Evdilqadirê Gêlanî

Alimê îslamê
(Ji Evdilqadirê Geylanî hat beralîkirin)

Evdilqadirê Gêlanî an Şêx Evdilqadirê Gêlanî (jdb. 1078 Gilan - m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê kurd[1][2][3] ku pêşeng û damezrênerê terîqeta qadirî bû. Evdilqadirê Gêlanî di 14 sibata sala 1166an miriye û tirba wî li Bexdayê ye.[4]

Evdilqadirê Gêlanî
Navê rastî
عبد القادر الجيلانى
Jidayikbûn17 adar 1078 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 sibat 1166 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bexda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
Hevwelatîxanedana Ebasiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeFiqih, tefsîr, kelam, hedîs, îcma, şerîet û mentiq
Xebat
  • Futuh al-Ghayb
  • Al-Ghunya li-ṭālibī ṭarīq al-ḥaqq
  • Al-Fuyudat al-Rabbaniyya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DînÎslam
ZarokŞêx Ebdulezîzê Gêlanî
Dê û bav
  • Ebû Salih Bîn Mûsa (bav)
MalbatHaşimî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Evdilqadirê Gêlanî ye.[5] Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) wekê zarokeke malbateke kurd de li gundekî herêma Gilanê ku li bakurê Îranê hatiye dinyayê. Di heman demê wî nasnavê Bexdadî hilgirtiye ku bi wê yekê ve girêdayî ye ku ew li Bexdayê maye û hatiye li Bexdayê hatiye veşartin.

Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Siltanê Ewliyayan û Xews

Wî 4 jin û 49 zarok (27 law û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.

Malbata wî

biguhêre

Ebdulqadirê Geylanî gelek xort û keçên wî hebûn. Bi navgîniya wan, emrê Qadirî li Misir, Afrîkaya Bakur, Endulus (Spanya), Iraq, Sûriye û Anatoliya belav bû. Yek ji kurên wî, Ebdurrehman Şerafeddîn Îsa, li Misrê bicîh bû û kalikê şerîfên Qadiriyên li Misrê ye. Neviyên Ebdulqadir Geylanî li Afrîkaya Bakur bi piranî wekî "Şerif", û li Iraq, Sûriye û Anatoliyê wekî Seyîd û Geylanî têne binav kirin.

Pirtûkên Ebdulqadirê Geylanî

biguhêre
  • Futuh al-Xeyb
  • El-Fath ar-Rabbani
  • Cala' al-Khawatir
  • Malfuzat
  • Al-Ghunya li-Talibi Tariq al-Haqq
  • Khamsata 'Ashara Maktuban
  • Al-Fuyudat al-Rabbaniyya
  • Bashair al-Khairat
  • Kitab Sirr al-Asrar wa Mazhar el-Anwar

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Kurd neviyên Selahedînê Eyûbî, Evdilqadirê Gêlanî, Seîdê Nûrsî ne". Risale Haber (bi tirkî). 13 adar 2021. Roja gihiştinê 22 hezîran 2025.
  2. ^ "Evdilqadirê Gêlanî". www.haberturk.com (bi tirkî). 24 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 22 hezîran 2025.
  3. ^ "Bi hezaran kes di meha Remezanê de serdana tirba Evdilqadirê Gêlanî kirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 22 hezîran 2025.
  4. ^ Campo (2009). Encyclopedia of Islam (bi îngilîzî). Christian University Library. r. 288. ISBN 1438126964.
  5. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/050620171