajarê Dakarê. Ew di sala 1928´an de navê ku li ser kîsên postexanê Nameyên Başûrê li romana xwe ya pêşîn dike. Ew di vê pirtûkê de li ser jiyan û zehmetiyên balafirvanan dinivîse. Weşanxane gelekî kêfa xwe ji vê romanê re diyar dike û ji Antoine de Saint-Exupéry dixwaze ku ew ji bo wê heft romanên din binivîse. Ev peymana pîrozwer tiştekî mezin di jiyana Antoinê balafiran de naguherîne ji ber ku ew her karê xwe, wek berê, berdewam dike. Ew bi balafira xwe rêya Europa û Argentînayê vedike. Ew romana xwe ya duduyan Fira bi şevê di sala 1931´ê de çap dike û mara xwe li jineke argentînî dibire. Nivîsên Antoine de Saint-Exupéry deng didin û Erda Mirovan (1939) Xelata Mezin ya Akademiya Fransî digire.

Cenga Cîhanî ya duyemîn dest pê dike û Antoine de Saint-Exupéry gelekî li ber şikestina Fransayê dikeve. Ew xwe digihîne Amerîkayê û li wê derê, Balafirvanê Cengê û Nameyek ji bo girtiyekî dinivîsîne. Ew çîroka Mîrzayê Biçûk li New Yorkê di sala 1943an de dide çap kirin û paşê berê xwe dide Cezayirê. Ew xwe digihîne hevalên xwe ên balafirvanyê. Ew anuha çel û sê salî ye û temenê herî mezin ji bo ajotina balafiran bi xwe sî û pênc e. Lê bi saya dost û nasan, ew balafirê dajo. Di 31 meha heftan de ji sala 1944 şopa wî di fira nehan de bi giştî winda dibe û kesek nizane balafira wî li kuderê dikeve.

Tiştê ku ji van pirtûkan xuya dibe ew e ku Antoine de Saint-Exupéry hemû berhemên xwe li ser jiyana balafir û balevirvaniyê, ango li ser jiyana xwe ya kesane û rojane, ava dike. Antoinê nivîskar zora Antoinê balafirvan nabe. Ew bûyeran di kirasekî edebî de rêz dike û di nav van rêzan de peyxamekê digihîne xwendevanan, moralekê, suncekê bi gewde dike. Nivîskar pesnê tevgerê, jiyana mirovan dide. Ew dibêje ku tenê tevger û berxwedan dihêlin ku meneyek ji jiyanê re çêbibe. Gava mirov xwe ji can û dil dide kar û barên xwe, ew tixûbên mirinê her gav dûr dixîne û rêya bexteweriyê fireh dike. Di xwêdan û daxwazên mirovan de meneyek ji jiyanê re çêdibe. Fransa rûmeteke mezin dide Antoine de Saint-Exupéry. Ji bo bîranîna pêncîsaliya mirina wî, banka fransî wêneya nivîskar û nigara Mîrzayê Biçûk li ser kaxeza pêncî frangî dixîne.

Pirtûka Mîrzayê Biçûk di nav berhemên Antoine de Saint-Exupéry de bi rastî ciyekî taybetî digre. Ew bi babet û naveroka xwe ji hemû pirtûkên din cihê ye. Ji navên pirtûkên din mirov dikare bizanibe ew li dora çi mijaran digerin. Eger ceng û serêşên jiyanê ciyekî mezin di nav wan de dibînin, pirtûka Mîrzayê Biçûk cîhaneke bi serê xwe ye, berhemeke yekta ye. Ew di nav serdemên harbûyînê de xewneke xweş e, di nav sedsalên dijminatiyê de bîstikek dilovanî ye. Di jiyana xwe ya kurt de, Antoine de Saint-Exupéry di nav herdu şerên cîhanî de derbas dibe. Ew tenê di zaroktiya xwe de demên kêfxweşî û pakiyê dibîne. Gava ew „mezin“ dibe, ew bêgav dibe bikeve nav cengê û bi "Mirovên mezin" re pêwendiyan çêbike, bijî. Di vê jiyana dorgirtî de, xewn rêya xelasê di rûyê wî de vedike, xewna xweş hergav bang wî dike. Wilo jî gava bayê hovitiyê gûr dibe û xwînxwar li bajarên Europayê li laşan digerin, Antoine di serê xwe de dûrî navendên bajarvaniyê, dûrî cengê dikeve. Ew li balafira xewnan siwar dibe, diçe Biyabanê, diçe Sehraya Efrîqayê û li wê tenhatiyê, wek piraniya pêxemberan, tiştên ku bi çavan nayên dîtin ew wan bi dilê xwe dibîne. Li wê derê ew pêrgî mîrzayekî biçûk tê û herdu, bi hev re, li rastiya tiştan digerin û aveke ne wek hemû avan vedixwin: ew li bîra dilovaniyê digerin û wê di bilindbûna hîsên pak de peyda dikin. Antoine de Saint-Exupéry dûrî Fransa şikestî, li Emerîkayê, tevnê vê xewnê kok dike.

Ew bi vê berhemê, ango bi vê xewnê, salên reş li paş xwe dihêle û xwe davêje nav pêlên demên zaroktiyê. Dûrî "Mirovên mezin" ên tenê ji tiştên vala hez dikin, ew hînî jiyana rastîn dibe, xwe di kirasê mîrzayê biçûk de nas dike. Balafirvan û nivîskar bi saya vê xewnê, bi alîkariya vê diltenikiyê, dikarin herdu xwe bigihînin warê hêviyê. Xewnên rojane dikarin deriyê jiyaneke sade li ber wî vekin. Antoine de Saint-Exupéry di baweriya min de dixwaze bêje ku her kes dikare li balafira xwe ya xewnan siwar bibe û pêrgî mîrzayekî biçûk bibe, her kes dikare vegere dilpakiya zaroktiyê û hîsên xêrxwaziyê.