Faktora rîskê

Guherbar bi zêdebûna xetereya nexweşî an enfeksiyonê ve girêdayî ye

Epîdemîolojî (analîzkirina tenduristiyê) faktora rîskê tenduristî û vegirtina (nexweşiyê) guherbar in dema ku nexweşî/enfeksiyona bi xetereya bilind re werin berhev kirin.[1] Ew carinan dikare di diyarker de were bikaranîn. Dema ku bi xetereya bilind an nizm re guherbar dikare were hev kirin.

Hevbendîtî û sedemîtî biguhêre

Faktorên rîskê an diyarker bi hev re girêdayî ne û ne hewceye ne jî sedem in. Ji ber ku hevbendî (têkilî) sedemîtî piştrast nake. Bo nimûne, ciwanbûn nikare bibe sedema Sorik. Lê kesên ciwan di rêjeya sorikê de zêdetir in. Ji ber ku di dema nexweşiya epîdemîk ya berê de mirovên ciwan kêm in. Rêbazên statîstîkî bi gelemperî têne bikaranîn da ku delîlên sedemî bibînin û giraniya komeleyê binirxînin. Mînak, lêkolîna li ser pêwendiya di navbera kansera pişikê û cixarekêşanê ve diyar dike ku faktorên rîskê ligel zanistên biyolojîkî û analîzên statîstîkî sedem in. Hin kes tercîh dikin ku têgîna faktora rîskê bikar bînin da ku diyarkerên sedemî yên bûyerek bilind a nexweşiyê diyar dikin. Tevî girêdanên nedîtbar ên bi vî rengî xetereya muhtemel, tespîtkirina faktorên rîskê li ser bingeha lêkolînê û bi ramanî were kirin, dikare di muayeneya bijîşkî de bibe stratejiyek.[2]

Ravekirina têgînan biguhêre

Her çend bi piranî ji faktorên rîskê yên ji bo kansera pêsîrê hatî girtin jî, faktorên rîskê dikarin bi têgînan werin ravekirin. Mînak: Jinekî şêst salî bi rîskê re têkildar e, sed carî ji bîst saliya xwe zêdetir dibe ku bi kansera pêsîrê ve bibe.

  • Beşên bûyerên di nav komekî mirovên bi faktorên rîskê yên penceşêra pêsîrê re rû bi rû ne an jî di faktorên rîskê de hene, wek ji sedî 99% bûyerên kansera pêsîrê di jinan de pêk tê.[3][4]
  • Bûyer/bûyerên di koma eşkerekirî de zêdebûn, mînak; her vexwarina alkolê ya rojane her jinekê 11 haletên penceşêrê zêde dike.[5]
  • Mînak, zêdebûna kansera pêsîrê di jinên xwedî hormonên estrojên û progesterone di nav pênc salan de li gorî kontrolê bi rêjeya 1,24 di rîskê de ye.[6]

Nimûne biguhêre

Encamek bi nirxandina kesên ji ber faktora rîskê de ne, ne têne hate bidestxistin. Di mînaka li jêr de, faktora rîskê bi berhevkirina kesên di rîskê de ne, xebitîne tê nirxandin. Di bangawaziyekî de 74 kesan mirîşk xwarine, ji wan 22 kes nexweş ketine. Ji 35 kesên masî û sebze xwarin 2 kes nexweş ketin. Mirîşkê mirovan nexweş kir? Rîsk: Hejmara kesên ji bûyerê ve rû bi rû dimînin / Hejmara kesên ku di bin faktora rîskê de ne

Rîska kesên mirîşkê dixwin: 22/74=0,297 Rîska kesên mirîşkê naxwin:2/35=0,057

Kesên mirîşkê dixwin ji yên ku naxwin 5 qat zêdetir di rîskê de ne. Ji ber vê yekê rîska têkildar ji pêncê mezintir e. Ev nîşan dide ku sedema nexweşiyê xwarina mirîşkan e. Lê ev ne delîl e.

