Empatî tê wateya hevhestîbûn. Ango di têkiliyên mirov de ji derûniya hevûdu têgihîştin, ji hestên hevûdu fêhmkirin e. Mirov ji bo hin heval an nasên xwe dibêje "Ez û wê/wî em ji hev pirr zêde baş fêhmdikin. Bêî axavtin em bi rewş û daxwazên hevûdu têdigihîjin. Em wekî nîvên sêvê ne". Di vê mînakê de wateya empatiyê baş tê ravekirin. Berevajiya empatiyê antîpatî ye.