Erdheja Marakeş-Safî 2023

Erdheja Marakeş-Safî, erdhejekî ye ku di 8ê îlona 2023an de li herêma Marakeş-Safî ya Marokoyê bi hêza 6.9 Mw pêk hatiye. Navenda erdhejê 71,8 km li başûrê rojavayê Marakeş, li nêzîkî bajaroka Ighilê li, Çiyayê Atlasê ye.[1] Erdhej di encama şikestekên guhêzbar ên hûrik ên di bin rêzên çiyayan de pêk hatiye. Jiber erdhejê herî kêmî 2.862 mirin hatine ragihandin ku piraniya wan li derveyî Marakeşê ne.[2] Li herêma erdhejê zirarek berbelav pêk hatiye û şûnwarên dîrokî yên li Marakeşê hatine hilweşandin.[3] Erdhej li welatên derdor li Spanya, Portekîz û Cezayirê hate hîskirin.[4][5][6]

Erdheja Marakeş-Safî 2023
Piştî erdhejê Tizi NTest
Map
Erdheja Marakeş-Safî 2023 (dataya nexşeyê)
Wextê UTCê2023-09-08 01:11:00
Bûyera ISCyê626740945
USGS-ANSSComCat
Dîrok8ê îlona 2023an
Saet01:11 (UTC+01.00)
MezinahîMw 6,9
Kûrahî26 km (16 mi)
Cihê erdhejê31°04′23″Bk 8°24′25″Ra / 31.073°Bk 8.407°Ra / 31.073; -8.407
31°06′36″Bk 8°26′24″Ra / 31.110°Bk 8.440°Ra / 31.110; -8.440
CureLêdana Berwarî
Welatên bandorkirî
TundîIX (Tund)
Lezdana erdê ya herî bilind1,62 g (en)
Hejmara miriyan2946 (zêdetir an wekhev) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara birîndaran5674 (zêdetir an wekhev) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêreBelge

Erdheja Marakeş-Safî ji erdheja Agadirê ya sala 1960an vir ve erdheja herî bihêz a ku li Marokoyê hatiye tomarkirin û erdheja herî kujerê li welat e. Di heman demê de piştî Erdheja Gurgum û Dîlokê ku di 6ê sibata sala 2023an de li bakur û rojavaya Kurdistanê û li hinek deverên Suriyê û Tirkiyê pêk hatiye, erdheja duyem a herî kujer a sala 2023an e.[7] Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku nêzî 300 hezar mirovên ji Marakeş û deverên derdorê ji ber erdhejê bi bandor bûne.[8][9] Piştî erdhejê gelek welatan alîkariyên mirovî pêşkêş kirin û rêvebiriya Fasê ji bo qurbaniyên erdhejê li welat bi sê rojan şîna neteweyî ragihandiye.[10][11]

Qada tektonîkî biguhêre

 
Erdhejên bi pîvanên 5.5+ (1900–2016) li Deryaya Navîn û Afrîkaya Bakur.

Maroko welatekî li nêzîkî sinorê di navbera Deşta Afrîkayê û Deşta Ewrasyayê de ye.[12] Ev devera lêdana-lêtê ya rast-alî li dawiya xwe yê rojhilatî de, bi pêşveçûna şikestekên biservehatî dibe veguhêzbar. Piraniya erdhejên li Marokoyê bi tevgera li ser vê sinorê plaqeyê ve girêdayî ye ku xetera erdhejî ya herî mezin li bakurê welêt, li nêzîkî vê sinor ye.[13] Di sala 2004an de li El Hoceima erdhejeke bi lerza 6,3 pêk hat û 628 kes mirin û 926 kes jî birîndar bûn. Di sala 1980î de erdhejeke bi mezinahiya 7,3an ku li Cezayirê, li welatê cîran pêk hatibû, 2 hezar û 500 kes mirine.[6]

