Ey Dilberê navê helbesteka Feqiyê Teyran ya navdar a. Ev helbesta Feqiyê Teyran, li ser êşa dilê kecçekê ye ya ku bi navê Dilber-e ku wî dît bû û çêkir bû.

Ey Dilberê
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Helbest
Ziman Kurdî

Berhema Ey dilberê biguhêre

Ey dilberê

Ey Dîlbera gerden zerî
Way nazika dêm qemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden letîf
Way nazika qamet elîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden zuzac
Way nazika mislî zuzac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera qamet misal
Way nazika dilî hejar
Te ji xandinê kirim betal
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlberê, way Dîlberê
Firyad ji destê keserê
Avik ji ava Kewserê
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden zirav
Dêm tûteye, tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ezim, malim xirab

Çavan ku hiltînî bi meste
Ew çend ya misrî bi deste
Li tina min te bi qeste
Wêran ezim, malim xirab

Tu bi qesta min dikujî
Tu bi k'ifra di nosojî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ezim, malim xirab


Gelek sotim, kirim ktibab
Kirye bi min, sed reng xirab

Ya leytenî kunrû turab
Wêran ezim, malim xirab

Ya leytenî kunrû ve xar
Wey nazika min te ji dûr
Bê kirim zilfê di hûr
Wêran ezim, malim xirab

Bê kirim zulfê du re
Biskê siyah, bîhnê di xwe
Ey duxterê, çapik bi me
Wêran ezim, malim xirab

Bêk'êf kirim zilfê du re
Biskê siyah, zilfêd qemer
Eşq û muhbeta min li ser
Wêran ezim, malim xirab

Sotim, biratim bê hesab
Lê pirsî bo kirme k'ebab
Kirye bi min sed reng ezab
Wêran ezim, malim xirab

Sibhan ji şahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim, malim xirab

Eqa mezac peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hîvî dikim heqîqiye
Wêran ezim, malim xirab


— Feqiye Teyran