Emrên Mezin
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(gulan 2024) |
Emrên Mezin, Deh Ferman, Deh Gotin, Dekalog (bi îbraniya încîlî: עשרת הדברים \ עֲשֶׂרֶת הַדְּבָרִי, aséret ha-dvarím, bi wateya Deh Gotin), ji çend prensîpên ayînî pêk tê yên ku bi etîk û ayînê ve girêdayî ne û beşeke giring in di cihûtî û mesîhîtiyê de. Hem di Tewratê de û hem jî di Încîlê de tên dîtin. Li gorî çîrokê, Xwedê deh ferman dane rêberê gelê Îsraêlê Mûsa.
Emrên Mezin | |
---|---|
Pêk tê ji |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Çîroka deh fermanan
biguhêre"Xudan gelê Îsraêl rizgar kir, bi rêberiya Mûsa ji Misrê deranî û di çolê de av û xwarin da wan. Piştî sê heyvan, ew hatin çola Sînayê û li wê derê li pêşberî Çiyayê Sînayê danîn.
Di roja sisiyan de çaxê bû sibe, xurexura ewran û birûsk çêbûn, li ser çiyê ewreke reş sekinî û dengê bilind ê boriyê hat bihîstin û hemû gel di war de lerizî. Lê Mûsa gel ji war deranî da ku biçin pêşiya Xwedê û li ber qûntara çiyê sekinîn. Ji tevahiya Çiyayê Sînayê dû diçû, ji ber ku Xudan di nav êgir de daketibû ser wî. Mûsa peyivî û Xwedê bi dengekî bilind bersîva wî da.
Hingê Xwedê ev deh fermanan dan Mûsa:
- Ez Xudan Xwedayê te me. Divê li pêşberî min tu xwedayên te yên din nebin!
- Ji xwe re qet pûtekî çêneke, ne di şiklê tiştekî li jor li ezmanan an li jêr li ser erdê, an jî di bin erdê de di deryayê de! Li ber wan xwe netewîne û neperize wan!
- Navê Xudan Xwedayê xwe badîhewa neyne ser devê xwe! Çimkî Xudan wî yê ku navê wî badîhewa tîne ser devê xwe, bê ceza nahêle.
- Divê roja Şemiyê li bîra te be, da ku ew ji te re veqetayî û pîroz be! Şeş rojan kar bike û hemû xebata xwe bike, lê belê roja heftan ji Xudan Xwedayê te re roja Şemiyê ye. Di wê rojê de qet kar neke.
- Qedirê dê û bavê xwe bigire!
- Nekuje!
- Zînayê neke!
- Nedize!
- Li hember cîranê xwe şahidiya derewîn neke!
- Çavê xwe neavêje mala cîranê xwe! Çavê xwe neavêje pîreka cîranê xwe, an xulamê wî, an navmaliya wî, an gayê wî, an kerê wî, an tu tiştê wî!"[çavkanî hewce ye]