Çiyayên Atlasê kembereke çiyayî ya navparzemînî ye ku ji Marokoyê heta Tûnisê 2000 kîlomêtre dirêj dibe. Ev çiya di dema Senozoyîk (nêz. 66 milyon sal berê) de di encama lihevketinek parzemînî de derketine holê.[14] Rêzeçiya li aliyê rojava, li Farsê dighêje bilindahiya xwe ya herî bilind. Erdheja li Marokoyê, li herêma bakurê welêt û Deryaya Alboranê pêk hatiye. Li başûrê Rifê, çalakiya erdhejê kêm e lê li Atlasa Navîn, Atlasa Bilind û Antî-Atlasê berbelav dibe. Erdhejî li Atlasa Sahrayê kêm e û li herêma Seharayê ya li başûrê kemberê tune ye. Erdhej li Cezayîr û Tûnisê jî ber bi rojhilat ve kêmtir çalak e. Berê erdheja herî mezin a ku li Çiyayên Atlasê hatiye tomarkirin, erdhejek bi pêveka 5.9 Mw di sala 1960an de li Agadirê pêk hatiye. Erdhejên li Çiyayên Atlasê mekanîzmayên sereke yên lêdan yan jî hevgirtina herduyan (berwar-şimitok) nîşan didin.[15]

Erdhej biguhêre

 
Nexşeya tevgera erdê ya bihêz.
 
Sîsmograma Erdheja despêkê.

Erdheja Marakeş-Safî di dîroka nûjen a Marokoyê de erdheja herî mezin e ku bi amûran hatiye tomar kirin.[16][17] Tê texmînkirin ku tenê Erdheja Meknesê ku di sala 1755an de pêk hatiye bi lerza 6,5-7,0 Mw pêk hatiye. Dema ku Ajansa Erdhejê ya Marokoyê kûrahiya navendî 8 km ragihand û mezinahiya erdhejê Mwp 7.2 ragihand, Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhejê li kurahiya 19.0 km û mezinahiya erdhejê 6.8 pîvekê ragihandiye.[18][19] Tensora Momentê ya Navendî ya Global (GCMT) mezinahiya erdhejê Mw 6,9 radigihîne. Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Spî, erdhej li Portûgal, Spanya, Morîtanya, Cezayîr, Sehraya Rojava û li peravên Tengava Cîbraltarê jî hatiye hîskirin.[20] Lerza erdhejê ji aliyê stasyonên çavdêriyê ku heta Misirê berfireh bûne, hate tesbîtkirin. Li gorî daxuyaniyên şahidan hejandina erdê bi qasî 20 çirkeyan dewam kiriye.[21] 19 deqîqe piştî erdheja sereke erdhejek bi mezinahiya 4,9 pîvekê pêk hatiye û di 10ê îlonê de jî erdhejeke bi mezinahiya 4,5 pîvekê pêk tê.[22]