Faktorên giştî (diyarker) biguhêre

Dema ku lêkolînek li ser Epîdemîk tê kirin, faktorên din wekî balkêşan tevbigerin da ku yek an çend pêşbînkeran ji bo encamek taybetî binirxînin, û divê ev bêne kontrol kirin. Pêdiviya wê bi kontrolê weke avakirina çînên civakî heye. Îhtîmala encamekê gelemperî bi pêwendiya di navbera gelek guhêrbarên girêdayî ve girêdayî ye. Bandorên balkêş ên potansiyel bi encama lêkolînê re diguhere. Lê balkêşkerên gelemperî yên jêrîn di saziyên epîdemîolojîk de pirtir in, û bi gelemperî diyarkerên kontrolkirî jî diyarkerên epîdemîolojiyê ne.

  • Temen (zarokên 1,5 heta 6 salî ji bo 0 heta 1,5 pitikan)
  • Zayendî (nêr û mê)
  • Neteweyî (neteweyî) eslê çalak (li gor nijadê)

Balkêşên din ên kêm naskirî biguhêre

  • Rewşa/hatina civakî
  • Cihê erdnîgarî (cih)
  • Pêşkêşiya genetîkî (pêşkêşî)
  • Nasnameya zayendî
  • Kar
  • Desthilatdariya zayendî
  • Asta stresa kronîk
  • Parêz
  • Rewşa çalakiya laşî
  • Vexwarina alkol û tûtinê
  • Faktorên din ên civakî yên bandora li tenduristiyê dikin

Nasnameya rîsk biguhêre

Ew guhêrbarek ji aliyê jimare ve bi nexweşî yan encamên din ve girêdayî ye. Guhertinek rasterast di nîşana rîskê de ne hewce ye, ku encama rîskê biguhestîne. Mînak, ji ber ku ajotina serxweş ji bo pîlotan rîskekî diyarker e, zanistiya serpêhatiyê destnîşan dike ku ew ji hevpîşeyên xwe yên ajokar ên ne-vexwar pir zêdetir beşdarî qezayek hewayê bibin.

Dîrok biguhêre

Têgîna faktora rîskê di sala 1961'an de ji aliyê derhênerê lêkolîna Dilê ya Framingham, Dr. William B. Kannel ve di "Gotara Dermanên Navxweyî" de tê bikaranîn.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Parritz, Robin Hornik; Troy, Michael F (2018). Disorders of childhood: development and psychopathology (bi îngilîzî). ISBN 978-1-337-09811-3. OCLC 960031712.
  2. ^ Wald, N. J.; Hackshaw, A. K.; Frost, C. D. (11 kanûna pêşîn 1999). "When can a risk factor be used as a worthwhile screening test?". BMJ (Clinical research ed.). 319 (7224): 1562–1565. doi:10.1136/bmj.319.7224.1562. ISSN 0959-8138. PMC 1117271. PMID 10591726.
  3. ^ Margolese, Richard G.; Fisher, Bernard; Hortobagyi, Gabriel N.; Bloomer, William D. (2000). Neoplasms of the Breast (bi îngilîzî). BC Decker.
  4. ^ Giordano, S.; Cohen, D.; Buzdar, A.; Perkins, G.; Hortobagyi, G. (2004). "Breast carcinoma in men". Cancer. doi:10.1002/cncr.20312.
  5. ^ "Validate User". academic.oup.com. doi:10.1093/jnci/djn514. Roja gihiştinê 21 gulan 2022.
  6. ^ Heiss, Gerardo; Wallace, Robert; Anderson, Garnet L.; Aragaki, Aaron; Beresford, Shirley A. A.; Brzyski, Robert; Chlebowski, Rowan T.; Gass, Margery; LaCroix, Andrea (5 adar 2008). "Health risks and benefits 3 years after stopping randomized treatment with estrogen and progestin". JAMA. 299 (9): 1036–1045. doi:10.1001/jama.299.9.1036. ISSN 1538-3598. PMID 18319414.