Erdheja Anatolya Bakur 1668

Erdhejekî mezin e ku li Anatoliyayê qewimiye.

Erdheja Anatolya Bakur, erdhejekî wêrankar e ku di 17ê tebaxa sala 1668an de danê sibê li bakurê Anatolyayê, li herêma Deryaya Reş û li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye. Mezinahiya wê di navbera 7.8-8.0 Ms de bû. Li gorî pîvana Mercalli ya guhertî tundî ya erdhejê IX bû. Navenda erdhejê li qeraxa başûrê Gola Ladikê bû. Ji aliyê rojava ve heta Boluyê û li aliyê rojhilat heta Erzinganê zirareke mezin çêbû û di encamê de nêzîkî 8000 kes jiyana jidest didin. Heta niha ev erdhej, erdheja herî bihêz e ku li Anatoliya û li Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.[1]

Tektonîk biguhêre

Bakurê Anatolyayê li ser seranserê sînorê veguherîna di navbera Lewheya Anatolyayê û Lewheya Ewrasyayê de dirêj dibe. Li gorî Lewheya Ewrasyayê, Lewheya Anatolyayê ji ber berdewamiya tevgera Lewheya Ereban, ji bakur ve ber bi rojava ve diçe. Sinorê vî perçeyê ji aliyê bakur ve 1.500 km dirêj dibe ku li Bakurê Kurdistanê ji sêxala Kanîreşê ber rojava ve heya Deryaya Egeyê dirêj dibe. Çalakiya şikestekê ji gelek beşên cuda pêk tên. Liv û tevgerên li ser beşên vê herêma şikestekê bûne sedema gelek erdhejên mezin û wêrankar. Çalakiya şikestekê bi mêla ber bi rojava ve diçe heta dikare bigihîje dawiya şikestekê dikare gelek bi dehsalan bidome. Erdheja herî dawî bi erdheja Erzinganê ya sala 1939an dest pê kir û bi erdhejên mezin ên di salên 1942, 1943, 1944, 1949, 1951, 1957, 1966, 1967, 1992 û di sala 1999an de bi du erdhejan berdewam kir.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Historic Worldwide Earthquakes". web.archive.org. 25 tebax 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 tebax 2009. Roja gihiştinê 23 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Kronolojiya erdheja Şikesteka bakurê Anatolyayê". academic.oup.com. doi:10.1111/j.1365-246x.1997.tb05321.x. Roja gihiştinê 23 sibat 2023.