Di erdhejê de mekanîzmayeke nîvend heye ku di bin Atlasa Bilind de şikestinek guhêzbar nîşan dide. Şikandin li ser şikestineke berwar-berepaş a asê ya ku li bakurê rojava diqelişe yan jî şikestinek berwar-berepaş a hûrik ku dikeve aliyê rojhilatê ve pêk hatiye. USGS texmîn kiriye ku qada şikestina şikestekê di navbera 20 û 30 kîlomêtreyan de ye. Di Atlasa Bilind de gelek şikestekên rojhilat-rojava û bakurêrojhilat-başûrêrojava çêdibin. Ji sala 1900an vir ve, di nav 500 km ji navenda erdheja dawî de erdhejek 6.0 Mw yan jî mezintirîn çênebûye lê neh lerzên bi mezinahiyên 5.0 û mezintirîn li rojhilatê erdhejê pêk hatiye. Modela şikesteka dawî ya ku ji aliyê USGS ve hatiye destnîşan kirin ku şikestin li ser şikestekek lêdanê ya rojhilat-bakur-rojava-rojava-başûr rojava, bakur-bakur-bakurrojavayê qutbûna lêdanê çêbûye. Şimitîn bi piranî li başûrêrojava kom bûye û ji hîponavendê di hindurê qadeke elîptîkî ya bi pîvana 20 km × 30 km de ber bi jor ve çûye. Erdhej di kûrahiya 20–25 km de û herî zêde 2.0 m veguhastina erdê hatiye dîtin ku piraniya şimitînê di kûrahiyên 20-35 kîlomêtran de pêk hatiye. Li jor bi kûrahiya 10 km li nêzî rûyê erdê şimitîn hindik e yan jî qet şimitîn çênebûye.[23]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Over 2,000 dead as powerful earthquake hits Morocco near Marrakesh". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  2. ^ "Major earthquake strikes Oukaïmedene, Morocco | U.S. Geological Survey". www.usgs.gov. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  3. ^ "'Fragile state': Fears for Marrakesh's ancient structures after earthquake". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  4. ^ Hoy, Málaga (9 îlon 2023). "Los terremotos en Marruecos se sienten en Málaga". Málaga Hoy (bi spanî (Ewropa)). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  5. ^ "Where in Morocco did the 6.8 magnitude earthquake strike?". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  6. ^ a b "Morocco earthquake leaves at least 2,000 dead, damages historic landmarks and topples buildings - CBS News". www.cbsnews.com (bi îngilîziya amerîkî). 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  7. ^ Michaelson, Ruth; Mseffer, Dounia Z. (10 îlon 2023). "Morocco earthquake: mourning begins as rescue continues with death toll over 2,000". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  8. ^ Gan, Ivana Kottasová,Eyad Kourdi,Mostafa Salem,Nectar (10 îlon 2023). "Rescuers scramble to find survivors in Morocco after powerful earthquake kills more than 2,000". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  9. ^ "Thousands affected by powerful quake in Morocco's Marrakech: WHO". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  10. ^ "Morocco declares three days of national mourning following deadly earthquake". Reuters (bi îngilîzî). 9 îlon 2023. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  11. ^ "Morocco Earthquake: Country declares 3 days of national mourning". WION (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  12. ^ Zitellini, N.; Gràcia, E.; Matias, L.; Terrinha, P.; Abreu, M. A.; DeAlteriis, G.; Henriet, J. P.; Dañobeitia, J. J.; Masson, D. G. (15 nîsan 2009). "The quest for the Africa–Eurasia plate boundary west of the Strait of Gibraltar". Earth and Planetary Science Letters. 280 (1): 13–50. doi:10.1016/j.epsl.2008.12.005. ISSN 0012-821X.
  13. ^ "(PDF) Seismicity and Seismic Hazard in Morocco 1901-2010". web.archive.org. 29 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ Timoulali, Youssef; Nacer, Jabour; Youssef, Hahou; Mimoun, Chourak (1 çiriya paşîn 2015). "Lithospheric structure in NW of Africa: Case of the Moroccan Atlas Mountains". Geodesy and Geodynamics. 6: 397–408. doi:10.1016/j.geog.2015.12.003.
  15. ^ Sébrier, Michel; Siame, Lionel; Zouine, El Mostafa; Winter, Thierry; Missenard, Yves; Leturmy, Pascale (2006). "Active tectonics in the Moroccan High Atlas". Comptes Rendus. Géoscience. 338 (1–2): 65–79. doi:10.1016/j.crte.2005.12.001. ISSN 1778-7025.
  16. ^ Poujol, Antoine; Ritz, Jean-François; Vernant, Philippe; Huot, Sebastien; Maate, Soufian; Tahayt, Abdelilah (1 tebax 2017). "Which fault destroyed Fes city (Morocco) in 1755? A new insight from the Holocene deformations observed along the southern border of Gibraltar arc". Tectonophysics. 712: 303–311. doi:10.1016/j.tecto.2017.05.036. ISSN 0040-1951.
  17. ^ "ISC-GEM Catalogue - Introduction". www.isc.ac.uk. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  18. ^ "Morocco's powerful earthquake: What we know so far". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  19. ^ "المعهد الوطني للجيوفيزياء يصدر تقريرا حول شدةالزلزال واختلافها من منطقة الى اخرى". web.archive.org. 11 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 îlon 2023. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ موسى, أحمد عادل (9 îlon 2023). "مركز رصد الزلازل الأوروبي: 6 دول تأثرت بزلزال المغرب.. إحداها عربية". الوطن (bi erebî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  21. ^ Sariyuce, Mohammed Tawfeeq,Sharif Paget,Hamdi Alkhshali,Chris Lau,Teele Rebane,Celine Alkhaldi,Xiaofei Xu,Isil (9 îlon 2023). "Morocco earthquake kills more than 2,000 and damages historic Marrakech". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  22. ^ "Search for the missing continues as Morocco reels from powerful earthquake". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  23. ^ "earthquake.usgs.gov". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.