Erdheja Tîbetê 2025
Erdheja Tîbetê[1] erdhejek e ku di 7ê kanûna paşîn a 2025an saet di 9:05an (UTC+8) de bi hêza 7,1 bi pîvera Richter (Mw 7,1) li wîlayeta Tingriyê ku li Herêma Xweser a Tîbetê ku li başûrê rojavayê Çînê ye rû daye.[2] Li herêma erdhejê herî kêm 126 kes jiyana xwe jidest dane û 188 kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de li Nepalê jî 13 kes birîndar bûn û li bakurê Hindistanê jî zirareke biçûk çêbûye. Erdhej li seranserê Asyaya Başûr hatiye hîskirin. Erdhej ji sala 2021an vir ve erdheja herî mezin bû ku li Çînê pêk hatiye. Erdheja herî kujerê Çînê jî Erdheja Jishishan e ku di kanûna sala 2023an de pêk hatiye.[3][4] Erdheja Tîbetê ji ber şikestineke normal çêbûye û di kûrahiya 10 kîlomêtre di nav qalika parzemînê de pêk hatiye.
Erdheja Tîbetê 2025 | |
---|---|
28°38′20″Bk 87°21′40″Rh / 28.639°Bk 87.361°Rh | |
Dewlet | Çîn |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tektonîk
biguhêreDeşta Tîbetê ji ber stûrbûna qalikê ku bi hevgirtina li ser hîmalayayan ve girêdayî ye, gihîştiye bilindahiya xwe yê îro. Şikestekên di nav deştê de bi mekanîzmaya lêdan-leqandinê û normal ve girêdayî ye. Deşta ber bi rojhilat-rojava ve dirêj dibe û li gel ku ji hêla bakur-başûr ve grabenên şimitandinan têne xuya kirin ku bi şikestekên lêdan-leqadinê û bi daneyên GPSê têne dîtin. Li Tîbetê erdhejên bi hêza 8,0 an jî mîna wan, li kêleka şikesteka lêdan-leqadinê çêdibin. Erdhejên şikestî yên normal mezinahiya wan piçûktir in ku di sala 2008an de pênc erdhejên normal ên bi hêza 5,9 heta 7,1 li deverên cihêreng ên li seranserê deştê qewimîne.[5]
Erdhejên şikestekê yên normal bi gelemperî mezinahiya wan biçûk in. Di sala 2008an de pênc erdhejên normal ên bi hêza 5,9 heta 7,1 li deverên cihêreng li seranserê deştê qewimî ye. Qoziya meyldariya van erdhejan a li ser şikestekê bi qoziya xwarê ji 40 heta 50 pileyî pêk hatine û bi kûrahiya 10 heta 15 km dirêj bûne.[5]
Erdhej
biguhêreNavenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku mezinahiya erdhejê (Mww ) 7,1 e û Navenda Tora Erdhejê ya Çînê jî mezinahiya erdhejê 6,8 Ms ragihandiye.[6] Erdhej di encama şikestineke normal ê di nav Deşta Tîbetê de pêk hatiye. Dahûrandina mekanîzmayên fokal destnîşan dikin ku şikestin li ser şikesteka lêdanê ya bakur-başûr qewimiye ku bi nermî ber bi rojhilat an rojava ve şimitiye.[2]
Çavkanî
biguhêre- ^ https://www.aa.com.tr/kk/tirkiye/di-erdheja-ku-li-tîbeta-herêma-cînê-cêbû-da-95-kes-mirin/3443443
- ^ a b ""M 7.1 – 2025 Xizang, China Earthquake 2025"". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Latest Earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
- ^ Davies, Isabel Kua and Sam. "Quake In China's Tibet Kills 126 With Tremors Felt In Nepal, India". www.barrons.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
- ^ a b Elliott, J. R.; Walters, R. J.; England, P. C.; Jackson, J. A.; Li, Z.; Parsons, B. (1 çiriya paşîn 2010). "Extension on the Tibetan plateau: recent normal faulting measured by InSAR and body wave seismology". Geophysical Journal International. 183 (2): 503–535. doi:10.1111/j.1365-246X.2010.04754.x. ISSN 0956-540X.
- ^ "西藏日喀则市定日县发生6.8级地震 - 川观新闻". cbgc.scol.com.cn (bi çîniya sadekirî). Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2025.