Erdal Kaya
Erdal Kaya (jdb. 7ê îlona 1987an, Êlîh, Bakurê Kurdistanê), şanoger, lîstikvan, derhêner û mamosteyê kurd.[1]
Danasîn
biguhêreErdal Kaya, li Batmanê bi amatorî dest bi şanoyê kir. Li Zanîngeha Afyon Kocatepe beşa Mamostatiya Ziman û Wêjeya Tirkî xwend û di heman salan de ji 2007an de, beşdarî Şanoya Bajêr a Şaradariya Afyonkarahisar bû û heya sala 2012an di heman şanoyê de dest bi lîstikvaniya profesyonel kir. Paşê, wî li Şanoya Bajêr a Şaredariya Batmanê lîstikvaniyê berdewam kir. Bi hevalên xwe re di sala 2018an de li Batmanê Şanoya Yenisahne vekirin û di vir de dest bi şanogeriyê kirin.[2] Niha li Batmanê di koma şanoyê ya Yenisahne de wekî lîstikvan û derhêner karê xwe didomîne.
Piştî ku li cîhanê nexweşiya Koronayê derket, wek gelek cihan, Şanoya Yenisahne jî hat girtin. Erdal Kaya di rojên karantînayê de nesekinî û bi hevalên xwe re bi navê Şildim Bildim bernameyek amade kirin ku her heftî li ser kanala Hestû TV dihat weşandin. Pîştî vê bernamê Erdal Kaya bêhtir hat nasîn. Lê navdarbûna wî bi rêzefîlma Îşev re dest pê kir.
Lîstikên ku wî lîst û derhêneriya wan kiriye
biguhêre- Koca Dağlar Ağası (Turgut Özakman)
- Ah şu Gençler (Turgut Özakman)
- Salak Oğlum (Müjdat Gezen)
- Memurin Faslı (Coşkun Irmak)
- Karmakarışık(Ray Cooney)
- Haydi Karına Koş (Ray Cooney)
- Boyacı (Tuncer Cücenoğlu)
- Canlı Maymun Lokantası (Güngör Dilmen)
- Öteki (Lîstika Atolyeyê)
- Cimri (Moliere)
- Albay Kuş / Serbaz (Hristo Boytchev)
- Dorsa Şerko (Yusuf Unay)
Projeyên sînemayê yên ku ew beşdar bûye
biguhêre- A.R.O.G. (Fîgurasyon)(2008)
- Bir Magandanın Son Üç Dakikası (kurtefîlm)
- İletişim Karmaşası (kurtefîlm)
- Z.A.R. (kurtefîlm)
- Beyaz Geceler (kurtefîlm)
- Haziriyek Bo Derengmayînê (Alîkarê Senaryoyê)
- Navnîşan (kurtefîlm)
- Demsala Nan (fîlm)
Rêzefîlm
biguhêre- Îşev (2020-...)
Bername
biguhêre- Şildim Bildim (2020-...)
- Dîtin û Gotin (2020)
- Hinek Henek (2022-…)
Çavkanî
biguhêre- ^ "fongogo.com". Ji orîjînalê di 11 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 gulan 2021.
- ^ "Sendika.org".
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |