Evîn Ehmed

lîstikvan û nivîskara kurd

Evîn Ehmed (jdb 8ê hezîrana 1990an li Stockholm, Swêd) lîstikvan û nivîskareke kurd û swêdî ye.

Jiyana wê biguhêre

Evîn Ehmed di sala 1990 de ji dê û bavên kurd li Stockholmê hatiye dinê û li wir jî mezin bûye. Bavê wê lîstikvanek ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, dayika wê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.[1] Evîn Ehmed li Akalla ya Stockholmê mezin bû û 22 sal li wir jiya.

Kariyera wê biguhêre

Dema ku ew 16 salî bû, wê yekem rola xwe ya sereke wekî "Guzzilago" di lêanîna fîlmî ya Jonas Hassen Khemiri Ett öga rött ' de, ku ji hêla Daniel Wallentin ve hatibû deranîn, lîst. Evîn Ehmed li Dibistana Lîstikvaniyê ya Stockholmê xwendiye. Lîstika wê ya mezûnbûnê Bangaren bû û paşê jî li Unga Klara, Şanoya Bajarê Uppsalayê û Şanoya Mezin a Göteborgê hat lîstin.Bangaren li parka Nystad li bakurê Stockholmê ye.

Fîlmnîgarî biguhêre

Sal Sernav Rol Nîşe
2007 Ett öga rött Yasmine
2014 Blå ögon Jasmine Rêzefîlma televîzyonê
2015 Beck - Sjukhusmorden Sara
I nöd eller lust Peace
2017 Dröm vidare Mirja
Vilken jävla cirkus Agnes
2019 Quicksand Evin Orak Rêzefîlma televizyonê
Vår tid är nu (The Restaurant) Carmen
Ring mamma! Maggie
The Rain[2] Kira Rêzefîlma televîzyonê
2020 Tsunami Sara
2021 Snabba Cash[2][3] Leya

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Nesrîn Rojkan (5 nîsan 2013). "Rising Kurdish Actress Evin Ahmad: My Roles Must Show My Swedish Identity". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.
  2. ^ a b Goldbart, Max (12 nîsan 2022). "Netflix Sets 'Snabba Cash' Star Evin Ahmad As Lead In 'Palomino', Upcoming Female-Led Action Adventure From 'The Crown' Producer Left Bank". Deadline (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 18 nîsan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.
  3. ^ "Snabba Cash Season 2 Trailer (2022) Evin Ahmad, Alexander Abdallah". MSN (bi Australian English). 12 tebax 2022. Ji orîjînalê di 25 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.