Eliyê Mentarê an Elî Mentar an jî Elîmentar (bi erebî: Til Hebeş, bi romî: Elbeyli) navçeyeka Kilîsê ye.

Eliyê Mentarê
Elbeyli
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Kilîs (parêzgeh)
Koordînat 36°40′30″Bk 37°28′00″Rh / 36.67503°Bk 37.46659°Rh / 36.67503; 37.46659
Nexşe

Sala 1946'î de kirine navçe. Sala 1995'î, dema Kilîsê dikin parêzgeh, vî navçeyî jî bi wê ve girêdidin. Ji rûyê avê 650 m bilind e. Rûbera wê 220.262 km² û gelheya wê jî bi giştî li dora 9.000'î ye (statîstîkên fermî yên sala 1997'î).

Nifûsa navendê bi xwe 2.077 tê gotin lê bawerî bi van statîstîkên fermî yên têr etno-polîtîk nabe. 23 gund, 24 mezre girêdayî navçeyê ne.

Herêm bi tevayî parçeyek ji dîroka Kurdistanê ye. Herwekî wekî Asûriyan gelekan li vir desthilatdarî kirine.