Erdhej û tsunamiya Okyanûsa Hindî 2004

Erdhej û tsunamiya Okyanûsa Hindî erdhej û tsunamiyeke giran e, ku di 26ê kanûna sala 2004an de bi dema herêmî (UTC+7) demjimêr 07:58:53an de bi mezinahiya 9,2–9,3 Mw rû daye. Navenda erdhejê li peravên rojavayê Aceha li bakurê Sumatraya Îndonezyayê bû. Ji ber ku şikestineke li ser xeta di navbera Burma û Hindistanê de çêbû û li hinek deveran gihaştiye zexta IXê ya Mercalliyê, erdheja megathrust a binê deryayê di civata zanistî de wekê erdheja Sumatra-Andaman jî tê zanîn.[1]

Erdhej û tsunamiya Okyanûsa Hindî 2004
Erdhej û tsunamiya Okyanûsa Hindî 2004
3°17′42″Bk 95°58′55″Rh / 3.295°Bk 95.982°Rh / 3.295; 95.982
DewletÎndonezya, Malezya, Taylenda, Myanmar, Bengladeş, Hindistan, Srî Lanka, Maldîv, Somalya, Kenya, Tanzanya, Komor, Madagaskar, Afrîkaya Başûr, Fransa, Maurîtius, French Southern and Antarctic Lands, Chagos Archipelago, Seyşel, Yemen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 227.898 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tsunamiyeke mezin bi pêlên heta 30m bilindahî, ku wek Tsunamiya Asyayê tê zanîn,[2] civakên li beravên derdorê yên Okyanûsa Hindî wêran kir, bi texmînî 227,898 kes li 14 welatan kuştin, bi tundî li Aceh (Îndonesya), Srî Lanka, Tamil Nadu (Hindistan), û Khao Lak (Taylenda). Encamên rasterast bûn sedema astengiyên mezin di şert û mercên jiyanê û bazirganiyê de li parêzgehên peravê yên wan welatên. Ew karesata xwezayî ya herî bikujer a sedsala 21ê ye,[3] yek ji karesatên xwezayî yên herî bikuje di dîroka tomarkirî de, û xirabtirîn karesata tsunamî ya di dîrokê de.[4] Di dîroka Îndonezya, Maldîv, Srî Lanka û Taylendayê de jî karesata xwezayî ya herî xirab e.[5]

Tenê li Îndonezyayê nêzî 165 hezar kes, li Srî Lanka, Hindistan û Taylandê jî bi deh hezaran kes mirin. Di nav miriyan de derdora 2,000 tûrîstên biyanî hebûn, ku betlaneya xwe ya Noelê li wir derbas dikirin, nîvê wan ji Swêd û Almanyayê bûn. Bûyer li gorî karesatên xwezayî yên berê yên bi vê giraniyê gelek baş hate belge kirin,ji ber ku gelek ji van tûrîstan vîdyoyek an kamerayek dîjîtal bi wan re hebûn.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Tsunamis and Earthquakes: Tsunami Generation from the 2004 Sumatra Earthquake - USGS PCMSC". web.archive.org. 26 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ "A decade after the 2004 Asian Tsunami: recalling the turning point for disaster management". www.who.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
  3. ^ Goff, James; Dudley, Walter (12 sibat 2021). Tsunami: The World's Greatest Waves (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-754613-0.
  4. ^ Satake, Kenji (13 çiriya paşîn 2014). "Advances in earthquake and tsunami sciences and disaster risk reduction since the 2004 Indian ocean tsunami". Geoscience Letters. 1 (1): 15. doi:10.1186/s40562-014-0015-7. ISSN 2196-4092.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  5. ^ Athukorala, Prema-chandra (2012). "Indian Ocean Tsunami: Disaster, Generosity and Recovery". Asian Economic Journal (bi îngilîzî). 26 (3): 211–231. doi:10.1111/j.1467-8381.2012.02083.x. ISSN 1467-8381.