Elîf Biyanî (jdb. 1983, Payîzava, Wan, Bakurê Kurdistanê) sitranbêjeke kurd e.

Elîf Biyanî
Jidayikbûn1983
Payîzava, Wan Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeSitranbêj
Salên çalak2000–niha
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Elîf Biyanî di sala 1983an de li navçeya Payîzavaya biser parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye. Ji ber seqetiya di lingên wê de xwendina xwe ji derve ve qedandiye.[1] Elîf Biyanî di 9 saliya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye.

Di hevpeyvînekê aniye ziman ku di temenê zarokatiya xwe heyranê Şivan Perwer bûye û ev jî bûye sedema wê ku bi muzîkê re eleqedar bibe.[1] Piştî gotina sitranan ji kesên derdorê xwe bertekên erênî werdigire û ji bo ku di warê muzîkê de pêş bikeve diçe Amerîkayê.[1]

Elîf Biyanî di sala 2002an de albuma xwe ya yekem a bi navê "Gulam Gulbu" derxistiye. Di sala 2004an de albuma xwe ya duyem "Ez Dilxwazim" û di sala 2006an de jî albuma xwe ya bi navê "Govenda kurdî" derxistiye.[2]

Dîskografî biguhêre

  • Gulam gulbu
  • Ez dilxwazim
  • Govenda kurdî
  • Were lawo

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c "Elîf Biyanî hevpeyvîn". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 12 nîsan 2024.
  2. ^ "Elif Biyani Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 nîsan 2024.