Erkê bêhnvedanê
Erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting potential) ango demarexane li benda kartêkiran e.
Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin neguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye[1]. Ji ber ko di dema erkê bêhnvedanê de li herdu aliyê parzûna demarexaneyê bi bargên elektrîkî barkirî ye, ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî: polarization) tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe[2]. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çêdibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyê negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyê pozîtiv ve barkirî tê hiştin[3]. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e[4]. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e[2]. Sodyum (Na+) û potasyum (K+) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K+ ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna proteînên gewre yên bi bargeyê negatîvî barkirî, bargeyê nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV (mîlîvolt) e[5]. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e[5]. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye[6][3]. Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên çewrî pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene[7], wekî mînak, proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî dijav in (bi îngilîzî: hydrophobe), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin[7]. Iyonên sodyum (Na+) û potasyumê (K+) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin[5]. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan nîvdelînbar e ( bi îngilîzî: semi permeable), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin[4]. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî cudahiya xestiyê (bi îngilîzî: concentration gradient) tê navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji bo iyonên potasyumê (K+), ji delînbariya wê ya ji bo sodyumê (Na+) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum (K+) û klorîn (Cl-) ji aliyek parzûnê belavbûnî dibin ji bo aliyê din, lê sodyuma (Na+) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.
Alûgorkirina iyonan di dema erkê bêhnvedanê de
biguhêreDi qonaxa erkê bêhnvedanê (cemsergirî) de, xane bi awayek çalak, cudahiya xestiyê ava dike. Demarexane enerjiya ATPyê xerc dike û pompeyên sodyum-potasyum bikar tîne ji bo alûgorkirina iyonan[7]. Guhaztina iyonan a bi pompeya iyonan, wekî guhaztina çalak (bi îngilîzî: active transport) tê navkirin. Her yek ji pompeya sodyum -potasyumê her carê sê iyonên sodyumê (Na+) ji nav xaneyê diguhazîne derve, di heman demê de ji derve du îyonên potasyumê (K+) digire nav xaneyê. Ji ber ko hê pirtir iyonên sodyumê li rûyê derve ya parzûna demarexaneyê de kom dibe, cudahiya xestiya sodyumê di navbera derve û nava xaneyê de ava dibe. Li gel pompeyên sodyum-potasumê, li ser parzûna demarexaneyan de hin proteîn hene ko cogên iyonê dirust dikin. Iyon li cogê iyonan bi hêsanî, bi awayek sist (pasîv) tên guhaztin. Her cogek iyonê taybete ji bo cureyek iyonê[1], ango hin cog ji bo guhaztina sodyumê (Na+), hin ji bo guhaztina potasyumê (K+) hinek ji ji bo guhaztina klorînê (Cl-) çalakin, lê rê nadin iyonên din. Guhaztina sodyum (Na+) û potasyum (K+) a li nav cogên iyonan, li gor rêjeya cudahiya xestiyê van iyonan rû dide. Xestiya iyon li kîjan aliyê zêde be, ji wî aliyê ber bi aliyê xestiya nizim ve belavbûnî (bi înglîzî: diffusion) rû dide. Ji bo belavbûniya iyonan a bi navbeynkariya cogên iyonê, pedivî bi enerjiya ATP nin e, iyon ji ber hêza cudahiya xestiyê ji devera xestiya bilind ber bi devera xestiya nizim ve diherikin. Ev cureya guhaztinê wekî guhaztina sade (bi îngilîzî: passive transport) tê navkirin.
Cureya cogê îyonan
biguhêreNe yek lê gellek cureyên cogê iyonan heye, ji ber wê yekê hemû cogên iyonan bi hev re vekirî an jî girtî namînin, dibe ko li ser parzûna xaneyê hin cureyên cogên iyonan vekirî bin, lê di heman demê de hinekan jî girtî bin. Di qonaxa erkê bêhnvedanê de cogên potasyumê ya demarexaneyê vekirî, cogên sodyumê jî girtî ne. Loma gava iyonên sodyumê bi pompeya sodyum-potasyumê ber bi derveyê parzûnê tên guhaztin, sodyum (Na+) ji bo vegera nav xaneyê rê nabîne û li derve kom dibe. Lê potasyumên (K+) li nava xaneyê bi navbeynkariya cogên potasyume ji devera xestiya bilind (hundirê xaneyê) ber bi devera xestiya nizm (rûyê derve ya parzûnê) ve belavbûnî dibe. Ev belavbûniya potasyumê (K+) heta ko erkê bêhnvedanê ya parzûnê digihîje -70 mîlîvoltê didome. Cogên iyonê ji ber bandora kartêkir an jî ragihandinek vedibin, an jî tên girtin. Wekî mînak, hin cog li gor asta erkê perdeyê vedibin, ango dema bargeyê elektrîkî ya navbera herdu aliyê parzûnê digihîje astek taybet, wê gavê coga îyonê vedibe. Ji vê cureya cogê re coga jêrdestê voltajê tê gotin (bi îngilîzî: voltage-gated ion channel)[4][7]. Hin cogên iyonan jî ji ber hebûna molekulek din vedibin, ango molekulek xwe bi rûyê cogê ve girê dide, paşê coga iyonê vedibe û rê li ber herrika iyonan vedike[7]. Navê van cogan, coga jêrdestê lîgandê ye (bi îngilîzî: ligand-gated ion channel)[4]. Hin cogên iyonê jî ji ber hêzek fîzîkî vedibin. Wekî mînak guherîna pestoya hawirdora xaneyê dibe sedema vebûna van cogan. Navê van cogan jî coga jêrdestê mekanîkî ye (bi îngilîzî: mechanically-gated ion channel)[4][7]. Cogên iyonê ji bo dabînkirina erkê bêhnvedanê û cemsergeriyê kar dikin, lê ji bo berdewamiya cemsergeriyê ango erkê bêhnvedanê, karê bingehîn ji aliyê pompeyên sodyum -potasyume ve tê birêvebirîn.
Çavkanî
biguhêre- ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006). Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
- ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
- ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b c d e Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ a b c OpenStax Biology. 2013. [1]
- ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ^ a b c d e f OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]