Fûad Ehmed (z. 1933 − m. 18 tebax 2004), stranbêj û muzîkvanekî kurd e.

Fûad Ehmed

Jiyan biguhêre

Stranbêjê dengxweş di sala 1933yan de li gundê Ewêne li bajarê Hewlêrê hatiye dunyayê.

Di sala 1953yan de xwendina mamostatiyê biriye serî. Wî li dor sed stran li Radyoya Kurdî kom kirine. Li dor pêncî stran li Televîzyona Kurdî li Bexdayê kom kirine. Fûad Ehmed piraniya stranên xwe bi xwe dibeste û dibêje. Muzîka wî li seranserî Kurdistanê dihate guhdarkirin û ew yek ji wan hunermendan bû, ku muzîka wî bandoreke mezin li ser muzîka kurdî heye. Heyşt zaroyên Fûad Ehmedî hene.

Roja 18ê tebaxa 2004an hunermendê mezin Fûad Ehmed li Holendayê çû ser dilovaniya xwe û li gundekî di navbera bajarên Mûsil û Hewlêrê hate veşartin[çavkanî hewce ye].

Girêdanên derve biguhêre