Erol Şaybak
Erol Şaybak ango Bawer Ronahî (jdb. 1987, Miks) wergêr û nivîskarekî kurd e.
Erol Şaybak | |
---|---|
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreErol Şaybak di sala 1987an de li navçeya Miksê ya bajarê Wanê ji dayik bûye. Beşa Zimanê kurdî li Zanîngeha Mêrdînê qedandiye. Nivîsên wî pêşî di malperên wek Kronik Muhalif û Koala Kültür de hatin weşandin. Kurteçîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, W, PênGAVê, Vejîn Fanzîn, Jehr û Mülemmayê de hatine weşandin. Yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Şaneşîn bi bernavê xwe Bawer Ronahî da weşandin. Di sala 2011an de di Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi de xelata yekemeniyê wergirt. Niha di gel karê wergêrî û dûblajê xwendina wî ya bilind li Zanîngeha Mêrdînê berdewam e.
Berhem
biguhêre- Şaneşîn, kurteçîrok, Weşanên Avesta, 2012 (Bi navê Bawer Ronahî)
- Xewndank, Weşanên Avesta, 2015
- Perîşanname, Weşanên Avesta, 2023 ( li gel Shahab Vali )
Xelatên wî
biguhêre- Xelata Yekemîniyê ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi, 2011
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |