Emily Olivia L. Blunt, (jdb. 23ê sibata 1983an) lîstikvana û şanogera Brîtanî ya xelatgirtî ya Xelata Kûreya Zêrîn ye. Ew bi fîlmên My Summer of Love û The Devil Wears Prada hate nas kirin.

Emily Blunt
Navê rastî
Emily Olivia L. Blunt
Jidayikbûn23ê sibata 1983an (41 salî)
EsilBrîtanî
PîşeLîstikvan, Şanoger
Salên çalak2003-niha
HevjînJohn Krasinski (zw. 2010)
Zarok2
biguhêreBelge

Wê xelata Lîstikvana Piştevaniyê ya di kategoriya fîlmên TVyê de bi Xelata Kûreya Zêrîn a 2007an bi fîlma Gideon's Daughter ya televîzyona BBCyê wergirt û di kategoriya Sînemayê de ji bo The Devil Wears Prada ji bo Xelata Lîstikvana Piştevaniya Jin bû namzet.

Jînenîgarî biguhêre

Blunt li bajarê Wandswort a Londonê ji dayik bû. Ew ji çar zarokan duyem a lîstikvan û mamosteyê berê ji joanna û barrister Oliver Blunt, QC ji dayik bûye. Birayên wê Felicity, Sebastian û Susannah in. Bapîrê wê general Peter Blunt bû, yek ji mamê wê yê bavk jî Crispin Blunt e ku parlamenterê bajaroka Reigate ye.[1][2][3][4]

Ji heft salî heta 14 salî, Blunt di tengasiyên hişkkirinê de bû.[1] Ew bi mamosteyê dibistanê te distirê, ji ber ku alîkariya wê dikir ku ew wê bi riya lîstikvaniyê wê dida axaftin.[2] Wê li ser desteya rêveber a Enstîtuya Tengasiya Hişkkirinê erk hilda.[3] Blunt li Roehamptona başûrê rojavayê Londonê diçû dibistana Ibstock Place. Di 16 saliya xwe de çû Hurtwood House ya nêzîkî Dorking, Surrey, koleja şeşem a taybet ku bi programa xwe ya hunerên performansê tê nasîn. Li wir ji aliyê ajanekî ve hat kifşkirin û kariyer wê yê lîstikvaniyê destpêkir.[4]

Kariyera wê biguhêre

Di sala 2001an de di lîstika şanoyê ya The Royal Family de derket ser dikê. Ev lîstik bû destpêka karîyera wî ya şanoyê. Di vê lîstika şanoyê de bi Judi Denc re derdiketa ser dikê.

Di sala 2003 an de di fîlma Boudica ya televîzyonê de bi navê rola Isolda lîst. Di rêzefilma BBC Henry VIII de bi navê rola Catherine Howard lîst. Catherine Howard yek ji Keybanûyên Brîtanyayê ya sedsala 16an e. Di rêzefîlma Foyle's War, Poirot de wekî lîstikvana mêvan cih girt.

Destpêka karîyera wê ya fîlma, fîlma My Summer of Love ya sala 2004an bû. Di sala 2005an de di filmê BBC TVGideon's Daughter de rol hilda û xelata 64emîn a Xelata Kûreya Zêrîn de xelata herî baştirîn a lîstikvana piştevaniyê bi dest xist.

Di sala 2006an de bi Meryl Streep û Anne Hathaway re di The Devil Wears Prada de derket ser dikê. Ji bo vî fîlmê ji bo BAFTA û Xelata Kûreya Zêrîn namzet hate nîşandan.

Fîlmografî biguhêre

Fîlm biguhêre

Fîlmên wê
Sal Nav Rol Nîşe
2003 Boudica Isolda
2004 My Summer of Love Tamsin
2005 The Strange Case of Sherlock Holmes & Arthur Conan Doyle Jean Leckie
Gideon's Daughter Natasha Fîlma televîzyonê
2006 Irresistible Mara
The Devil Wears Prada Emily Charlton
2007 Wind Chill Girl
The Jane Austen Book Club Prudie Drummond
Dan in Real Life Ruthie Draper
Charlie Wilson's War Jane Liddle
2009 Sunshine Cleaning Norah Lorkowski
The Great Buck Howard Valerie Brennan
The Young Victoria Queen Victoria
Curiosity Emma Kurtefîlm
Wild Target Rose
2010 The Wolfman Gwen Conliffe
Gulliver's Travels Princess Glory
The Adjustment Bureau Elise Sellas Çêkirin
The Girl TBA
Gnomeo and Juliet Juliet (voice) Çêkirin
2012 Looper Sara
2014 Yarının Sınırında Rita Vrataski
2016 The Girl on the Train Rachel

Televîzyon biguhêre

Fîlmên televîzyonê
Sal Nav Rol Nîşe
2003 Henry VIII Catherine Howard
Foyle's War Lucy Markham Beşa "War Games"
2004 Poirot Linnet Ridgeway-Doyle Beşa "Death on the Nile"
2005 Empire Camane Seriya kurt
2009 The Simpsons Juliet (voice) Beşa "Lisa the Drama Queen"

Şano biguhêre

Şano
Sal Nav Rol Nîşe
2000 Bliss Maddy Edinburgh Festival
The Royal Family Gwen West End Theatre
2002 Romeo and Juliet Juliet Chichester Festival Theatre
Vincent in Brixton Eugenie Loyer RNT

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Day, Elizabeth (20 hezîran 2009). "Elizabeth Day meets young British actress Emily Blunt". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ a b Stein, Ruthe (28 îlon 2007). "Blunt moves from the runway to the royal family". SFGATE (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ a b "Felicity Blunt, Felicity Blunt Marry". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
  4. ^ a b Taylor, Ella (27 sibat 2009). "Down to Earth, Even When Off the Wall (Published 2009)". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.